Civîna Mamosteyên Kurd li Viennayê çêbû

Yusuf Budak
Ji çar parçeyên Kurdistanê mamosteyên Kurd li Viennayê dijîn. Hin ji van mamosteyan di dibistanan de naxebiten. Mamosteyên ku di karxaneyan û Taxsîyan de jî dixebitin hene. Piranîya mamosteyên kurd ji Kurdistana Bakur hatine. Yên ku di dibistanan de dixebitin; bi zimanê Tirkî, Almanî, Îngîlîzî û Kurdî dersê didin zarokan. Ji wan mamosteyan, mamosteyên ku dersên Kîmya û Fîzîk jî didin hene. Bi teybetî dersên Kîmya û Fîzîk bi zimanê Almanî tê dayînê. Piranîya mamosteyên Kurd ên li Awustirya dijîn hemû jî kesên nistîmanperwer in.
Sala îsal li Viennayê, di heft dibistanan de dersên zimanê kurdî tê dayîn. Ji grûba mamosteyên Kud sê mamoste bi zaravayê Kurmancî di çar dibistanan de û du mamoste jî di sê dibistanan de bi zaravayê Zazakî dersê didin zarokan.
Grûba mamosteyên Kurd carina tên ba ev û li ser kar û barên xwe konferans pêk tînin. Roja 19.Gulan.2013 an de li dervayê Viennayê careke din kom bûn, li ser rewsa zarokan û dêy û bavên zarokan axafîn.
Pistra grûba mamosteyên Kurd li ser karên xwe yên pêserojê biryar girtin:
– Di meha Heziranê -2013 an de bi dêy û bavên zarokan ra û berbirsîyarên komeleyên Kurd ra civîneke hevbes amede kirin
– Ji grûba mamosteyên Kurd du komîsyon ava bûn; ji bona ku perwerdeya zarokên kurd materyalên dersê wek; pirtûk, ferheng û materyalên digital amede kirin
– Di maha îlonê-2013 an de bo mamosteyên Kurd li PI-Wien qursên zimanê kurdî berdewam bikin.
Dengê Kurdistan