DAXUYANIYA HAK-PAR’Ê YA HILBIJARTINA 14 GULAN 2023

JI BO KOMARA FEDERAL HAK-PAR
DAXUYANIYA HAK-PAR’Ê YAHILBIJARTINA 14 GULAN 2023
Tirkiyê di 6ê Sibata 2023an de bi çend zelzeleyên mezin hejiya. Zêdeyî pêncî hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Sistî û kêmasiyên dewleta pir-navendî di çareserkirina krîzan de careke din derket holê.
Sedemê sereke yê vê bîlançoya giran ew e ku, di serî de hukûmeta niha û yênberê jî, guh nedane hewcedariyên civakê ên bingehîn; bacên ku têne berhev kirin li sûna ku ji bo avakirina bajarên ewledar û hemdem ên jiyanîxerc bikin, ji bo bihêzkirina çerxa milîtarîst, berdewamkirina polîtîkayên ser xerc kirine û dikin. Ev zîhniyeta mîlîtarîst sedemê krîza aborî û mezinbûna feqîrî û xizaniyê ye ku îro tevahiya civakê dorpêç dike.
Bê sik birînên erdheja ku li 11 parêzgehan li 13 milyon însanan tesîr kir, dê zû bi zû pak nebin û ew ê bi salan bandoreke neyînî li tevahiya Tirkiyeyê bike. Lê dîsa jî li Tirkiyeyê hem bloka desthilatdar û hem jî bloka muxalefetê li sûna ku çareseriyên aqilane derxînin, di nava têkosîna rantê de ne.
Tirkiye di vê rewsê de careke din ber bi hilbijartinê ve diçe. Siyaseta ku di nav eniyên dijberde tê mesandin, careke din rê li ber teshîskirina pirsgirêkên civakî û nîqaskirina çareseriyan digre. Ev sêwazê siyasetê qadên azadiyê teng dike, ji alîyekî ve mîlîtarîzmê xurt dike, pê re jî xizaniyê zêde dike. Zêdbûna bêedaletiya di dabeskirina dahatê de, astiya civakî û hêvîyên pêserojê dixeniqîne. Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR vê sêwazê siyasetê red dike.
HAK-PAR bêyî ku xwe bi tu partî yan jî blokekê ve girê bide, dê li dijî hevgirtinên dervayî demokrasiyê û rantxur, zihnîyetên zordest, otorîter, polîtîkayên dij-kurd, nijatperest û soven raweste. Ew ê têkosîna xwe ji bo bidestxistina mafên gelê me, li ser bingehekî astiyane û bi rêka diyalogan bimesîne.Partiya me dê bi namzedên xwe besdarî hilbijartinan bibe û sêwazekî siyasî yê nû bi xwe re bîne.
Gelê me yê hêja;
Hilbijêrên li Tirkiyeyê dê di roja 14ê Gulana 2023an de him ji bo hilbijartina serokomar û him jî ya 600 wekîlan biçin ser sindoqan.
Mixabin namzedên serokomariyê yên ku dixwazin Tirkiyê bi rê ve bibin, hîç behsa pirsgirêkên civakî yên girîng ên wekî pirsgirêka kurd û elewiyan nakin. Ew bêyî ku projeyeke çareseriyê pêskês bikin, ji hilbijêrên ku wan bi xwe li ser esasê dij-kurdtiyê polare kirine, dengan dixwazin. Ger yek ji namzedan di tûra yekem de rêjeya dengan bi dest nexist, dê hilbijartinên serokomariyê bên dubarekirin.
Meclisa Partiyê ya HAK-PARê dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de pistgirî nede wan 4 namzedên ku bi gotinên sovenîst ên nijadperest bi hev re pêsbirkê dikin.
Di vê pêvajoyê de HAK-PARdê xebata ji bo qebûlkirina hebûna gelê kurd di destûra bingehîn de,bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, qebûlkirina zimanê kurdî digel zimanê tirkî wek zimanê fermî, çêkirina îmkanên çareseriyeke federal û garantîkirina mafên kurdan ên rewa û demokratîk wek bingehên siyaseta xwe bimesîne.
HAK-PAR; yên ku dixwazin bi gotina ‘yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman’ sazumanekeunîter a bêtir ceberût, rejîmeke yek zilamî bidomînin û him li hundir û him jî li derveyî sînoran xwe êrîsî mafên rewa yên kurdan dikin, û li derveyê sînorên xwe jî wek meseleya jiyanê dihesibîne, her wiha bloka hêzê ya ku heqaretê li nirx û sembolên me dike û bloka opozîsyonê û namzetên wê yên ku di vê mijarê de bi bloka desthilatdar re hevrikiyê dikin re red dike. antî-Kurdtiyê, weke hêviyê. HAK-PAR alîgirê demokratîkbûna di wateya îroyîn de, laîkbûneke rast, mafên mirovan, têkosîna jinan a ji bo wekheviyê ye û dê bibe parêzvanê daxwazên rewa yên hemû besên civakî yên biçûk.
HAK-PAR; bang li gelê me dike ku biçe ser sindoqan û di hilbijartinên Serokkomariyê de dengên protesoyî bi kar bîne.
