Nûçe

Daxuyanîya hevbes ya HAK-PAR û Komela Çira

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GISTÎ RE

Xebatkarên hêja yên çapemeniyê û gelê me yê mezlûm,

Di destpêka sala 2012an de ku li her derê dinê pîrozbahî hene, em sînê dikin. Sê roj berê li gundê Roboskiyê ku li ser Qilêbanê ye balafirên dewletê bombe barandin ser mirovên bêguneh; 35 gundî hatin bi xwînxarî û bi hovitî hatin qetilkirin.

Duh Dêrsim bû, Geliyê Zîlan bû, Newala Qesaban û 33 gule bû, Helepçe, Sengal bû. Îro Roboskî ye. Êdî Roboskî ji bo me Dêrsim e, Geliyê Zîlan e, Newala Qesaban e, 33 Gule, Helepçe û Sengal e.

Ev ne karesata yekem e û diyar e ku wê ne ya dawîn be jî.

Gelê me bi sedan sal e bindest e, di bin nîrê zordestiyê de ye. Lê li himber vê bindestî û zordestiyê serê xwe pêl nekiriye û her doza azadiyê kiriye. Dijminên gelê me jî her û her ser li ser gelê me ferz kirine; xwestine bi tevkustinan gelê me biqedînin, tune bikin.

Wek tê zanîn de em serdemeke hesas dijîn. Li aliyek bûyerên Rojhilata Navîn ku bi navê Bihara Ereban tê zanîn tesîrê li ser herêmê dike. Li aliyek jî li Tirkiyeyê prosesa çêkirina destûra bingehîn hêviyek di nav civakê de peyda kiriye. Em bas dizanin ku di demên weha de bûyerên mezin diqewimin û di encama van bûyeran de gelek kes tên qetilkirin. Em bas dizanin û bi dehan caran em sahidê vê yekê ne.

Karesata gundê Roboskiyê jî ji yek bûyeran e. Di vê bûyerê de gelek tistên nepenî û hewceyê zelalkirinê ne hene. Ji peydabûna sînoran hetanî îro sêniyên hin gund û navçeyên sersînoran bi qaçaxçitiyê debara xwe dikin. Ev qaçaxçîtî ne tenê karê çend rojan e. Rê û dirbên wan diyar in. Dewlet bas ji vê yekê haydar e. Çawa dibe ku ligel vê agahiyê, bombe bi ser zarok û ciwanên ji bo debara xwe qaçaxçitiyê dikin de dibarin. Ligel ku ji bo ser hun xwedî gelek derfetan in, çawa dibe ku we li ser pista hêstiran anîna cenazeyên mirovên ciwan temase kir?

Ji bo vê karesatê hin îdea hene ku divê dewlet navêje pist guhê xwe. Rêguhartina qaçaxçiyan bi devê serbazên tirk, pêwendiyên di nav MÎT û PKKê de rola çêkirina destûra nû û gelek tistên din. Pêwist û sert e ku serokwezîr derbarê van îdeayan de hatanî bi rojnamevan re bikeve hefthestê divê van pirsan zelal bike.

Xebatkarên hêja yên çapemeniyê

Em bi gilî û gazinc in;
Beriya her tistî ji dewletê û ji hukûmetê gilîdar in. Em ji raya gistî ya tirkan û ji çapemeniya tirkan jî gilîdar in.

Ev bobelat li kîjan welatê Ewrûpayê bibûna dê hukûmet, qet nebe wê wezîrê karê navxweyî û serokerkanê artêsê îstifa bikirana. Dê rayedarên dewletê bêdeng nemana û lêborîn bixwestana.

Divê wezîrê karên navxweyî û serokerkanê artêsê îstifa bikin. Serokkomar û serokwezîr ji gelê kurd, xasima jî gundiyên Roboskiyê lêborînê bixwazin.

Roja ku ev bûyer qewimî, çapemeniya tirk bêdeng ma, hetanî derengê rojê jî derbarê bûyerê de nûçe an jî dîmenek newesand. Di aliyê etîka çapemenî û rojnamgeriyê de ev sosreteke mezin e. Diyar e ku bêyî destûra hukûmeta AKPê çapemenî nikare behsa tistek bike. Her weha raya gistî ya Tirk jî bêdeng û bê helwêst ma. Li aliyek gelê kurd sîn dikir, li aliyê din jî tatêl û kelecana sersalê bi lasê wan girtibû.

Em dixwazin careke din bidin zanîn ku pirsa herî mezin pirsa kurdî ye û pirsa kurdî bi polîtîkayên red û înkar, zordestî, nefîkirin û tevkustinan çareser nabe. Divê dewlet dev ji vê rika xwe berde. Ji bo vê yekê jî beriya her tistî hemû operasyonên siyasî û leskerî bên rawestandin. Di prosesa çêkirina destûra bingehîn ya nû de rastiya kurdan bête qebûlkirin û bi awayeke adil pirsa kurd bête çareserkirin.

01.01.2012

HAK-PAR- Saxa Amedê
Komeleya Diyarbekir ÇIRA Komeleya Çand û Hunerê

Dengê Kurdistan

Back to top button