Civîna yekemîn ya ji bo sazîyeke sîwan li seranserê Elmanyayê

Ji bo berjevendîyên neteweyî
Rêxistineke sivîl û astîxwaz
Serbixwe, demokratîk û piralî
Bi her awayî hember nijadperestî, cûdaxwazîya cinsî, tund û tujîyê
Di roja 10.11.2019 da li bajarê Hamburgê, ji bo avakirina sazîyeke sîwan li seranserê Elmanyayê, cîvînek pêk hat.
Serokê KOMKARê Rohat Geran û ji Komîta Amedekarîyê jî Ünal Yardimci wek gotarvan besdarê civînê bûn.
Cîvîn ji du besan û bi du zimanî bi rêvaçû.
Di besa yekemîn da gotarvan, projeyê xwe yê hazirkirî dane nasandînê. Hedefê wan çî ye û di nav projeye da çi hene, bi zelalî raxistine pêsîya guhdaran. Di besa duwemîn da besdar pêsnîyar, bîr û raya xwe gotin. Bê sînordarkirî rexne, raman û dîtinên xwe anîn ziman. Civîn bi qasî sê saetan domkir.
Çawa ku tê zanîn li pey Kongra 2016 an li Berlînê, rêvabirek du alî peyda bibû û ev kêsê gihîstibû dadgehê. Bi vî awayî, herdu alî jî nekarîbûn kar bikin, karûbarê KOMKARê bi rêva ne diçû.
Di Sibata sala 2019an da, bi besdarbûna nûnerên komel û komikan, li bajarê Berlînê civînek fireh hate sazkirinê û li ser vê pirsê dûrûdirêj hat axiftin.
Biryar hat dayîn ku 40 salîya KOMKARê bê pîrozkirinê her usa sazîyek nû wek sîwanek ji her çar parçê Kurdistanê, were avakirinê. Ji bo vê karê pîroz jî ji 5 kesan Komîteyek Amadekar hate hilbijartinê.
Komîte konseptek hazirkir û biryar hat girtin, ku li bajarên cûda cuda civînan bi rêva bibin û di van civînan da, hemwelatîyên Kurdistanî, li ser konseptê gengese bikin, pêsniyar û dîtinên xwe bînin ziman.
Civîna pêsîn li bajarê Hamburgê, di roja 10.11.2019 an da pêk hat.
Her du gotarvan jî behsa kar û xebatên KOMKARê ya 40 salan raxistin ber çavan. Li ser naveroka konseptê, bi firehî agahdarî dan.
Konsepta nû, bi awayeke bingehîn ji du besan pêk hatibû.
Li Almanya dora 1.3 mîlyon Kurd dijîn. Mafên ku bîyanîyên dewletên dî bi dest xistinê, divê bo Kurda jî were cîbicîkirinê. Wek mînak, bi zimanê Kurdî perwerdeyi; bi zimanê Kurdî sêwr û sêwrdari û hwd.
Para duwemîn jî, kar û xebatên sîyasî ji bo netawa Kurd li Kurdistanê. Pêwistîya karên lobîyê, amadekirina kadroyên genc ji bo wan karan, cîh girtîbû.
Saziya nû bi rasti divê bibe wek sîwaneke hemû Kurdistanîyan li Elmanyayê. Nebe rêxistineke sîyasi, rêxistinek civakî, sivîl û astîxwaz. Ji bona her çar parçê Kurdistanê kar bike. Ji tund û tûjîye dûr bisekine. Dijî nakokîyên cinsî be, ango wekhewiya jin û mêran biparêze. Bona berjewendîyên gelê Kurd dost û hevkaran peyda bike.
Gotarvanên civînê her usa anîne ziman ku di pêserojê da, hin bajarên Elmanyayê wê civînên bi vî rengî çêbikin.
Dengê Kurdistan