Dengên protestoyî yên watedar ên ji bo hilbijartinên serokomariyê yên di sindoqan de dê namzedên ku ji bo desthilatdariyê têdikosin bikin ku polîtîkayên xwe ji nû ve binirxînin. Em di wê baweriyê de ne ku her namzedê ku li hemberî mafên rewa yên gelê Kurd ê ku ji 30 milyonî zêdetir e, helwesteke dijminane nîsan bide û xemsar bimîne, ewê dawiya xwe ya siyasî amade bike.
Eger hilbijartin di pêngava yekemîn de encam nede û derbasî tûra duwemîn bibe, hingê Meclisa Partiya me dê li gor helwêsta namzetên Serokkomariyê yên derheqa daxwazên gelê Kurd de û projeyên ku ew ê derxînin pês, siyaseta xwe nûjen bike.
Di hilbijartinên parlementoyê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin HAK-PARê ji bo ku ew yekane partî ye ku daxwazên kolektîf ên gelê Kurd ji xwere wek pirsa bingehîn dibîne. Ji ber ku HAK-PAR bêyî ku besdarî tu partî û blokekê bibe, dê li dijî blokên nedemokratîk, zihniyetênzorker, otorîter, nîjadperest, têgihîstina sovenîst, polîtîkayên antî-kurd raweste.Ew dê bibe parêzvanê daxwazên gelê me. Ew dê li ser bingeha têkosîn û diyaloga astiyane, bi polîtîkayên xwe yên hemdem, demokratîk, bi namzetên xwe yên demokratîk besdarî hilbijartinan bibe. HAK-PAR dê daxwazên rewa yên gelê kurd bigihîne qadan û bibe dengê gelê me.
Gelê me yê hêja;
Gelo hûn ji wan partiyên ku we di hilbijartinên berê de rey dabû wan û ew sandibûn meclîsê razî ne? We ew sandibûn qaso ji bo ku pirsgirêkên civakî çareser bikin û ji bo ku civakek bêtir bi heq û hiqûq, bêtir azad, astîyane û bi hizûr pêkbînin. Hûn ji siyaseta partiyên desthilatdar û yên muxalîf ku serê kursiyan û rantê dikin, dibin sedemê aloziyên aborî razîne?
Heke hûn ne razî ne, wê biguherînin!
Wek hûn jî dizanin; li sûna ku ew pirsgirêkan çareser bikin,mezintir kirin. Bêkarî û feqîrî zêdetir bû. Bi milyonan gelê me di bin birçîbûn û xizaniyê de man. Hejmara esnafên ku Ji ber bacên giran, kirê û fatûreyên zêde kepengên xwe girtin zêde bû. Ciwanên gihîstî, sareza û xwedî pîseli Tirkiyeyê hêviya xwe qut kirin. Ji bo pêserojeke bastir dest bi derketina derveyî welat kirin. Desthilatdarên Tirkiyeyê bi gelê xwe re, bi hemû cîranên xwe re, bi gelek dewletên xwedî bandor re jî ketine nakokiyê. Nîjadperestî, sovenîzm, pasverûtî, jinkujî û sîdet zêde bûye û tevna civakî hatiye hilwesandin.
Heke hûn ne razî ne, wê biguherînin!
Ji partî û siyasetmedarên ku pirsgirêkên we çareser nakin û mezintir dikin hesab bipirsin! Ji derew û lîstikên partiyên ku wêranî, mirin û belengaziyê li pey xwe dihêlin re bêjin ‘êdî bese’!
Yên ku hukumraniya monîst (tekperest) û unîter de îsrar dikin; yên ku bi hisê totalîter cihêrengiya civakê ya pirzimanî, pirçandî û etnîkî pasguh dikin, yên ku rê li ber alozî û pevçûnan vedikin, wan hilde biavêje kêleka rê.
Û ji wan re bêjin êdî bese!yên ku bi gotina ‘astî’yê dengê we distînin û ser tînin nav bajarên Kurdan; bi danîna barîkat û xendeqan cihên ku çavkaniya welatparêziyê ne wêran dikin, bombeyan diteqînin; û dibin sedem ku li navendên bajaran bi sedan sivîl dimirin, birîndar dibin û aboriya herêmê tê felckirin, bi sed hezaran Kurd neçar dimînincih û warên xwe terkdikin ûdibin penaber. Ji wan re bêjin êdî bese! yên ku ciwanên kurd ji bo berjewendiyên dewletên kolonyalîst Îran, Îraq û Surîyê û dewletên emperyalîst disînine mirinê.Ji wan re, yên ku kesên ji çepên tirk ên kemalîst wek wekîlên kurdan destnîsan dikin û pistgirî didin wan, bêjin”êdî bese!”
Dengê xwe bidin namzetên HAK-PAR’ê!
Hem polîtîkayên xitimandinê yên partiyên rantê yên li meclîsê sermezar dikin û hem jî nûnerên xwe yên rast bisînin meclîsê. Em di wê baweriyê de ne ku kêseyên Tirkiyê kêseyên binesaziyê ne û encax bi rêyek rasteqîne bi guhartin û rêkûpêkkirina îdarî çareser dibin.
