Civîna agahîyên li ser revandîyê kurdên ezdayî yên Sengalê

Iro 28.01.2018 an da li bajarê Bottropê berêz Hussein Qaidi bû mêvanê Komela Hevalî û Komela Pistgirîya HAK-PAR Ewropa. Hussein Qaidî mudurê buroya ku raste rast bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî va girêdayî ye. Karê vê buroyê ew e, ku keç, jin, kur û mêrên ku ji alîyê Dewleta Islamî (DEAS) ya terorist û bêva va hatibûn revandinê, pasta vegerînin. Agahîyên ku berêz Qaidi dan dilê tevaya besdaran zîz kirin. Gorî tesbîtên dayra karû barên êzidîyan ji 03.08.2014 vir da bi gistî 6417 kes hatine revandinê. Ji vana 3547 kes zarokên qîzînî, keçên xama û jin in, 2870 kes zarokên kurînî, xort û mêrê sere ne. Büroya revanîya ta îro 3260 kes pasta vegerandine. Ji vana 1149 kes jin, 927 kes zarokên qîzînî yên temenê piçûk, 335 kes mêr, 74 kes jî zarokên lawînî bi temenê piçûk in. Berêz Qaidi got: “Ev kara bi alîkarîya hevalan, xêrxwazan û bi quweta peran va tê mesandinê. Ta îro ji xêncî Serokwezîr û hinek kurdan tu kesekî alîkarîya vî karî nekirîye, çi madî çi jî manewî.”
Gorî agahîyên berêz Hussein Qaidi, 3258 kes hê jî di bin destê DEAS a terorista ne. Ji wana 1472 zarê qîzînî û jin, 1686 kes jî zarokên kurînî û mêr in. Ew hewil didin, ku wan jî ji destê terorîstan azad bikin. Berêz Qaîdî çîrokên hinek revanîya jî ji bo besdaran anî ser zimên. Ew çewa hatine firotin, çend dest guhêrtine û gelek tistên kirêt ku meriv ji mîrovatiya xwe fedî dike.
Di besa pirs û bersivan da li ser hinek agahîyên bê bingeh û qirêj yên ku di nava gel û medyayê da belav dibin hinek pirs hatin kirin. Berêz Qaidî bi belgeyan va bersivên wan pirsana da. Her usan lîsteya kesên ku hatîne azad kirin, bi destê kê va, bi alîkarîya kê va û ji bo kesekî an kesekê çiqas pere dane, tevaya van belgeyan bin destên wan da hene. Ji pistî dan û standineke dûr û dirêj civîn hate dawî.
Em li ser navê HEVALTÎ Bottrop û Komela Pistgirîya HAK-PAR Ewropa ji bo van agahîyên qedir bilind sipasîya berêz Hussein Qaidi dikin û vî karê wan yê pîroz da serkeftinê dixwazin.
Dengê Kurdistan