Nûçe

Civîna Komîteya HAK-PAR li Fransê

Rizgar Amedî – Paris

Komîteya HAK-PAR li Fransê, ji bo xurtkirina pêwendîyên di navbera endam, alîgir û dostên partîyê da, roja 9ê nîsanê li Parîsê, civîneka fireh amade kir. Ji bilî endamên partîyê, gelek dost jî besdarî civînê bûn. Amadekarên civînê xwarinên kurdî jî dan mêvanan.

Mijara sereke di vê civînê da helwesta HAK-PARê di referandûma da bû. Li ser navê HAK-PAR Fransê

M.Alî Dersimî helwesta partîyê bi kurtî ragihand : « Em di vê referandûmê da dibêjin NA. Di vê pêsnîyara guherandinê da, her çar xalên destpêka zagona bingehîn nijadparêz in. NA’ya me hem ji Zagona berê ra û hem ji a nû ra ye. Kurd, Alewî û bi gistî prensîbên demokrasîyê di vê daxwaza guherandinê da tunene. Nabe ku em Kurd bikevin nava qalikên xwe û bêjin ‘pirsa demokrasîya Tirkîyê me eleqedar nake.’ Wek hun jî gist dizanin, partîya me federalî ji bo Kurdistanê, demokrasî jî ji bo Tirkîyê dixwaze. Bi milyonan Kurd li rojavaya Tirkîyê dijîn û pirsa demokrasîyê jî, hem li Tirkîyê hem li dewletên cîran me ji nêzik da têkildar dike. »

Muzîka kurdî jî di vê civînê da hatibû bernamekirin, lê ji ber wefata Dr.Hêlîn BURKAY, keça serokê berê ê HAK-PARê hêja Kemal BURKAY, ev bername hat betalkirin. Di civînê da, ji Kemal BURKAY û malbata wî ra sersaxî hat xwestin û xemgînîya wan hat parvekirin.

Di nava mêvanan da dostên partîyê û Kurdên rojavaya Kurdistanê û nûnerê PAKê jî hebûn û kêfxwesîya xwe dîyar kirin û daxwaz kirin ku civînên bi vî awayî di dema bê da jî bên çêkirin. Civîna ku bêhtirî sê se’etan ajot bi serkeftî dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button