Nûçe

Daxûyanî ji bo pistgirîya Peyama Serok Barzanî

Çewa ku tê zanîn, di vê dawîyê da li Rojhelata Navîn, gelek guhartinên taybetî pêkhatin û hê jî dawîya guhartinan nehatiye. Ev bûyerên ku rûdidin, ji ber polîtîkayên sas yên serokê Iraqê Nuri Maliki û rejîma Suriyê, her usa dewletên derûdoran, yên ku destên xwe pista rêxistinên terorîst didin, pêktên.

Ji pistî, ji alîyê rêxistina DAÎS ê va dagirkirina bajarê Musul û hinek deverên ku, erebên sinî lê dijîn, rewsa dewleta Iraqê tevlihev bû. Leskerê Iraqê li ber DAÎS berxwe neda, wan deverana ketin bin destên DAÎSê. Li ser van bûyeran, Pesmergê Hukumata Herêmê hemû deverên ji Kurdistanê veqetandî hildane binê kontrola xwe û rê nedan, ku DAÎS têkeve deverên kurdnîsîn. Eva rawsa nû tê wê wateyê ku, mada 140 an, ya divîya ku gor zagona Iraqê bihata safî kirinê, hema bi destên pesmergan hate safîkirinê, ji ber ku leskerê Iraqê ew dever hember DAÎSê neparastin.

Li ser vê rewsa nû Serokê Herêma Kurdistanê, berêz Mesud Barzanî û Hukumata Herêmê ketin nava hewildanekê. Serokê Herêma Kurdistana Basûr, berêz Mesud Barzanî di rûnistineka Parlamena Herêma Kurdistanê da ji parlamentoyê xwest, ku Komisyonek ji bo pêkanîna referandumekê bê sazkirinê, ka gelê kurd li Kurdistana Basûr gel Kurdistaneka azad e yan na.

Ji pistî vê beyana Serokê Herêma Kurdistan, çi li Kurdistanê, çi li diyasporayê kurd ketin nava hewildanan.

Li Almanya jî, bi insîyatîfa hunermendê kurd Nizamettin Arinç, Musa Ataman (serokê Cîvata Kurd Rhein-Sieg), Maria Sido Xan(Cîvata ji bo Gelên di bin tedayîyê da-GfbV) û Youssef Klein va di roja 11.07.2014 an da li bajarê Siegburgê civînek pêkhat. Amadekarên civînê gelek komel, rêxistin, partî û kesayetî vexwendibûn vê civînê.

Di civînê da li ser peyama Serokê Herêma Kurdistanê, berêz Mesud Barzanî: ‘Referandum ji bo Kurdistana azad’, danûstandin çê bû. Tevaya besdaran bi yekdengî pistgirîya xwe ji bo tevxebatê eskere kirin. Di dawîya civînê da komîteyek ji bo mesandina çalakîyên ku yê di demeka kurt da bêne eskere kirinê, hate destnîsan kirinê.

Ev komîte ne mayînde ye, ji bo hemû rêxistin, partî û hunermedan vekirîye.

Komîta Amadekirina Çalakîyan
Ji bo pistgirîya Peyama Serok Barzani

Dengê Kurdistan

Back to top button