Civîna ji bo Festîvala Serxwebûna Kurdistanê pêk hat
Roja 15’ê Tîrmehê li Bajarê Frankfurtê li Almanya, dem 15:00 civîna ji bo Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Kölnê pêk hat. Di vê komcivînê de Mala Gelê Kurd KOMKAR Ludwigshafen û KOMKAR Frankfurt besdar bûn.
Tistên ji bo amadekarîya Festivalê hatin axaftin û bi navê KOMKAR Ludwigshafen Halit Kahraman, fikir û ramanên Mala Gelê Kurd KOMKAR Ludwigshafen bi ziman anî.
Di axaftina xwe de li ser vê çalakîyê got; ‘Em bi gistî li gel hemû karên kû di xizmeta Kurd û Kurdistanê ne.’
Halit Kahraman kû bi navê HAK-PAR Mannheim jî axivî, di gotina xwenî dawî de balê kisand ser Kesên Serbixwe û got;
– Em li ser medyayê tisten ku li dijî prensibên komîteyê tên kirin dibînin. Divê kesên di Komîta Amadekarî de hay ji van tistan hebin, daku hemû alî di vî warî de xwe li usûl û prensibên hevkarîya hevbes bigrin. Ji ber ku me tistên wekî wênêyên civînên komîtê di bin alên Partîyan dîtîye, ev ne di cih de ye.
Li ser navê KOMKAR Frankfurt jî Birêz Aydin Uçar pêsneyar da ku, li ser ”Festivala Serxwebûna Kurdistanê” divê her kesên ku hatine tespîtkirin di rîya e-maîlê de bên aghadarkirin da ku di nav hevalên xwe de bilav bikin û agahdar bikin.
Dîsa ji Mala Gelê Kurd Ludwigshafen, Sertîp Çelik axaftinek pêk anî û di axaftina xwe de balê kisand li ser vî karî, ku ev ne çalakîyek sîyasî ya yek yek partîyan e. Divê her kesên Kurd, partî û cudatîyên xwe bide alîkî û pistgirîya Referandûma Serxebûna KURDISTANa Basûr bike.
Baran Kahraman
Dengê Kurdistan-Frankfurt
15.07.2017
Dengê Kurdistan