Ji bo vê jî em îdia dikin ku divê sîstema îdarî ya Tirkiyeyê bi awayekî federal bê avakirin.
KOMARA FEDERAL
Pirsgirêkên Komara Tirkiyeyê pirsgirêkên kangrenîk in ku ji damezrandina xwe heta niha nekariye wan çareser bike.Di serî de pirsgirêka kurd tê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê Tirkiye sîstemeke federalî hilbijêre, li gorî rastiya xwe ya pirzimanî, pirçandî, pirneteweyî bigihêje karekterekî pluralîst; û bi sêweyekî federalî ji nû ve bê avakirin.
Li herêmên ku cudahî lê hene, bi taybetî jî li herêmên ku kurd lê piranî ne, divê pêkhateyên federe bên sazkirin. Li ser vê bingehê yekane partiya ku parvekirina serweriya siyasî û îdarî dixwaze û çareseriya federal pêsniyar dike HAK-PAR e.
Divê Tirkiye bibe federal
Divê Tirkiye jî wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Almanya, Rûsya, Belçîka, Kanada, Swîsra, Awûstûrya, Hindistan û Afrîkaya Basûr û yên din bi sîstemeke federal bê rêvebirin. Federasyon di welatên pirzimanî, pirçandî û pirneteweyî de awayê jiyana hevbes a herî maqûl a îdarî û siyasî ye.
PIRSA KURDÎ
Ji destpêkê heta îro pirsgirêka Kurd, bûye pirsgirêka herî girîng a Komara Tirkiyeyê.Tirkîye li ser bermaya Împaratoriya Osmanî wek dewleteke unîter, bi paradîgmaya yek milet, yek ziman, yek al hat avakirin.
Hebûna kurdan û hemû rengên cuda yên civakê hatin înkarkirin, tepeserkirin.
Neheqiyeke weha di dema Dewleta Osmanî de jî tunebû. Berî damezrandina Komara Tirkiyê, civakên çandî û etnîkî yên pirneteweyî, pirzimanî û cihêreng bi hev re dijiyan.
Bi Destûra Bingehîn a 1924’an re dewleteke ultra-navendî, unîter û monîst li ser esasê Tirkbûnê ku di serdema Osmaniyan de ew jî bermahiyeke etnîkî bû, hate avakirin.
Ji ber vê yekê hemû maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan; mafê wan ê ku li welatê xwe bi xwe bi rêve bibin jî hate desteserkirin. Her îtîraz, berxwedan û serhildana li hemberî vê zîhnîyeta monîst, bi xwînê, bi sêweyênkomkujîyêve hat tepisandin. Li ser kurdan zilm û zordarîbi berdewamî hat kirin. Kurdistan ji wê çaxê heta niha hertim bi ”Mufetisiyên Gistî’, ”Îdareyên Leskerî” û ”Rewsên Awarte” hat îdarekirin. Bi Dadgehên Îstîklalê, Planên Sark Îslahatê, Qanûnên Îskana Mecbûrî, gund valakirin, kurd bi girseyî, sandin rojavayê Anatolyayê. Bi hêz û yekîneyên paramîlîter Kurdistan di rewsa ser de hat girtin. Bingehê pirsa Kurd ev siyaseta înkarî û zordesîya dewleta monoîst e.
Ev polîtîkayên sîdetê ûzordestiyê bûne sebeb ku heta niha çareseriyeke adil a pirsgirêka kurd pêknehatiye, demokrasî pês neketiye û nebûye xwediyê sazîyan. Li pist darbeyên leskerî, îdareyên orfî û rewsên awarte, meylênberbi bi rejîmên otoriter, neheqîyên di dabeskirina dahatê de, bêhiqûqî û xizanîyê, ev polîtîkayên sîdetê û zordestiyê hene.
Divê dev ji vê siyasetê bê berdan. Civakên ku nikarin pirsgirêkên xwe bi rêyên astiyane, demokratîk û bi rêbazên adil çareser bikin, bi pêvajoyên trajîk re rû bi rû dibin. Nimûneyên vê yekê li Rojhilata Navîn diyar dibin. Çareserkirina pirsgirêkan ji wan kesan nayê hêvîkirin ku wan bi xwe ew pirsgirêk afirandine.Evanaberdewamiya hukmê xwe di neçareserkirinê de, di tundîyê û antî- kurd bûnê de dibînin.
Çareseriya pirsgirêkê, bi vegerandina mafên bingehîn ên gelê Kurd ên hatine desteserkirin pêkan e.
Û HAK-PAR ji bo vê têdikose.
Divê gelê me helwestên dijminatiyê, nijadperestî û nefretê ku desthilatdar û muxalefet bi hev re li dijî destkeftiyên Kurdan ên li derveyî sînorên xwe dikinnîsan didin, ji bîr meke. Divê gelê me pistgirî bide dînamîkên xwe yên siyasî, nede partiyên dûzenê. Divê dersekê bide wan partiyanku li gorî daxwazên pergala monîst siyasetê dikin, Kurdan tune hesab dikin û dixwazin welat bi yek rengî boyax bikin.
