Nûçe

CIVÎNA NASANDINA WEQFA RÎYA AZADÎ LI PARÎSÊ – KEMAL BURKAY PIRTÛKÊN XWE ÎMZE KIRIN

W. LICÎ- Paris

Serokê Weqfa Rîya azadî Kemal Burkay pistî civînên li Berlîn, Hamburg, Bremen, Köln, Londre, Denhaag, Munih û Zurîhê, bû mêvanê HAK-PAR saxê Fransayê.

Roja 22ê nîsana 2018an, ji gelek bajarên Fransayê, heval û hogirên Rîya Azadî, HAK-PAR û nas û dostên Kurd û Tirk tevlî vê civînê bûn û Mamosta Kemal Burkay pirtûkên nû ku Weqfa Rîya Azadî çap kirine, îmze kirin.

Di pey rêzgirtina ji bo cangorîyên têkosîna azadî û demokrasîyê, civînê dest pê kir û serokê Weqfê hêja Kemal Burkay di destpêkê da, di warê xebatên sîyasî û çandî yên tevgera Rîya azadîyê da, agahî dan û wusa got :

« Me di sert û mercên gelekî zor da, kovara Rîya Azadî û rojnameya Roja Welat derxistin. Hevalên me bi mêranî kar û xebat dikirin, bi deh hezaran ev rojname û kovar dihatin belavkirin. Tevgera Rîya azadî roleke bas lîst ji bo hisyarkirina gele Kurd. Gelek pirtûk û brosur jî, li ser dîrok, ziman û çand û pirsên sîyasî di nav wesanên Rîya azadî da hatin çapkirin. Wan demana, bi girseyî cejna Newrozê jî hat pîrozkirin. Ev kar û xebat bûn bingehek di têkosîna bo azadîya miletê Kurd li Bakur. Komeleyên DHKD jî di warê rêxistinî da, li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê hatin damezrandin. Di helbijartinên saredarîyaran da jî, serkeftinên mezin bi dest xistin. Li dervayê welat jî, bi taybetî li Ewropê, komele û federasyonên KOMKARê, ji bo nasandina pirsa Kurd û Kurdistanê kar û xebatên bas kirin. Hevalên me bi çalakî ev kar û xebatana kirin.

Me heta îro hem li welat, hem li dervayê welat bi sedan pirtûk û kovar wesandine. Ji alîyekî va, ji bo parastin û arsîvkirina van wesanan, ji alîyekî din va jî, ji bo pêsdabirina ziman û çanda kurdî, pêdivîya me bi damezrandina weqfekê hebû. Lewma, min û çend heval, par havînê, me weqfa Rîya Azadî damezrand. Ev weqif dê di warê perwerdekirina zarok û xwendekarên Kurd da, alîkarîyê bike, semîner, panel, konferansan li ser dîrok, ziman û çanda kurdî çêbike. Kovar, rojname û pirtûkên kurdî çap bike, yên berê jî, ji nû va biwesîne. Niha gelek pirtûk di dest me da ne, em dê vana çap bikin, bixin xizmeta lekolêr, pispor, nivîskar û mamostayan.

Weqfa me, dê di warê mafên mirovî da jî kar û xebatan bike ji bo civata Kurd. Emê li ser van pirsan projeyan amade bikin û bi rêxistinên navnetewîya ra bikevin têkilîyê ku alîkarîya me bikin.

Me gava weqif damezrand, em bi gelek heval û hogirên berê û yên niha ra jî ketin têkilîyê. Hûn jî dizanin ku ji bo van xebatan pêdivî bi alîkarîya aborî heye. Hevalên me yên dewlemend tunene, lê em bawer dikin, ev kar û xizmet dê ges bibin û pêsda biçin. Ev weqfa me ji hemî dost û hevalên dilxwaz ra vekirî ye, dikarin bibin endam û pistgirîyê bikin. »

Besdaran, pistî navberê, di besê diduyan da li ser ‘yekîtîya hêzên Kurd, kongreya neteweyî, helbijartinên pêswext da pirsên xwe ji Burkay kirin, wî jî bi berfirehî bersîva wan da.

Burkay Di warê kongreya neteweyî da got « Mixabin rewsa niha ne musaît e ji bo vê yekê. Berî her tistî divê hêzên welatparêz ên Kurd di her parçeyî da, ser û dijminahîya hev nekin, pistgirîya hevûdin bikin, ev jî bas e. Wek mînak rewsa basûrê welatê me li ber çavan e. Kurdan ji bo serxwebûnê referandumek çêkirin, bi dengekî mezin jî gelê Kurd li vî parçeyî got erê. Lê mixabin besekî YNKê ev yeka hanê nexwest û dawî jî çi bû, hûn bas dizanin…

Di mijara helbijartinên pêswext da jî, helbet fikreke min heye, lê bawer dikim dê meclîsa HAK-PARê çend roj sûnda dê bicive û biryarekê bistîne. »

Di civînê da yek ji damezrênerê tevgera Rîya azadîyê, hêja Zîya Acar jî amade bû.

Besdaran eleqeyeke mezin nîsan dan ji Kemal Burkay ra, hemîyan pirtûk stendin, dan îmzekirin û kêfxwesîya xwe pê dan zanîn.

Civîn bi qasî 4 seetan ajot û bi serkeftin dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button