Nûçe

Davos: Serok Barzanî hejmarek hevdîtin pêk anî

Serok Barzanî li gel Serok Komarê Azerbaycan û Serok Wezîrê Holanda û Cîgirê Serokê Kompanya Chevron û Wezîrê Derveyê Urdin û Wezîra Berevaniya Almanya û Holanda civiya.

Roja çarsem 18.01.2017 li duyem roja Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davos, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Jay Pryor Cîgirê Serokê Kompanya Chevron a Amerîkî civiya. Di civînê de behsa kar û çalakiyên kompanya li Herêma Kurdistanê kirin û Jay Pryor pabendbûna kompanya xwe ya ji bo berfirehtir kirina çalakiyên li Herêma Kurdistanê da dûpat kir.

Her îro li çarçoveya Korbenda Davos li Swîsre, Serok Barzanî li gel Eymen El Sefedî Wezîrê Derveyê Urdinê civiya. Di hevdîtinê de ku sanda li gel Serok Barzanî amade bûn, Wezîrê Derveyê Urdinê rêz û silavên Melîk Abdulla Sahê Urdinê bi Serok Barzanî ragihand û balkisand li ser peywendiyên di navbera Sahnisîna Urdin û Herêma Kurdistanê û bi dîrokî û girîng da zanîn. Li beranber da Serok Barzanî silav û rêz ji bo gel û Padsahê Urdinê re sand û tekez li ser pêsxistina peywendiyan kirin. Her li vê hevdîtinê de serê dijî terorîstên DAISê û rewsa Iraq û navçeyê xistin ber behs.

Her li çarçoveya duyem roja Korbenda Aboriya Davos, Serok Barzanî her yek ji rêzdara Wezîra Berevaniya Almanya Ursula Vonderlayn û Jenîn Hens Wezîra Berevaniya Holanda hevdîtinek encamda. Li vê hevdîtinê de jî behsa peywendiyên Herêma Kurdistan û Almanya û Holanda li rûyê serbazî û serê dijî terorîstên Da’îs kir û destxwesiyê li Serok Barzanî û Pêsmerge kir ji bo wan serkeftinên bi dest ve anîne û tekez li ser berdewamiya peywendiyên wan li gel Herêma Kurdistanê kir.

Êvariya îro jî Serok Barzanî li dû hevdîtinên girîng da, li gel Mark Rûte, Serok Wezîrê Holanda dicive û pasê jî li gel Dr Îlham Alîyev Serokê Azerbaycanê dicive.

Berî nîvroya roja çarsem 18.01.2017 li duyem roja Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davos, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê besdarî li workshopek kirin ku taybet bû bi pasaroja Suriye.

Di vê workshopê de ku ji aliyê Glaws Shwap Serokê Korbenda Aboriya Davos û Stefan Demistora bi Nûnerayetiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve dihate serperestî kirin û hejmareke zêdeyê ji Wezîr û rêxistinên navdewletî û navendên diyalog û akademî amadebûn, ji wan jî Wezîrê Derveyê Fînlanda û Norwêç û Urdin û Îran, Federîka Mogerînî Berpirsa Siyasetên Derve yê Yekîtiya Ewropa, Peter Mawror Serokê rêxistina Navneteweyî ya Xaça Sor.

Di vê workshopê de behsa rewsa Sûriyê û wan guftûgoyan kirin ku biryar e li rojên pês de li Astana ya paytexta Kazakîstanê birêve biçê.

Hewlêr-KDP.info

Dengê Kurdistan

Back to top button