PIRSGIRÊKA ALEWÎYAN DI ÇARÇOVEYA AZADIYA BAWERIYAN DE
Pirsgirêka Elewiyan yek ji pirsgirêkên girîng ên vî welatî ye. Elewiyên ku tê texmînkirin li vî welatî nifûsa wan nêzî 15-20 milyonîye, her wext rastî piçûkxistinê hatine, zext û zordarî li wan hatiye kirin û neçar mane ku demeke dirêj nasnameya xwe vesêrin.
Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku dewlet dev ji pênasekirina elewîtîyê ya ku li gor xwe dike berde û mafên wan ên rewa teslîmî wan bike.
Lê hê jî daxwazên mafdar ên Elewiyan nehatine bersivandin. Statuya malên Cemê hê jî nayê naskirin. Dersa olî di mekteban de divê ne mecbûrî be.
Ji bilî Elewiyan, piçûkxistin û zordestî bi sêweyên curbecur li ser komên baweriyên din ên weke Xiristiyan, Cihû û Kurdên Êzidî jî berdewam dike. Çareseriya pirsgirêka Elewiyan bi pêkanîna laîktiya rasteqîn mumkun e.
Ji bo ku Tirkiye bi rastî laîk bibe, divê dewlet destê xwe ji qada olî vekisîne. Divê tu bawerî neyê çewisandin, îmtiyaz ji tu baweriyê re neyê dayîn. Wek HAK-PAR em laîkbûneke rasteqîn û azadiya baweriyê diparêzin. Bi vê boneyê em ji hemû welatiyên ku alîgirê azadiya baweriyê û li dijî zilmê ne, dixwazin ku dengê xwe bidine HAK-PARê.
DIVÊ POLÎTÎKA DERVE LI SER RÊZGIRTINA HEMBERÎHEV TÊKILIYÊN ASTIYANE BE
Tirkiye bi taybetî bi Îran, Iraq, Sûriye, DYA, YE, Rûsyayê û hema hema bi hemû cîhanê re dijminatiya Kurdan xistiye navenda têkiliyên xwe. Divê dev ji vê siyaseta sas bête berdan.
Divê Tirkiye pirsgirêka Kurd him li hundir bi rêbazên hemdem çareser bike, him jî digel kurdên di nav sînorên Îran, Iraq û Sûriyeyê de têkiliyên bas ên cîrantiyê pêsda bibe.
Divê destkeftiyên rewa yên Kurdan li Herêmê weke pirsgirêka beka neyê dîtin û bi fobiya ‘Parçekirinê’ tevnegere.
Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yewnanîstan, Yekîtiya Ewropa û DYA’yê re ne bas in. Divê ev polîtîka êrîskar bête terkirin.
Divê Tirkiye bi cîranên xwe re, bi taybetî jî bi Herêma Federe ya Basûrê Kurdistanê re û bi Kurdên li Kurdistana Sûriyê re têkiliyên astiyane deyne;ji mafên wan re rêz nîsan bide û bi civaka navneteweyî re li hevhatîbe.
ENDAMETIYA YEKITÎYA EWROPAYÊ
Em wek HAK-PAR pistgiriya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê dikin û dixwazin di zûtirîn dem de endamtiya tam pêk were. Ji bo vê jî divê Tirkiye sert û mercên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bi dawîkirina reformên pêwîst di demeke herî kurt de pêk bîne.
Divê Tirkiye jî ji bo pêkanîna sert û mercên pêwîst ên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê, xwe pasda nede.
DESTÛREKEBINGEHÎN A DEMOKRATÎK PÊWÎST E
Di ser Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê re tevî ku 42 sal derbas bûne jî, sop û ruhê darbeyên leskerî ji xwe dûr naxîne.
Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku makezagoneke nûjen, sivîl û demokratîk li gorî pêkhateya pirneteweyî û pirçandî ya Tirkiyeyê bê çêkirin.
Ev makezagon divê zemînê avakirinasîstemeke federal, demokrasiya piralî û besdarvanîyê di standardên YE deçêbike. Divê nasnameya kurdî di makezagonê de cih bigire.
Divê zimanê kurdî li gel tirkî wek zimanê fermî bê qebûlkirin; û ji dibistana seretayî heta zanîngehê li dibistanan bê hînkirin û di qada gistî de bi serbestî bê karanîn.
Dema ku em wek HAK-PAR li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin, em vî mafî ji bo etnîkên din ên wekî Ereb, Laz û Çerkezên ku li vê erdnîgariyê di nav civakên girse de dijîn jî pêwîst dibînin. Pêdiviyên Krîterên Kopenhagê divê bên bicihanîn. Li gorî Peymana Komisyona Venedîkê, divê partî û komeleyên siyasî yên ku ji sîdetê dûr disekinin, werin avakirin û di jiyana siyasî û sivîl de cihê xwe bigirin.
– Divê hemû astengiyên li pêsiya damezrandina partî û rêxistinên bi navê Kurd û Kurdistanê bên rakirin.
