Nivîsar

Çend gotin li ser çîroka PENa Kurd

Kongra PENa KURD a 8’an, di 18-19yê Gulanê de li Diyarbekîrê hat amadekirin. Roja yekemîn pas nîvro, gava ku min dît ku grubek dixwaze ku PENê bike bin bandora xwe û ji bo serketina vê planê jî destur tê pelixandin, min hewce nedît ku di kongreyê de bimînim û terk kir.

Pistî terkkirina min, endamîtiya hinek kesên nû hatiye qebulkirin ku nav wan da gor desturê kesên ku xwediyê sertên endambûnê nînin jî henin. Û serî de ji wan „endamên nû’ çend kes jî ketine Komîta Birêvebir.

Gor agahiyên ku gihistine min, roja berê kongreyê civînek teng hatîye organizekirin. Di vê civînê de her sê endamên Komîta Birêvebir; Zerdest Haco, Bêrîvan Doskî û Kaksar Oramar jî amade bûne. Di civînê de li ser mesandina Kongreyê hatiye qisekirin û di derheqa pêseroja PENê de biryar hatine girtin. Di nav van biryaran de merkeza PENa Kurd Diyarbekir anin ji heye.

Lê di vê nivîsê de armanca dûr û dirêj li ser Kongra 8’min û pêseroja PENê sekinîn nîye. Armanca min ev e ku, aktuelbûna PENê bikim sebeb û wek noteyek dîrokî, derheqa prosesa damezrandina PENê de hinek agahiyan bidim kesên elaqeder û xwendevanan.

Îro meriv gava ku bikeve înternetê û lê bigere, dibîne ku agahiyên derheqa PENê bi vê cumleyê dest pêdikin:

„Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û çend nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd dest pêkiribûn…’

Ez bawer im sal 1985 bû, di hevdîtinekê de Huseyîn Erdem, damezrandina PENa Kurd, wek pêsnîyaz anî ziman. Di vê hevdîtine de em 3 kes bûn: Kemal Burkay, H. Erdem û ez.

Ji ber ku di rojeva me de damezrandina dezgehên neteweyî hebû, me ev pêsnîyaz wek gavek muhîm dît û Kemal Burkay jî Huseyîn Erdem ra bi kurtahî weha got:

„Kek Husên, em her du bi nasnameya xwe ya polîtîk tên naskirin. Eger em bi awayekî eskera nav vê xebatê de bin, dibe ku hinek kes bûyerê sas fehm bikin û ji xebatê dûr bisekinin. Dezgehek wek PENê de hewce ye ku hemû kurdên welatperwer û demokrat bikarin cîh bigirin. Em bi hemû îmkanên xwe alîkariyê dikin, lê warê legalîteyê de xebatê tu bimesîne…’

Pistî vê civîne, rastî jî me bi hemû îmkanên xwe, ber xwe da kû dezgeh bê sazkirin.

Me hem li Ewropayê hinek kesên elaqeder ra qise kir hem jî bi dezgeh sazîyên kurdan ra ketin tekilîyê. Wek nimûne, di payîza 1987’an de, ji bo mesandina xebata polîtîk ez û Sekreterê Gistîyê PSKyê ya îroyê Mesut Tek, em çûn rojhelat û basûrê Kurdîstanê. PEN jî têde, me di forma „Dezgehên nehukumet’ (Non-govermental organisations) de damezrandina dezgehên kulturî û demokratîk kirîbû rojeva xwe û di hevdîtînan de li ser sekinîn. Dawîya hevdîtinan de Dr. Ebdurehman Qasimlo, Mam Celal, Dr. Samî Ebdurehman, pistgiriya xwe anîn ziman û îcaze dan me ku eger hewce be em navê wan wek sazgêr binivîsin. Ji ber hinek astengan min firsend nedît ku bi birêz Mesut Barzanî van pirsgirekan dûr û dirêj biaxifim. Wek KDP wan destek dan vê projeyê. Lê jî bo îmzayê ez pêra axîfîn yan na, niha naye bîra min.

Gava ku ez zivîrim hatim Ewropayê, min û Huseyîn carek din hevdu dît. Lîsta me êdî temam bû. Dîsa bas nayê bîra min, lê me wek damezêr 12 yan jî 14 nav tesbît kirîbûn.

Demek sunda Sazgêrên ku li Almanyayê dijîn, Huseyîn û wan di nav xwe de civinek nû organîze kirin û sazkirina PENa Kurd fermî îlan kirin. Di vê demê de ji ber ku ez li Swêdê bûm, min nikarî bêsdarê vê civînê bim.

Dawîya dawî, di nîsana 1988’an de, di Kongreya PENa Navneteweyî ya Cambridge de Navenda PENa Kurd wek endam hat pêsniyazkirin û bi erenîya hemû delegeyan endamîtiya wê hat qebulkirin.

Di vê xebata dîrokî de meriv gere pistgirîya PENa Cihuyan û PENa Îngîlîzan ji bîr meke û bi taybetî bîne ziman.

Pistî civîna Cambridgeyê Huseyîn Erdem bi xwe min ra got „Eger îmzaya çend serekên partiyên Kurdan nebûna, di Kongreya PEN-Înternationalê de karê me zahmettir dibû. Gava ku delegeyan dît ku ji cuda-cuda parçeyên Kurdîstanê, navê rêberên kurdan heye, êdî qenaeta wan hasil bû ku PENa Kurd, dezgehek grûbî na, neteweyî ye û bi dilrehetî erenî dan endamîtiya me.’

Lê çend sal sun da min di hinek dokumentên PENê de dît ku sîyasetmedarên kurdan ên ku min li jor behs kirîye, navê wan wek sazgêr di lîsteyê de tune. Min çend car li gel Komîta Brêvebir qise kir û rîca kir ku banga Huseyîn Erdemê jî bikin û em runin qise bikin ku ka ew navên me çava ji lîsteyê hatine derxisitin. Lê mixabin komîte di vî warî de ne gavek avêt û ne jî agahîyek da min.

Ew xebat parçeyek ji dîroka me ya nêzik e. Wek kedkarek vê xebatê ez dixwazim carek din dûbare bikim ku Dr. Qasimlo, Mam Celal Talebanî, Dr. Samî Ebdurehman, Kemal Burkay û Munzur Çem jî damezrînerên PENa Kurd in. Wek min li jor jî got, rewsa birêz Mesut Barzanî bas nayê bîriya min, ku gelo navê wî ji di serlêdanê da hebû yan na?

Demek jî, navê nivîskar Mehmet Uzun wek sazgêr di hinek dokumentên PENê de cîh girt. Wek ku vê demê de jî min got û nivîsî, Mehmet Uzun sazgêrê PENê nîye. Heta pistî sazkirinê, ew bi xwe li dij derket. Wî û çend nivîskarên Swêdê xwestin ku PENa Kurd li Swêdê damezrînin lê wek endamên PENê, me ji PEN-Internationalê ra name nivisand û PENa xwe re xwedî derketin.

Munzur Çem

Balkêş e ?
Close
Back to top button