Civîna yekemîn ya KOMCIWAN û Amaro Foro

Di roja 9 Adar 2012 an de rêxistinên ciwanan yên Komciwan- Berlin û Amaro Foro- Berlin cara yekemîn hatin cem hevdu. Amaro Foro rêxistineke Sinti û Roma ya li Berlinê ye. Endamên wan piranî ji dewletên wek Romaniya, Bulgariya, Makedoniya û dewletên din in, ên ku berê bi ser Yugoslaviyayê bûn. Ew jî wek Kurdan bi salan û sedsalan bindest man û ji welatên xwe koçber bûn e. Gelê Roma gelek bindest e di dîrokê da. Di dema rêjîma Hitler de gelek ji wan hatin kustin.
Cudahiya Sinti û Roma ew e ku mirovên Sinti bi sedsalan li Almanyayê dijîn û xwe wek Almanan dihesibînin. Pirtirîn Roma ji Romaniya, Bulgariya, Serbiya, Bosniya ûwd. tên. Ji ber vê yekê di jiyana van herdu grubên ciwanan de gelek cadûbûn hene.
Di vê sevê de em li hev civiyan, ji bo ciwan bi rêyekî teybet hevdu nasbikin. Destpêka sevê me lîstikên naskirinê lîstin û pasê ciwanên wan muzîk û stranên romanes gotin. Li dawiyê besdarên Koma Dîlanê govend ji herema Gimgimê nîsan dan.
Bi gistî sevek xwes û sên bû, tê de me gelek tistên nû naskirin. Di paserojê de em dê çend carên din werin cem hevdu, ji bo em karibin muzîk, govend, danûstandin û çandên hev kûrtir nas bikin.
Dengê Kurdistan