Nûçe

Civîna nûneran ya Komeleya Pistgirîya HAK-PARê ya Ewropa li Frankfurtê çêbû

Di roja 1-ê nîsanê de ji bajarê Almanya Frankfurtê civîna gistî ya nûnerên Komeleya Pistgirîya HAK-PARê ya Ewropa çêbû. Bilî nûnerên komîteyên pistgirîya HAK-PARê ji welatên cuda, hinek ji rêvebirin partîyê ku ji welêt hatibûn û kesên emekdar ê berê wek Yilmaz Çamlibel, Bekir Saydam û dostên partîyê jî basdar bûn û gotar xwendin. Cîgirê Serokê partîyê Arif Sevinç, Abdullah Çelebî, Cafer Stêrk, Düzgün Kaplan û endamê Meclîsa Partîyê Haluk Öztürk jî amade bûn.

Civînê bi vekirina serokê Komeleyê Fettah Timar û bi rawestina rêzgirtina sehîdan destpêkir. Dûra Cîgirê Serokê Partîyê Arif Sevinç gotarek xwend. Sevinç di destpêka axaftinê de got ku silavên birêz Kemal Burkay û Serokê Gistî yê HAK-PARê birêz Refîk Karakoç ji besdaran ra anîye. Arif Sevinç, di berdewamîya axaftina xwe de li ser rewsa sîyasî ya Tirkîyê, Kurdistanê û Herêmê sekinî. Wî derbarê rewsên siyasî yên cuda de dîtin û raya partîya xwe anî zimên.

Sevinç, derbarî demajoya derbasbûyî ya HAK-PARê de, li ser polîtîkîyên wê, rol û erkên wê axifî. Sevinç got: HAK-PAR barbirê doza netewî û têkosîna wê ya demokratîk e. Ew projeyeke milli ya gelê Kurd e. Pistgirî û yekîtîya bi HAK-PARê re erkê her welatparêzekî ye.” Cîgirê serokê HAK-PARê li ser rewsa rêxistinî û pêkanîna teskîlatên partîyê jî hin agadarî pêskêsî civînê kir. Sevînç her weha xebere erênî ya din jî bi besdaran re parvekir: ku partî di hundirê welat de, êdî xwe bi xwe pirsgirêkên di hêla aborî de çareser dike. Wî her weha da xuyakirin ku xebat û pistgirîya komelê û komîteyên dost û bira ji bo mesandina xebatên Partîyê di hêla aborî de girîng û hêja ne.

Yek ji besdarên civînê yê rêzdar Yilmaz Çamlibel jî gotarek xwend û li ser giringîya yekîtîya milli axifî. Çamlibel di axaftina xwe de destnîsankir ku HAK-PAR projeyeke milli ye, divê bê destek kirin. Got herçend kil û kêmasîyên wê hene jî, ew hêvîyeke ji bo serketina milletê me. Bekir Saydam jî di axaftina xwe de li ser xebata rêxistinî, rewsa siyasî û rola HAK-PARê anî zimên. Saydam got ku HAK-PAR partîyeke alternatîf e. Rêya wê rast û pêseroja wê ronî ye.

Rêvebirên komeleyê, Xidir Mak, Huseyîn Evîn raporên xebata salekê xwendin. Mak da xuyakirin ku armanca sereka ya komeleyê ew bû ku jimara endaman bigihînin 500 (pêncsed) kesî. Cîyê sanazîyê ye ku di vê yekê de Komele gihîste armanca xwe. Ev agadarî bi dilxwesîyeke mezin hat pêswazîkirin.

Nûnerên komîteyên welatên din jî raporên xwe xwendin. Li ser raporên xebatê û aborîyê niqas hat kirin. Ji bo dewra pês pêsniyarên cuda cuda hatin kirin. Rêvebiran, yek bi yek spasî hemû komîteyan, dost û xebatkarên HAK-PARê kirin. Bi kurtî Komela Pistgirîya HAK-PARê li Ewropayê civîneke gelek berhemdar û serkeftî pêk anî. Vê yekê moralekî bas da nûner û xebatkarên partîyê li dervayî welêt.

Dengê Kurdistan

Back to top button