Civîna gistî ya KOMCIWAN Almanya hat lidarxistin

Komîteyek nû ‘ Generasyonek nû!
Duderstadt, 19.04.2014
Civîna gistî ya KOMCIWAN Almanya îsal di rojên 18.04.-19.04.2014 de li bajarê Duderstadt (Niedersachsen) hat lidarxistin.
Roja înîyê komîteya gistî, komelên KOMCIWAN li Almanya, grûbên amadekar û sexs hatin ber hev û li ser karê xwe yê di sala 2013/2014 de peyivîn. Pistî ciwan ser çalakîyen xwe agahdar kirin, komîteya gistî karê xwe aborî di sala 2013 berpêskir û ser nexsa aborî ji bo sala 2014 peyivî.
Li ser biryara komcivînê ji vê salê da û sunda hijmarên dengan li ser prensîba wekhevîtî tên belav kirin.
Di hember karê komîteya gistî da endamên KOMCIWANê li ser projeya Jugend 2014′ û li ser babeta teybet ji bo sala 2014 Bê sînor ‘ em gelek in!’ axaftin.
Em karin bi sahî bêjin, kû KOMCIWAN Almanya grûbek amadekar yê nû hilanî. Grûbek ciwanan ji bajarê Osnabrück (Niedersachsen) bûn endamê rêxistinê KOMCIWANê. Dûmahîk, kubrayek nû ji bo endamên biçuk hat pêskêskirin. Li ser navê ,,KOMCIWAN Young’ endam dixwazin ciwanên di navbera 12 û 16 salî da di sazîya KOMCIWANê xurtir bikin.
Di roja dûyemîn da serokê komîteya gistî, Evîn Kofli, wek dû endamên komîtê, Rojîn Cengiz û Sertaç Uyar, vekisandina xwe ji komîtê ragihandin.
Pistî ku van sê endaman xatirê xwe xwastin, di bernama sevê da, Laser Etdöger li ser sefera xwe li Kurdistanê (Hewlêr) behskir. Di hewldanê xwe da tekilîya xwe bi 200 rêxistinên ciwanên Kurdistanê pêskêskir. Laser di demek kurt da li ser petisyonek ser kampanyên anfal kar kir, kû ew petisyon bi alîkariya qonsola almanan bide meclîsa Almanya. Di wê petisyonê da daxwaza rêxistinên ciwanan – KOMCIWAN jî di nav da ye ‘ ew e, kû meclîsa Almanya xwe biborîne.
KOMCIWAN û komîteyek gistî nû
Di roja talî de hilbijartina komîtêya KOMCIWAN pêk hat. Rohat Geran bû serokê KOMCIWANê û herweha berpirsyara bingehîya û îdeolojîya KOMCIWANê ye. Sîdar Alabay û Laser Etdöger bûn cîhgirên komîtê. Sîdar berpirsyarê karê navneteweyî ye û Laser berpirsyara Lobby ye. Serhat Etdöger carek din bû berpirsyarê aborî. Wek din zêdetirî endaman dengê xwe dan Derya Etdöger (berpirsyarê endaman), Murat Etdöger (berpirsyara çandî), Bêrîvan Bektas (berpirsyarê projeyan), Ronas Karakas (berpirsyara peywendîyên gistî), Gulhat Etdöger (berpirsyarê babeta 2014) û Umut Güzel (berpirsyara perwerdeyî).
Hevdem di gel hilbijartina komîteya gistî, endaman desteya çavdêr (Kontrollat) jî hilbijartin. Rojîn Cengiz, Rûken Dogan û Welat Etdöger ketin desteya çavdêr. Hetav Tek, Evîn Kofli, Sertaç Uyar, Medya Kofli û Fevzi Aktas bûn endamên dadgeha berevanî. Karê dadgeh ew e, kû pirsgirêkan di nêvbera komîteyê û endaman de çareser bike.
Ji bo karê bingehîya KOMCIWANê komîteya endaman giranbûn danîn ser babetên Wekhevî, Civat, Pisgirî, Perwerdeyî û Rêzdarî. Di paserojê da komîteya nû dixwaze kûrtir li ser van babetan kar bike.
Ji bo sala nû û komîteya nû em serkeftin dikxwazin û em bawerin, kû ev sal bibe salek dilsadî, bextewarî û pêsketinê.
KOMCIWAN Almanya
Dengê Kurdistan