-Divê Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê demokratîk bibin; Divê bendava hilbijartinê bi tevahî were rakirin, her partî li gorî dengên ku distîne di parlamentoyê de were temsîlkirin û li gorî dengên ku distîne ji xezîneyê alîkariyê werbigire.
-Divê Qanûna Cezayê bi awayekî adil bê guhertin, Qanûna Têkosîna li Dijî Terorê bê rakirin.
– Divê navên kurdî yên nistecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku li Kurdistanê hatine guhertin, bên vegerandin.
– Divê cihê gorên hemû kesayetên kurd ên ku wan vesartine, bi taybetî Sêx Seîd, Seyîd Riza, Seîd-î Kurdî bên eskerekirin.
PIRSGIRÊKA JINAN
Li gorî Peymana Têkosîna Dijî Cêwaziya Li Dijî Jinê (CEDAW) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin û Tirkiyejî pêre ye, em alîgir in ku astengiyên li pêsiya besdariya wekhev a jinan di jiyana civakî û siyasî de bên rakirin. Em ê alîgirê Peymana Stenbolê bin, ji bo ku realîzekirina rêbazên hiqûqî yên pêwîst bixebitin. HAK-PAR dê li dijî tundî, newekheviya ku mekanîzmayên pergala zayendperest, a sîstema serdest a mêran her roj ji nû ve hildiberîne, têbikose. Wê destekê bide besdariya jinan a di jiyana civakî, siyasî û aborî de û ji bo ku pêsî li besdariya newekhev bigire dê hemû tedbîran bigire.
MAFÊN KARKER Û KEDKARAN
Em ê hemû mafên ku di peymanên navneteweyî de cih digirin li Tirkiyeyê têxin jiyanê,astengiyên li pêsiya rêxistinbûna karker û kedkaran rakin.
Wek HAK-PAR em ê bixebitin ku mafên karkeran û ewlehiya jiyanê li gorî pîvanên hevdem bin. Mûçeya herî kêm ji bo civakê pîvaneke sermê ya kedê ye. HAK-PAR wê cudahiya standardî ya karkerê bi mûçeya tam û karkerê bi mûçeya kêmtirîn ji holê bide rakirin û ji bo hemû kedkaran rêgeza ‘Keda wekhev bihayê wekhev’ pêk bîne.
HAK-PAR dê ji xeynî sektorên ku di bin koma perwerdehiya pîseyî de ne, îstîhdamkirina karkerên zarok qedexe bike û di vî warî de dê mekanîzmayeke kontrolê ya bi bandor ava bike.
REWSA KESÊN KÊMENDAM (SEQET)
Ji bo rews û pirsgirêkên welatiyên astengdar ên li Tirkiyeyê dê standardên cîhanê bi cih bîne û ji bo perwerdekirin û hisyarkirina malbat, derdor û civakê bixebite. Ew ê pêsî mekanîzmayên ku astengdaran diparêze, disopîne bixe dewrê.
JÎNGEH Û XWEZA
HAK-PAR partiyeke ku girîngiyê dide pêsxistina bîr û hizra ser xwezayê û hisyariya ser jîngehê. Ji bo ku di vê mijarê de hismendiya civakî çêbike, dê bi kom û rêxistinên hawirdorê re têkilî dayne, pistgirî û tevkariyê li projeyên parastina xweza û jîngehê bike.
BAJAR Û JIYAN
HAK-PAR, bêyî ku xweza û hawirdorê xera bike, nirxê aborî û xwezayê û jîngehê xera bike, wê li ser bingeha rastiya erdhejê ya Tirkiyeyê bajar û herêmên nûjen, hemdem ava bike. Wê qadên hêsîn, axên xwedî nirxa aborî, nebat û daristan bên parastin, bajarîbûn û pîsesazîbûn wê bi têgihistineke hûrbîn a parastina xwezayê bê kirin.
HAK-PAR dê di warê bilindkirina siûra ser jîngeh û xwezayê, bajar û jiyanê de zanînû ezmûna xwe bi kar bîne; wê bi sazî û rêxistinên jîngehparêz ên ku li ser van mijaran sarezane re di nava hevkariyeke berdewam de be.
ABORÎ Û PÊSKETINA ABORIYÊ
Pêskeftina aborîyê, bi plansaziyekebi îstîkrar û bi karanîna aqilane ya çavkaniyan ve girêdayî ye. Di civakên ku têda ser û nakokî hene, çavkaniyên dewlemendiyê çiqasî zêde bin jî, pêsketina aborî li wir çênabe.
Em wek HAK-PAR di wê baweriyê de ne ku pêsketina aborîyê girêdayî astî, aramî û ewlehiya civakê ye. Çareserkirina pirsgirêkên hundir û derve bi rê û rêbazên astiyane çareser dibin, ne bi ser.Çavkaniyên welat ji bo avakirin û pêsxistina rewsa aborî û pêskxistina civakî bên serfkirin, ne ji bo xurtkirina çerxa mîlîlîtarîst, çekên ser û pevçûnan.
HAK-PARwê çavkaniyên welat û hawirdorê ji bo hilberîn û pêsveçûnê xerc bike, ne bi tank, top, fîsek û bombeyan.
