Nivîsar

Civînek li ser ziman, Kurdî û Tirkî

Zimanê kurdî ; bi dîtina min li Kurdistane Bakur navbera Kurdan û Tirkan de tenê cudaya ziman mayê. Kurd bi ziman û folklora xwe li ser pîya, ku ev nasnama me ye.Rol û keda dayikên Kurd di warê ziman û çanda kurdî geleke ku ev nasname winda nebe. wek gelên dinyayê ,pêwîste em kurd di hemû bêsin jîyanê de zimanê xwe bixwinin, binivîsin û biaxifin daku him û hestê ziman bi me re bimine…

Almanya ‘Oldenburgê(…) berîya betlana dibistanan heftîyek civinek hat amedekirin.Armanca civinê ev bû ku mamoste û pedagogên Alman xwastin di derheqa zimanê dayikê li dibistanan de agahdarî û naskirina wê û dersdanîna wê bizanîbin. Li ser zimanê kurdî ez û mamostê Tirk jî li ser ê tirkî vexwandî civînê kirin. Qasî 30 mamostên alman li civinê amede bûn.

Bi kurtî axaftina min:’ 40 milyon zaftir Kurd zimanê kurdî diaxfin û çend zarawên (dîayelekt )kurdî henê, heta niha li Tirkîyê nêzik 4 milyon Kurd ku asîmle bûne(helîyane ji kultura kurdî dûr ketine û kurdî jibîr kirine, nikarin kurdî biaxifin.).Kurdî di gruba zimanê Hind û Awrûpayê de ye û ji zimanê tirkî gelekî cudaye ( Ji ber ku hinek ji Almanan bas nizanibûn kurdî û tirkî ji hev cudaye) . Rolê zimanê dayikê li ser zarokan û merivan çiqas di warê kesayetîyê, psikolojîyê û hinbûna zimanekî din de dileyîze. Uhw… „ Pasî lêkonîke ku min ser zimanê kurdî almanî hebû, çend nimune dan û got. Wek li jêr :

Kurdî Almanî Ingilizî

hebûn= haben, have

karin= können, can

bira= Bruder, brother

stêrk= Sterne star

serm= sich schämen shame

nav= Name name

meriv(mirov)= Mensch human

Derî = door

Ev yeka gelekî bala wan kisand.Min karibû hêjî vê listê dirêj bikim, lê min kurt birî.

Pasî gelek pirs hatin û min bersiva wan da. Mamostê Tirk jî li ser dersa tirkî hinek kitabên xwe yên dersê sanî wan kir û feyda ziman got. Pistî ku civin dawî bû, ez derketim û xatirê xwe ji wan xwest , teva destên xwe lihevdan û spas kirin…

Pêwist e em Kurd li her cî zimanê xwe biparêzîn bi teybetî Kurdên li Awrûpayê ne, ji bo Awrûpiyan û biyanîyan zimanê xwe û kultura xwe bidin naskirinê.Di malê de bi zarokên xwe re bi kurdî axifin û hezkirina ziman bidin wan. Bila malbatên zarokan zanîbin, ku çiqas zimanê dê zarok zanîbin wê zûtir jî hinî zimanê almanî û yên bîyanî bibin.

Pistî civînê du rojan ez û ê tirk me hev dît û gengesîyeke demokratik û medenî kir got’ hoca! tu hinekî politik axifî’ .Min got :’ Na, politik bi xwe jîyan e û jîyan jî polîtik e tu nikare ji hev veketinî tistên ku min got li ser ziman perçekî ji rastîya jîyanê bû .’ dawî ya rastîya ku min jê re got qebûl kir û ji hevûdin bi dilxwesî xatir xwast . Civin gelekî bi ser keftî û erenî derbas bû. Mamostêyên ku min wan nas dikirin, kêyfxwesîya xwe nîsan dan û razîbûna xwe gotin.

(Mamostê zimanê kurdî/ e- Mail: ahmet.akbas@ewetel.net

Almanya/Oldenburg

23.12.2913

Ahmet Akbas

Balkêş e ?
Close
Back to top button