Nûçe

Civîna Serokê Gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay li Stockholmê pêkhat

Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)Kemal Burkay îro li Stockholmê di civînekê de li ser rewsa siyasî ya Tirkiyê, Kurdistanê û herweha derbarî kar û barê HAK-PARê de qisekir. Civîn li Kitêbxana Kurdî çêbû. Burkay bersivda pirsên besdaran û bi wan re sohbet kir.

Burkay di destpêka axaftina xwe de li ser vegera xwe ya welêt û li ser guhartinên ku li wêderê bûne axifî û bi çend nimûneyan qala rewsa aborî, civakî û herweha siyasî kir. Burkay got ku di dema vegera wî de gelek derdoran propaganda dikirin ku Kemal Burkay merivê AKP ye loma hukumeta AKP bi xwesî lê pêswazî kirin. Lê wan bi zanebûn an jî bi nezanî rastiyek ji ber çavan dûr digirtin. Paradigmayên dewleta tirk guherîne. Hukumeta AKP hebûna kurdan û zimanê kurdî wek hukumetên berî xwe înkar nake, piçûk be jî hin gavên erênî davêje, got û vekirina Tv trt6 û besên ser ziman û edebiyata kurdî li hin zanîngehan de nimûne da. Got: ‘Evana ne gavên gelek mezin bin jî, derz in di dîwarên sîyaseta berê a serhisk da û dikarin rê vekin ji bo guhartinên mezin, da ku ew dîwar hilwese.’

Li ser pirsa besdarekî ku got “gelo tu bawer dikî AKP pirsa kurd çareser bike?” Burkay got na ez bawer nakim, eger daxwaz, zext lê kirin ji aliyê kurdan ve çê nebe û em qîma xwe bi van gavên piçûk bînin, hingê hukumet ji xwe razî ye. Serokwezîr Erdogan jî çend caran got ev gavên me avêtine bes in. Her usa sînorên hêza vê hukumetê jî hene, ji ber ku li himber wê mixalefeteke xurt heye ku ji nijadperestan, kemalistan heya ji çepên Tirkan pêk tê. Ew dijî van guhartinên piçûk jî derdikevin.

Burkay derbarî xebata siyasî ya legal de bi gistî û li ser rol û pêwîstiya hebûna partiyeke wek HAK-PARê bi taybetî rawestiya. Burkay got ku HAK-PAR projeyeke yekitiya kurdan e li Kurdistana Bakur. Dîtin û daxwazên wê zelal in. Li ser bingehê wekheviyê sîstema federasyonê dixwaze ji bo kurdan. HAK-PAR ne partiyeke îdeolojîk e, tê de ji sosyalîstan bigre, heta lîberalan, dîndaran hemû kurdên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, dikarin cî bigrin. Serokê partiyê yê yekemîn rehmetî Abdul Melîk Firat bû ku ji malbata Sêx Seîd û kesekî dîndar bû. Pistî ku gel û welatê me gihîst azadî û demokratiyê, hingê herkes dikare li gor îdeolojiya xwe di partiyên cuda de cî bigre û bixebite.

Burkay di berdewamiya axaftina xwe de got yên ku dixwazin bi vî awayî hêza kurdan bikin yek û di qada legal de bi rê û bi îmkanên astîyane têkosîna azadiyê bilind bikin, divê tevlî HAK-PARê bibin. Partî û rêxistinên berê yên salên 70 û 80 dewra xwe tijî kirine. Careke din lêvegerîna wan kom û rêxistinên berê bê feyde ye, ser de jî dikare astengiyan derxe, xesarê bide tevgera welatparêz. Ev dibe grûpcîtî ya bi rengê esîrtiyê.

Serokê Gistî yê HAK-PARê li ser Kongreya Netewî, rewsa siyasî ya gelê kurd li Basûr û Suriyê, pêwendiyên PYD û partiyên Basûr û gelek mijarên din pirsên guhdaran bersivand. Burkay got ku PKK li Bakur tu tistekî naxwaze, lê çima li besên din ên Kurdistanê partiyan ava dike. Ên wan ji xwe partiyên wan hene. Wî siyaseta PKK ya sas rexnekir. Burkay got PYD pistgirîya hukumeta Bisar Esed dike û rê li ber kar û xebata partiyên Kurd digre, zextê li wan dike. Essed dîktator e, dîktator nikarin reforman bikin maf û azadiyan bidin gel. Eger pistî vê saetê bike jî dereng e. Aktorên dereke, hêzên wek Amerîka, Rûsya û welatên navçeyê wê dengeyeke hêzan pêk bînin û li gor wê formekê bidinê. Ez bawer dikim di dawiyê de kurd jî wê bigijîn mafên xwe. Sîstemeke federal wek Kurdistana Basûr dikare li vêderê jî çêbe. Bona vê yekê divê yekitîya Kurdan hebe û ew bi hevdu ra bi sîweyeke demokratîk kar bikin.

Burkay her usa jî li ser pirsekê got: ‘Avakarina ‘Desteyê Bilind’bi destê Serokatiya Herêma Kurdistanê, ango bi destê birêz Mesûd Barzanî, ji bo pêkanîna yekitîya Kurdên Rojava bû.

Burkay, li ser hilbijartinên mehellî û besdarîya HAK-PARê jî agahdarî dan. Li ser pirsa pêkanîna hevkariya partiyên kurdan di hilbijartinan de jî axifî û got ku HAK- PARê pêsniyaza hevkariyê ji partî û grûpên dervayî BDP re birine.Hîna ji wan bersiveke zelal nestendine.

Burkay di dawiya axaftina xwe de giringiya alîkarîya manewî û maddî ya kurdên dervayî welat ji bo HAK-PARê anî ziman. Wî rave kir ku HAK-PAR wê li Kurdistanê û gelek bajarên rojavayê bikeve hilbijartinê. Eger HAK-PAR li gor cara berê reyên xwe bike 2-3 qat, hingê wê riya xurtbûn û pêsketinê jê re vebe û roj bi roj di nav gelde bê naskirin û destegkirin. Loma vê carê pistgirîya her kesekî welatparêz ji bo me gelekî girîng e, got.

Civîna ku ji aliyê Komîteya Pistgirîya Hak-Parê li Swêd hatibû amadekirin bi xwesî û serfirazî gihîst dawîyê.

19 Çirîya Pêsîn, Stokholm

Dengê Kurdistan

Back to top button