Nûçe

Daxuyaniya Komeleya Çira ya Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî

Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyi – UNESCOyê di sala 1999an de, ji bo ku balê bikisîne ser dewlemendî û girîngiya zimanê zikmakî, pirçandî û pirzimaniyê; ji bo ku pistgiriya parastina zimanên li ber windabûnê ne bike, 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pejirand.

Em ji bo vê rojê deyndarê Bengaliya ne. Pistî ku Pakistanê di sala 1952an de zimanê Ûrdû wek zimanê fermî diyar kir, Bengalî li himber vê biryarê derketin û daxwaz kirin ku zimanê Bengalî jî bibe zimanê fermî. Ji bo vê yekê Tevgêra Zimanê Bengalî, bi pêsengiya xwendekarên zanîngehê dest bi çalakiyan kirin. Di çalakiya 21ê Sibata 1952an de, 11 kes ji aliyên polîsên Pakistanê ve hatin qetilkirin. Bengalî pistî vê bûyerê ranewestiyan, çalakiyên xwe domandin û desthilatdariya Pakistanê neçar kirin ku di sala 1956an de zimanê Bengalî ligel zimanê Ûrdû bibe zimanê fermî yê dudoyan.

21ê Sibatê, di heman demê de wek Roja Tekosîna li Dijî Kolonyalîzmê jî tê pîrozkirin. Ev tesadûfek be jî her du mijar bi hev ve girêdayîne û ji bo me balkês in.

Ji ber ku welatê me Kurdistan hatiye dagirkirin û bi sedan sal in ku gelê kurd ji mafên xwe yên rewa bê par hatiye histin. Ziman, dîrok, çand û nîrxên me yên neteweyî bi darê zorê hatine qedexekirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê bi tundî û bê navber hatine mesandin.

Armanca dagirkeran ew bû ku gelê kurd asîmîle bikin, bihelînin, zimanê wî pê bidin jibîrkirin da ku tevgera neteweyî ya li dijî kolonyalîzmê jî bi vî awayî ji holê bê rakirin.

Lê ew negihîstin mirazê xwe. Ji ber ku gelê kurd, li himberî vê zordestiyê li ber xwe da, têkosiya û hêviya azadiyê xurt kir.

Niha gelê kurd, bi tekosîna ku mesand gihistiye qonaxeke girîng. Li basûrê welat, gelê kurd bûye desthilatdar û xwedî derfetên girîng. Li vî perçeyî gelê me bi hinek kêmasiyên xwe ve êdî zimanê kurdî wek zimanê fermî û perwerdehiyê bikartîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, di valahiya desthilatdariyê ku pistî serê navxweyî yê li Sûriyê de kurdan di warê bikaranîna zimanê kurdî de hinek derfet bidest xistin û em hêvîdar in ku ev derfet bas bêne bikaranîn.

Li bakûrê Kurdistanê dewleta tirk neçar ma ku hebûna zimanê kurdî qebûl bike. Bi vê yekê re hinek gav hatin avêtin. TRT-6 vebû û dest bi wesanên kurdî kir, li hinek zanîngehan besên zimanên kurdî vebûn. Li dibistanan, dersên bijarte yên kurdî têne dayîn.

Her çiqas ev gavên erênî hatibin avêtin û jenosîda li himberî ziman û çanda gelê kurd sist bûbe jî em ji wekheviyê gelek dûr in.

Hêj zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistanê ne zimanê fermî ye, wek zimanê perwerdehiyê nayê bikaranîn. Ev mafê gelê kurd di destura bingehîn de cih negirtiye.

Bê guman, gelê kurd jî wek hemû neteweyên azad ên li cîhanê xwedî maf e ku li ser axa xwe bibe desthilatdar, zimanê wî bibe zimanê fermî û di hêmû qadên perwerdehiyê de bê bikaranîn.

Divê em kurd jî jibîr nekin ku ziman ruh, bîr û hismendiya neteweyan e. Bi gotineke din ziman nasnameya neteweyan e. Ger zimanê gelekî winda an qels bibe, dê ew gel bîr û hismendiya azadiyê winda bike. Dê ew netewe ruhê xwe, gencîneya xwe ya bi hezar salan winda bike.

Ji bo ku em bîr û hismendiya kurdîtiyê bilind bikin, ji bo ku ruhê welatparêziyê zîndî be, ji bo ku em pergala dagirkeriyê têk bibin, divê xwedî li zimanê xwe derkevin. Di hemû qadên jiyanê de kurdî bikarbînin.

Li aliyê din, em bang li rayedarên dewleta tirk dikin ku ew jî dev ji polîtîkayên xapandinê berdin. Li gor peymanên navneteweyî yên di warê bikaranîna zimanên zikmakî û pirçandiyê de tevbigerin.

Bila zimanê kurdî ligel tirkî bibe zimanê fermî û zimanên din yên li Tirkiyeyê ku hatine qedexekirin jî bi aweyekî fermî bên pejirandin da ku wek zimanê perwerdehiyê bên bikaranîn.

‘Roja Zimanê Zikmakî û Roja Tekosîna li Dijî Kolonyalîzmê pîroz be.’

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê

Dengê Kurdistan

Back to top button