Nûçe

Daxuyaniya hevbes ya navbera KOMELE û HAK-PAR

Daxuyaniya hevbes ya navbera Komela Soresgera Zahmetkêsên Kurdistan (KOMELA) a Îranê û Partiya Maf û Azadîyan HAK-PAR

Heyetên KOMELE û HAK-PAR roja 06-07-2017 li Silêmaniyê hevdîtinek pêkanî. Her dû aliyan beyan kir ku referandûma li Basûrê Kurdistanê mafek rewaye û divê xelkê herêmê bi yekcarî besdariya referandûmê bike herweha encama referandûmê çi dibe bila bibe pêwîste ji aliyên hemû hêzên Kurd û Kurdistanî ve were pesendkirin. Dîsan divê dewletên cîran yên navçeyê jî encama referandûmê bi xwesbînî pêswazî bikin. Em bawerin ku bîr û raya cîhanê jî wê rêz li encamên referandûma ku ji bo paseroja Kurdan tê kirin bigre.

Her dû alî radigehinin ku ji bo Îran û Turkiyê damezrandina sistemêk wekhev, pirdeng, piralî,dadwer û federalî bastirîn rêya çareserkirina pirsa Kurdî li her dû welatan e. Pêwîste her dû dewlet bi xwesbînî rêya asitiyane û diyalogên siyasî xwes bikin. Lewra ku KOMELA û HAK-PAR qebûl dikin ku demokrasiyekî pirreng bastirîn sîsteme ji bo jiyana civakî ya hevwelatiyan.

Lê mixabin ku îro li Îran ê rêya çareseriya astiyanê û diyaloga siyasî ji rejîma Îranê ve hatiye xitmandin. Herweha her roj bi dehan kes têne girtin û heta ji wan çend kes têne îdam kirin piraniya wan Kurdin dîsan li Turkiyê jî girtin û zindanîkirina Rewsenbîr , Rojnameger û Rayedaran naye qebûlkirin. Herdû alî radegeynin ku îro bernameyên KOMELE û HAK-PAR gelek nêzîkî hevin lewraye pêwîste ji îro pêde jî her dû rêxistin li welat û derevey welat pêwendiyên navbera xwe xurtir bikin û zêdetir danûstandina bikin.

Dengê Kurdistan

Back to top button