BÊKARÎ Û FEQÎRÎ
Li Tirkiyê, di navbera herêman de ferqeke pir mezin ya dengeya aborî û dahatanheye. Ev newekheviya mezin her ku diçe zêdettir dibe û bandoreke neyînî li ser civakê dike. Yek ji encamên vê rewsê jî bêkarî ye. Bêkarî û xizanî hevûdu çêdikin in. Serê qirêj ê li Kurdistanê, çandinî û sewalkarî û hilberîn bi gistî têk biriye. Bêkarî û xizanî bêhed zêde bûye. Xelk ji bo peydakirina çavkaniyeke nû ya nan, cih û warên xwe terk dikinû koçî derên din dikin. Nehevsengiya aborî ya di navbera herêman de dibe sedemê bêkarî û xizaniya li Kurdistanê; sermaya qels a heyî jî direve diçe Rojavayê Tirkîyê. Ev rews xeter e û nikare bi vî rengî berdewam bike.
Armanca HAK-PARê ew e ku bernameyeke taybet a veberhênan û gesepêdanê li gorî rewsa herêman pêk bîne da ku çareseriyek ji vê bêkarî û xizaniya ku ji ber nehevsengiya aborî ya navherêmî pêk hatiye. Bi taybetî em ê siyaseteke civakî û aborî bimesînin ku vegera gelê me yê ku ji ser mexdûr bûne û mal, gund û warên xwe terikandine, ji bo ku herêm ji ber serê qirêj wêran bibe. b Kurdistanê dîsa balkês.
MAFÊ KARKERAN
Wek HAK-PAR em ê ji bo bidestxistina mafên karkeran di asta welatên hevçax û saristanî de bixebitin. Em ê astengiyên li pêsiya karmendan ji bo bi kar anîna mafê xwe yê grevê û lihevkirina kolektîf ji holê rakin, bi taybetî jî astengên li ber mafên wan yên sendîkayî rakin. Em ê ji bo tenduristî û ewlehiya kar tedbîrên cidî û bi bandor bigirin. HAK-PAR dê giraniyê bide polîtîkayên ji bo ked û kedkaran.
MAFÊN ZAROKAN
Tirkiye peymana ‘mafê zarokan’ îmze kiriye û gelek peymanên navneteweyî jî îmze kirine. Lê di vî warî de ji cîbicîkirina erkên xwe dûr e. Li welatê me û li hemû cîhanê mexdûrên herî mezin ên serê qirêj zarok in. Îro zarokên kurdan yên ku nifûsa wan ji 20 milyonî zêdetir e ji perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafê herî bingehîn e, bêpar mane. Zarokên ku nikarin zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî saxlem bi kar bînin, gelo ew ê çawa bikarin mafên ku di ‘deklerasyona mafên zarokan’ de hatine rêzkirin bi kar bînin? HAK-PAR dê ji bo bicihanîna hemû mafên di ‘Peymana Mafên Zarokan’ de hewleke sereke bide. HAK-PAR dê ji bo bidestxistina agahiyênli ser rewsa zarokan sîstemeke taybet ji botomarkirina agahiyên rojane û bi rêk û pêk saz bike. HAK-PAR dê hewl bide ji bo afirandina derfetên ji bo besdarbûna zarokan di hemû mijar û pêvajoyên pêwendîdar de.Ew êji bo garantîkirina azadiya raman û gihandina edaletê ya zarokan bixebite.
REWSA KESÊN SEQET DÊ BÊTE SERASTKIRINA
Li Tirkiyeyê hesasîyeta li hemberî pirsgirêkên welatiyên astengdar, gelekî lawaz e. Em di vî warî de jî li gor pîvanên cîhanê pir li pas mane. Hema bêje ji bo sedî 90ê kesên astengdar derfetên perwerdehiyê tune ne. Astengdarên ku bi giranî bi xizaniyê re têdikosin, li bajar, kargeh, dibistan û qadên din ên jiyana civakî bi gelek astengiyên fîzîkî re rû bi rû dibin. HAK-PAR dê ji bo serrastkirina sert û mercên fizîkî yên li hemberî astengdaranbi awayekî ku jiyana wan hêsantirbibe, bixebite. Ew ê bi taybetî hewl bide ku di vê mijarê de hisyariya civakê bilind bike. Beriya her tistî dê girîngî bide navendên perwerdehiya pîseyî û rehabîlîtasyonê yên ji bo welatiyên astengdar. Di kîjan karan dikarin bixebitin, dê bi metodên zanistî bên diyarkirin ji bo ku ew bi hêsanî tevli jiyana xebatê bibin. HAK-PAR dê pistgiriyê bide tevlêbûna kêmendaman di jiyana malbatê de û bi armanca kuew bikaribin xwe bi xwe îdare bikin, ew û malbatên ku li wan dinhêrin dê di bin sîwana ewlehiya civakî de bên parastin.
PERGALÊN PARASTINÊ
Sîstema cerdevaniyê ku di salên 1980’an de bi awayekî demkî hate avakirin, lê veguherî bû pirsgirêkeke siyasî û civakî. HAK-PAR dê pergala cerdevaniyê ji holê rake.
