Daxuyaniya Komîta Kargêr a KOMKAR-Elmanya

Komîta Kargêr a KOMKAR-Elmanya, di 30ê meha Gulana sala 2015an da li bajarê Bremenê civîna xwe ya periyodîk pêkanî.
Komita Kargêr, di civîna xwe da li ser gelek babetan sekinî, guftûgo li ser kar û xebatên ku hatine çêkirin, kir û bernameya kar û xebata pêserojê pejirand.
Komîta Kargêr a KOMKARê, di civîna xwe da biryar da ku belavoka jêrîn pêskesî bir û raya gistî bike.
Di serê meha Gulana sala 2015an da Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesud Barzanî serdana Emerîka kir û li gel Serokê Emerîka Rêzdar Barack Obama civiya û li ser serê DAIS, kêseyên di navbera Bexda û Hewlêrê û serxwebûna Kurdistanê guftûgo kir.
Mafê Kurdan jî heye, ku wekî her neteweyek dewleta xwe ya serbixwe ava bike û gelê Kurd li seranserê Kurdistanê bi salan e ji bona armanca hanê kar û xebatê dike û bi hazaran qurbanî daye.
Ev demek e îlan kirina dewleta serbixwe li Kurdistana Basûr di rojeva siyasî ya vê besê welatê me da ye. KOMKAR kêfxwes e, ku dewleta serbixweyî ya Kurd bûye mijara guftûgoya navbera Hêja Barzanî û Hêja Obama. KOMKAR pisgiriya hewla hanê ya Barzanî dike û ji hêzên siyasî yên Kurdistana Basûr daxwaz dike, ku di vi warî da bi yekdengî palpista Serokê Herêmê bin.
KOMKAR her usa daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî û rêxistinên demokratik û civakî yên Kurdistanê dike, ku pisgirî li hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bikin û her usa li besên Kurdistanê ku lê kar û xebat dikin, ji bona mafê damezrandina dewleta Kurdî xebatê ges bikin.
Di 24ê Gulanê da, li ser tuxûba Basûr û Rojhilatê Kurdistanê, komek gêrîlayên PKKê, êrîs kirin ser pêsmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û di emcama vê êrisê da pêsmergeyek sehîd ket, 3 pêsmerge jî birîndar bûn.
Em bi tundî vê êrîsa gêrîlayên PKKê sermezar dikin û bang li rêvebirên PKKê dikin, ku dev ji vê siyaseta sas û sosret berdin, ji ber ku siyaseta hanê tu caran xizmeta gelê Kurd nake.
Em daxwaz ji hemî partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin, ku pirsgirek û nakokiyên di navbera xwe de bi diyalog û rêka asîtiyane çareser bikin.
Komîta Kargêr a KOMKARê serxwesiya xwe pêskesî malbata Sehîd Qadir Kerîmi û HDKÎ, sagirtên Pêsawa Qazî û Qasimlo û Dr. Said dike.
Birakujî xwekujî ye!
Bimre xwekujî!
Bijî xebata gelê Kurd bo bidestxistina mafê çarenûsî!
Gulan 2015
Komîta Kargêr a KOMKAR-Elmanya
Dengê Kurdistan