Daxuyaniya hevpar a PDK Îranê û KOMALA

PDK Îranê û Komeleya Soresgêrên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de wajo (imza)kirina rêkkevtinnameyekê ji aliyê Sekreterên her du aliyan ve eskere kirin.
Deqa daxuyaniyê bi wî awayî ye:
Di dirêjiya hevdîtin û civînên navbera PDK Îranê û Komeleya Soresgêrên Zehmetkêsên Kurdistana Îranê, ji bo bas û sorove û nirxandina pirsên girîng ên dever û pêwendîdar bi pirsa Îranê bi gistî û Kurdistanê bi taybetî, herweha di dirêjiya basan de ji bo gelalekirina rêkkevtinnameyek hevpar ji bo alîkarî û hevdengî di navbera wan de ku heyamek bû ji aliyê heyeta raspartî a her du aliyan ve hewil dihat dayîn, roja Sêsemî berwar 21’ê Tebaxa 2012’an, heyetek rêberiya her du aliyan li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê bi serperestiya birêz ‘Ebdulla Murtedî’ Sekreterê Gistî yê Komeleya Soresgêzên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê û birêz ‘Mistefa Hicrî’ Sekreterê Gistî yê PDK Îranê jihev civiyan.
Her du heyetan di rûnistineka 5 demjimêrî de tevî bas ji pirsên girîng, rewsa Îran, dever û Kurdistanê, basên berê li ser gelaleya rêkkevtinnameyê ji bo alîkariya navbera wan du aliyan de berdewam kirin û bi vî awayî pêvajoya han gîhandin akama dawî û rêkkevtinname ji aliyê birêz ‘Mistefa Hicrî’ û birê ‘Ebdulla Muitedî’ ve hat wajokirin.
Her du aliyan hêvî xwastin ku naveroka wê rêkkevtinnameyê qada alîkariyên berfirehtir di navbera hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê de xwes bike.
Partiya Demokrat a Kurditana Îranê
Komeleya Soresgêrên Zehmetkês ên Kurditana Îranê
21’ê Tebaxa 2012’an
Kurdistanmedia
Dengê Kurdistan