Civîna ji nûva avakirina KOMKAR Almanya li bajare Berlinê pêk hat

Banga civînê ji alîyê serokê KOMKARê birêz Rohat Geran va hat lidarxistin.
Civîna KOMKARê du roj dewam kir. Berî vê civînê li Almanya Federal KOMKARê 4 civînên din li bajarên wek Hamburg, Bottrop, Ludwigshafen û li Nürnbergê jî pêkanîbûn.
Ev civîna nûnerên Komelên êndamên KOMKARê li Berlinê jî encam standina ev konsepta nû bû. Civîna nunêran bi axaftina kek Rohat Geran destpêkir. Pistî vekirina civînê ji bona sehîdên Kurdistanê deqqeyek rêz girtin çêbû. Birêz Geran agahiyek bi firehî bona bêsdaran da. Her wisa kek Ûnal Yardimci jî agahiyek da. Li ser ev konsepta nû bêsdarvan du rojan gengesî kirin. Dan û standinek bi berhem çêbû. Pistî encama axaftinên du rojan lijneyek ji heft kesî bona amadekirina komcivîna rexistina nû hat hilbijartin.
Her wisa civîna KOMKAR Almanya Federal keresata kû li bajarê Hanau -ku ji alîye nijatperest û fasîstek Alman va hatûbû çêkirin- sermezar kir. Kû piraniya kurbaniyan Kurd bûn divîya bû kû berpirsen hûkumeta Alman xemgîniya xwe li gel rexistinên Kurd bînan zman. Dîsa cîhê sanaziyê kû berpirsên Komela KOMKAR ya Berlînê wek birêz Dr. Sukrî Guler û Unal Yardimci du rojan pêswaziye vê civîne kirin.
Rênas Sütçü
Dengê Kurdistan Berlin
Dengê Kurdistan