EFÛYA SIYASÎ YA GISTÎ
Yek ji xalên aloziya civakî ya li Tirkiyeyê girtîgeh in. Bi hezaran kes ji ber ku li dijî îdeolojiya fermî û siyaseta serdest in, bi sêweyekî neheq û bêqûqî di zindanan de ne an jî têne darizandin. Li sûna qanûnên posmaniyê, yan jî serbestberdana kesên nêzî desthilatdariyê, serokên mafya yên navdar, bila efûyeke gistî ya kuhemû girtiyên siyasî digre nava xwe, bête ragîhandin.
KOÇBERIYA HUNDIR Û TESWÎQKIRINA PASDA VEGERÎNA KOÇBERAN
Îro bi milyonan kurdên ku ji ber ser, xizanî û bêkariyê ji Kurdistanê koçber bûne û xwe spartine metropolan bûne penaber. Kesên ku xwe spartin metropolan, neçar man di karên herî giran û di xizmetên herî pasdemayî de bixebitin. Ew bi pirsgirêkên dîtina kar û cihê starbûnê ve rû bi rû dibin. Ciwan li bajarên mezin dikevin navkrîzên giran û dafikên wek mafya û narkotîkê. Ev sertên rezîl ne qeder e. Ji bo vê jî divê hemû sert û mercên pêwîst bên amadekirin da ku Kurdên koçber demildest vegerin welatê xwe. Serê qirêj ê li Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan mirov malên xwe biterikînin. Ji bo vegera gelê me yê mexdûrên serê qirêj û terora dewletê ya li ser axa xwe û ji bo telafîkirina ziyanên madî û manewî dê siyasetek taybet a aborî û civakî were mesandin. Gundên ku di dema ser de hatin sewitandin, wêrankirin û valakirin divê bên restorekirin ji bo jiyaneka nû. Dewlet dê tazmînatê bide mexdûran. Vegera kesên ku ji ber ser, bêkarî û xizaniyê koçî metropolan kirine dê bê teswîqkirin û ji bo bilindkirina asta jiyana wan tedbîrên pêwîst bên girtin.
PÊSXISTINA ABORÎYÊ, DAWÎKIRINA BÊKARIYÊ Û XIZANIYÊ
Pêskeftina aboriyê bi aramî û bas karanîna çavkaniyan ve girêdayî ye. Çareserkirina kêseyên ku me li jorê behs kir, bi taybetî jî pirsa Kurd, wê laîkbûn û demokratîkbûneke nûjen, astî û îstiqrarê bi xwe re bîne û bibe sedema parastina çavkaniyên girîng.
Ji ber ku ev welat nikare astiya xwe ya hundir û derve misoger bike, bi salan e beseke girîng ji çavkaniyên xwe di qadeke mirî ya weke çekan de razandine. Yanî bi sedmilyaran diçe balafirên ser, kestiyên ser, tank, top, gule, bombe. Ji bilî 50 hezarî zêdetirkesan jiyana xwe ji dest dan ji ber serê qirêj ku ji salên 1980’an û vir ve li dijî gelê Kurd tê mesandin.Li gorî hejmarên fermî zêdetirî trîlyonek xercên ser hatine kirin. Ji xeynî wêrankirina welat, bi taybetî jî têkçûna aboriya Kurdistanê. Wextekê ku aboriya herêmê hem Tirkiye û hem jî tevahiya Rojhilata Navîn di warê sewal û berhemên sewalan ên wek hirî, çerm, sîr, rûn û penêr de têr dikir, li Kurdistanê ji ber ser û wêraniya bi salan, sewalkarî têk çûye û Tirkiye ketiye wê rewsê kuji derve berhemên sewalan dikire, ji aliyê bihayên xwarinê ve bûye welatekî pir biha ûxizanîgelekzêde bûye.
Li sûna bihevrejiyana astiyane ya bi Yewnanîstan, Qibris û cîranên din re û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, polîtîkayên sas tên mesandin ev jî sedemeke din a pirkirina çek û alavên leskerî ye . Lê hem astiya navxweyî hem jî astiya derve pêkan e û ev jî bi polîtîkayên rast ve girêdayî ye. Em wek HAK-PAR çareseriya astiyane û adilane ya pirsgirêkên navxweyî û derve esas digrin.
Bi vî awayî hem pêkanîna astiya navxweyî û hem jî bi pistgirîdayina astiya herêmî re, dikarin bi cîranên xwe re di nava astiyê de bijîn. Di rewseke wiha de çavkaniyên mezin ên welat ji bo qadên mirî û wêranker ên wekî alavên leskerî nayên xerckirin, dê bikeve xizmeta gesepêdana aborî û civakî. Bi vî awayî em ê bi sed milyarên ku çûne çek û ser ber bi hilberînê ve bibin, qadên îstîhdamê yên nû û berfireh biafirînin, pêsiya bêkariyê bigirin û xizaniyê bi dawî bikin.
