Daxuyanî li ser `beyana´ bi navê “Birêvebiriya Gistî ya KOMKAR”ê `ji bo rayagistî´

Daxuyanî li ser `beyana´ bi navê `Birêvebiriya Gistî ya KOMKAR´ê `ji bo RAYAGISTδ ya 22´ê Adara 2017´an
Di 22´ê Adara 2017´an da, di malperek înternetê û medyaya civakî da li ser navê ‘Birêvebiriya Gistî ya KOMKAR’ê daxuyaniyek hat belav kirin.
Rastiya vê daxuyaniyê nîn e. Ji ber ku;
Îstifa Serokê Gistî yê KOMKARê Rohat Geran û ya Huseyin Makbul, di civîna 09 Îlon 2016´an ya Birêvebiriya Gistî da bi yekdengî hat red kirin (ji bo agahdariyê li protokola 10 Îlon 2016´an binihêrin). Ji ber vê yekê, Rohat Geran, wek Serokê Gistî, besdarî civîna ku 03-04.12.2017´an wê bihata li dar xistin bû û di 03.12.2017´an da bi axaftinek civîna Lijneya Delegeyan vekir û besdaran silav kir. Her weha wek endamê diwanê jî hat hilbijartin.
Lê belê, ji ber ku ev civîn bi besdariya delegeyên ne hilbijarti hatibû li dar xistin û ne li gor destûrê bû, pistî civîna Lijneya Delegeyan, Rohat Geran, tevî piraniya delege û endamên dîwanê êvara wê rojê civînê protesto û terk kir.
Rohat Geran, wek Serokê Gistî di nav heman heftê da `ji ber ku komcivîna ku hatibû li dar xistin dijî destûrê bû´ gilî li dadgehê kir û bi daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya KOMKARê eskere kir, ku Komcivîna Gistî ya KOMKARê ji bo sala 2017´an hatiye li pas xistin.
Ji ber ku pevajoya dadî bi riya huqûqî bi dawî nebûye, îro jî Rohat Geran Serokê Gistî yê KOMKAR´ê ye.
Ji ber vê yekê jî, tu bingeheke dadî û rêxistinî ya daxuyaniya li ser navê ‘Birêvebiriya Gistî ya KOMKARê’ a 22 Adar 2017´an tune. Armanca wê, manîple kirina raya gistî ya welatparêz û endamên rêxistinê ye û bilî zirara rêxistinê tu encamek wê jî nîne.
Em wek Hewldan, careke din eskere dikin, ku di pêserojê de jî emê li hember maniplasyonên wek vê têbikosin.
Ligel rêz û silavan.
Hewldana Bihêztirkirina KOMKARê
Berlin, 24 Adar 2017
Dengê Kurdistan