Civîna Akadêmîya KOMCIWANê ya zivistanê çêbû

Ji 26.12 heta 30.12.12 ciwanên Kurd ji Elmanya, Iswiçra û Fransa li bajêrê Cuxhaven`ê vêk ketin ji bo Akadêmîya Zivistanê. Ev Kampa pir rengîn bû, him ji programa xwe û him jî ji kesên besdar bûyin.
Bi axiftina Rohat Geran li ser Partîya Sosyalist a Kurdistan roja yekê ya Akadêmîyê hate destpêkirin. Pistî wêra jî serokê PSK Mesud Tek li ser bûyerên van heyva li Kurdistana roj ava ji bo gencên Komciwanê axivt.
Li rojên dîv ra jî gelek babet li ser zîmanê Kurdî (taybetî Dimîlî) ji Prof. Dr. Paul Ludwig, gencên kurd yêt Yezîdî ji Xelîl Savucu û kustînên NSU li Elmanya ji Andre Berthy hatine amadekirin. Ser wê da jî Sîdar Alabay axiftinek li ser qetliyama Roboskî pêskês kir, da ku gencên kurd li Almanya li ser van bûyeran, sedemên rûdana wan bûyeran agadar bin û ji bîr nekin.
Li dîv axiftinê da ciwanên Akadêmîyê li 5 Workshop a da vêk ketin, da ku li koma Stirana, koma Govendê, koma wênegirtinê û grupa sano yê karê xu pêskês ken. Babetê van grupan jî daweta Kurdî ya kevnesopî bû.
Ew kar ji li seva dawîyê da hatine amadekirin û bi gelek leystikan sêveka pir bi rews û xwesî hat borandin.
Komciwan Almanya spasîya hemû endamên xwe dike bo vê demê xwes û serkeftî bi hevre û hîvîdar e rojên xwestir bibînin. Evê kombûna akadêmîya Komciwanê dîyar kir, kû paseroja gencên KOMKARÊ ya ges û serkeftî ye!
Dilber Yalman û Helîn Kestai (Komciwan Almanya)
Dengê Kurdistan