Çepka bikut! Baba hat, çû Helebê vala hat.
Ev malik cara pêsî kengî hatiye gotin? Kê gotiye? Li kîjan herêmê hatiye gotin? Bûyera wê çibûye? Li cem min ne pir zelal e. Tenê ji zaravê wê diyar e, ku li herêmên Kurdistana bakur û basûrê rojava hatiye gotin.
Ji ber ku bajarê Helebê cihê bazirganiyê bû- û besek ji xaknîgariya Kurdsitanê bû- û gelek caran Kurda li wir desthilatdarî jî kirine.
Ji wateya wê jî diyar dibe, ku mêrek çûbû bajarê Helebê û destevala bi ser zarok û malbata xwe de hatiye.
Ev malik ya bi zimanê dayika wan zarok hatiye lorandin û gotin, ya jî kurek / keçekê ji bira / xuska xwe ya biçûk re gotiye.
Gelek caran min didît û guhdar dikir, dema dayika min bi zarokên xwe re sa dibû, herdu destê birayên min yên biçûk digirt- û bi destê wî li çepka dida û digot:’
Çepka bikut! Baba hat,
çû Helebê vala hat.’
Bi rastî, min li gelek malan dîtiye, dema dayikên Kurd ev malik ji zarokên xwe re digotin û dilorandin.
Di dîroka dûr û nêzîk de xebatkarên Kurd yên Kurdistana basûrê rojava, ne tenê çûne Heleb, Himis, Sam, Beyrût, Orselîm, Hicaz û Yemenê. Lê belê, ew li nav gund û bajar û çiyayên Kurdistanê yek bi yek geriyane.
Di xebata neteweyî ya miletê Kurd de, kedeke wan ya pir bi nirx di nav tevgera Kurd de li hemû besên Kurdistanê hebû û ta niha jî heye- û bi taybet li Kurdistana basûr.
Wan bi dehên salan di nav tevgera rêzanî û leskerî de li bakur û basûr û rojhilat xebat û çalakî kirine, bi hezaran ji wan di ber besên din de pakrewan bûne.
Dema mirovek xebatê û karekî ji xwe û neteweya xwe re bike, gerek e bi kêmanî di nav civatê de nirxekî wî yê taybet hebe. Hima bi kêmanî posteke bilind di nav partî û dezgehên desthilatdariya wan de bi dest bixin.
Tevî ku gelek ji wan xebatkaran bûne hevwelatiyê Kurdsiatnê û Iraqê jî.
Dema mirov dibe hevwelatiyê dewleteke din, gerek e ew ustûbarî û mafên xwe biparêze, lewra ji mafê wî yê xwezayî ye, ku postekê di desthilatdariya wê dewletê de bi dest bixe.
Pir mexabin, ku hemû kadirên Kurdsitana basûrê rojava, yên ku di nav tevgera kurdî de li Kurdistana basûr xebatê dikin, yek post jî li wir nexistine destêd xwe de. Ne di dezgehên desthilatdariyê de, ne di civata nûneran de û ne jî di nav supah û serkirdayetiya partiyan de ..ûhd.
Helbet, ev jî gunehê wan berpirsa ne, yên li wir desthilatdar in.
Diyar e, ku ked û qurbanî û xebata netewî ya Kurdên Kurdistana basûrê rojava ta roja îro jî ti nirxî li cem berpirsên Kurdistana basûr nake.
Cihê heyfê ye, ku mirov dibîne, yekî xebatkar pistî xebateke dûr û dirêj, ji nav wê tevgerê destevala derdikeve û dawiya jiyê xwe nikaribe xwe û zarokên xwe xwedî bike.
Ji xwe mebesta wan û malbatên wan ji wê xebata dûr û dirêj, ew bû, ku mêr û jin û xort û keçên wan bi wan xebatên xwe di paserojê de bi serxwebûna Kurdistanê sad bibin, û her yek ji wan di sûn û posteke desthilatdariya wê de bi ustûbariya xwe rabe- û berdestiyê ji miletê xwe re bikin, û dawî bi destên xwe vî welatî biparêsin.
Heger berpirsên Kurdistana basûr li wan bibana xwedî û nirxên van xebatkaran bidane ber çavên xwe, wê demê tenê dayik û xusk û bira dikarîbûn van malikan li ser çûna hevjîn û bavên xwe bi vî sêweyî bibêjin:
Çepka bikut! Bas biner,
baba l, Hewlêr bû rêveber.
Çepka bikut! Her û wer,
baba l, Hewlêr bû parêzer.
Çepka bikut! Sar bi sar,
baba l, Hewlêr bû sahyar.
Çepka bikut! Çîq û çûk,
baba l, Hewlêr bû serûk.
Bawere-Omeri@hotmail.com
Bawerê Omerî