ÇIRAya Amedê: Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî rewa û pêwistiyeke mirovî ye

Îroj li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistanê dibistanên seretayî û navîn vebûn û bi mîlyonan xwendekar û bi sed hezaran mamoste dest bi perwerdehiyê kirin.
Mixabin serdema nû ya perwerdehiyê, bi pirsgirêkên gelek mezin û berfireh dest pê dike. Ev pirsgirêkên ku di warê perwerdehiyê de têne jiyîn him yên dîrokî û pergalî ne, him jî yên polîtîk û felsefî ne.
Pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê, ji avakirina komarê heta niha xwedî wê erkê bû ku ji aliyekî ve sazûmana nû tahkîm bike û ji aliye din ve jî bibe pergala asîmîlasyonê ya li himberî gelê kurd û kêmneteweyên dine. 90 sal e ku ev pergal li gor vê erkê tê birêvebirin û pirskirêkên wê her diçe zede û girîfdar dibe.
Perwerdeya li Tirkiyeyê ji aliye nîrxên demokrasiye ve qels e, ji bo her kesî derfetên wekhev peskes nake, mafên jinan kêm dihesibîne, derfet nade rexneyan, derfetên lêkolînan pir kêmin, xwendekar di pêvajoya fêrbûnê de aktorên sereke nîn in, û hwd.
Mirov dikare bi sedan pirsgirêkên pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê bi rêz bike. Lê mirov dikare bibêje ku tunebûna mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, him pirsgirêka herî sereke ye û û him jî ev yek bi xwe re gelek pirsgirêkên din diafirîne
Îroj li welatê pêsketî û demokratîk, perwerdeya bi zimanê zikmakî wek mafekî rewa yên mirovan tê dîtin. Li wan welatan dewlet, ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî derfetên xwe peskes dike. Dîsa li gor hiqûq û gelek peymanên navneteweyî perwerdeya bi zimanê zikmakî û parastina çanda gelan wek mafên mirovî yên sereke têne destnîsankirin.
Mixabin ev mafê rewa li Tirkiyeyê bi tene ji gelê tirk re rewa hatiye dîtin. Di serî de gelê kurd û kêmneteweyên dinê tune hatine hesibandin û ji vî mafî bi zordestî bêpar mane.
Ligel vê yekê gelê kurd bi dehan salan e ku ji bo azadî û mafên xwe yên neteweyî têkosîn dimesîne. Ligel daxwazên xwe yên dinê, daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dike.
Îroj li Tirkiyeyê di warê bikaranîna zimanê zikmakî de hin gavên pozîtîf hatibin avêtin jî ev yek têr nake. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ne bi tenê hînbûna ziman e. Mebest ji perwerdeya bi zimanê zikmakî ew e ku, di hemû pêvajoyên fêrbûnê de zimanê zikmakî were bi kar anîn. Hemû materyalên perwerdehiyê bi zimanê zikmakî bêne amadekirin.
Ji bo vê yekê divê carekê, ji alî hiqûqî ve rê li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî were vekirin. Ji bo zimanê kurdî û zimanên din ên kêmneteweyan di warê perwerdehiyê de, bi awayekî çalak werin bikaranîn, divê derfet bêne afirandin.
Di warê perwerdehiyê de, ligel perwerdeya bi zimanê zikmakî, hin mijarên din hene ku divê mirov qala wan jî bike.
Ger mirov li mufredata perwerdehiya li Tirkiyeyê binihêre, dê bibîne ku di derheqê dîrok, erdnîgarî, çand û hunera gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê tu tistek nehatiye nivîsandin. Di tu dersekî de hûn nikarin di derheqê gelê kurd û nîrxên wî yên neteweyî de tistekî bibînin. Hûnê bibêjin qeyê li vî welatî gelekî bi navê kurd najî, xwedî welatek, ziman, dîrok û çandek nîn e.
Dema ku mirov qala perwerdeya bi zimanê zikmakî bike, divê mirov vê yekê jî li ber çavan raxe. Ji bo vê yekê ye ku divê dîrok, erdnîgarî, çand, huner û nîrxên gelê kurd û gelê din di müfredata perwerdehiyê de cî bigire.
Divê ligel enstituyên ziman; li zanîngehan fakulteyên ziman, dîrok, erdnîgarî, wêje, muzîk, hunerî û hwd. jî bêne vekirin.
Bi kurtasî li vî welatî gelê tirk xwedî çi maf û derfetan bin, divê kurd û gelên din jî xwedî wan maf û derfatan bin.
Bidestxistina wan mafan bi têkosîna me ve girêdayî ye.
Komeleya Çandî û Hunerî ya
ÇIRAya Amedê
Dengê Kurdistan