Em ê îmkanên welêt ji bo kar, ked, nan û pirtûkan xerc bikin, ne ji bo tank, bombe û guleyan. Asitî dê bibe sedema vejandina çandinî û sewalkarî bi taybetî li Kurdistanê û em ê di vî warî de tengasiya heyî derbas bikin. Asitî û demokrasî jî dê pêkvejiyana bi Yekîtiya Ewropî re misoger bike û ev yek dê ji bo gesepêdana aborî ya welatê me û nehistina bêkarî û xizaniyê derfetên nû yên berfireh peyda bike.
Nehevsengiya dahatê ya di navbera herêman de li Tirkiyeyê di asta herî jor de ye. Bi taybetî li gelek bajarên Kurdistanê dahata serê mirovî di bin hezar dolarî de ye. Ji bo ku ev bêhevsengî ji holê rabe, HAK-PAR dê ji bo van herêman bernameyeke taybet a veberhênan û pêsveçûnê pêk bîne. Siyaseta bac û measê dê ji nû ve were sererast kirin da ku hevsengiya dahatê ya di navbera girseyên gel û dewlemendan de kêm bibe. Sîstema bacê ya ku li ser girseyên ku bi bacên nerasterast dixebitin tê sepandin, dê ji nû ve were nirxandin û dê ji kesên ku zêdetir qezenc dikin bac zêdetir were standin. Dahatên ku ji vir tên bidestxistin wê bi polîtîkayên veguheztina civakî derbasî xizanan bibin.
Serê qirêj ê li Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan mirov malên xwe biterikînin. Ji bo ku gelê me yê mexdûrên serê qirêj û terora dewletê vegerin ser axa xwe û ji bo telafîkirina ziyanên madî û manewî yên wan, dê siyasetek taybet a aborî û civakî were mesandin.
PIRSGIRÊKA PENABERAN
HAK-PAR dijayetiya ku li Tirkiyê bi zanetî li hember penaberan tê bilindkirin sermezar dike.
Divê neyê ji bîr kirin ku kesên ku penaberî Tirkiyeyê dibin an jî hewl didin bi rêya Tirkiyeyê ji welatê xwe derkevin û dest bi jiyaneke nû bikin, çi ji ber ewlekariya jiyanê be, çi ji ber bêkarî, birçîbûn, xizanî û tunebûna azadiyê be, dixwazin xwe bigihînin welatên din. Divê neyê ji bîr kirin ku ew jî ”mirov” in, dev ji axaftinên nefretê yên li ser vê mijarê berdin. Divê Tirkiye siyaseteke li gorî mafên mirovan û mafên ku di belge û qanûnên navneteweyî de ji penaberan re hatine dayîn bisopîne. HAK-PAR dê di her sert û mercî de li cem penaberan be.
TÊKOSÎNA LI DIJÎ TIRYAKÊ
Dewlet xwedî erk in ku ciwanan li hember narkotîkê biparêzin. Lê tê dîtin ku di van salên dawî de li Tirkiyeyê firotin û bikaranîna tiryakê zêde zêde bûye.
Tirkiye di vî warî de hem navendeke tiryakê ye û hem jî ji bo bazirganiya navneteweyî welatekî transît e. HAK-PAR dê rê nede bazirganiya tiryakê, ji bo parastina ciwanên me li hember tiryakê dê tedbîrên bi bandor bigire.
Tirkiye dewleteke sivîl, leskerî, burokratîk e.
Ev çerxa burokratîk a pir mezin xwedî pêvajoyek e ku çavkaniyên welêt dixwe, ne berhemdar e, di heman demê de giran e û jiyanê dijwar dike. HAK-PAR dê burokrasiyê ji bo xizmeta gel bikêrtir bike. ‘Gel wê ne di xizmeta dewletê de be, dewlet wê di xizmeta gel de be.’
HAK-PAR SÊWAZEKÎ NÛ YÊ SIYASETÊ DIPARÊZE
HAK-PAR di wê baweriyê de ye ku pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin; bawer dike ku her diyalog dê îmkana lihevkirinê çêbike.
Ti pirsgirêk bi sîdetê û ser çareser nabe. Em alîgirê çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên astiyane ne, ne bi ser û tundiyê.
Em sêwazekî nû ya siyasetê disopînin û bawer dikin ku gel wê me hembêz bike û em bi hev re cîhanek azad, aram û jiyanbar ava bikin.
Welatiyên hêja,
HAK PAR ku ji bo azadî, demokrasî û astiyê têdikose, besdarî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an dibe.
JI BO PISTGIRIYA NAMZETÊN WELATPARÊZÊN HAK-PARÊ BANG LI WE DIKE:
HAK-PAR DIBÊJE; POLÎTÎKAYÊN ANTÎ-KURD, ANTÎ-DEMOKRASIYÊ SERMEZAR BIKIN!
YÊN KU JI NEÇARESERKIRINAPIRSGIRÊKAN Û JI SÎDETÊ SÛD DISTÎNIN CEZA BIKE! PISTGIRÎ BIDE NAMZETÊN WELATPARÊZ ÊN HAK-PARÊ
PARTIYA MAF Û AZADÎ HAK-PAR / 2023
Dengê Kurdistan