Nivîsar

Daxuyanîya Konferansa Kurdistanê

Ev konferansa hana zirarên wê ji feydên wê pirtire, di bîr û bawerîya min de. Ji xwe ji serî de, amadekirina vê konferansê ji bo çi hatîye amdekerin babeta wê çîye?, neçîye? ji raya gistîre ne zelal bû. Li gor agahîya konferansê ji bo sêwrê û misêwrê ye, ji bo hemû Kurdên bakurê Kurdistanê û kêmnetewên li Kuristanê ku dijîn, wek Ermenî, Suryanî, Asûrî, keldanî û ereb an. Di vê konferansa Kurdistanê de, ku li Dîyarbekrê, di 17-18 meha Êlonê de ji 184 kesên rêxistin, dezgehên Kurdan û sexsiyet, rewsenbîr û ronakbîrên Kurdan, Ereba, Suryanî, Ermenî û Êzîdîyan pêk hat.

Di bîr û bawerîya min de, civînek weha û di roja îroyîn de, ewqas rêxistin, dezgehên Kurdan bêne cem hevdû, gelek bi qîmet û pîroz e. Lê ez weha bawer im, ku di vê konferansê de, tu kesî tixûbek dananî bûn ku kî bi ç zmanî bi axife. Lê weha dîyar bû ku hemû bi zmanê tirkî hatîye axaftin. Em jî dibêjin, bila zulm zehmetî ji ser zmanê Kurdî rabe. Bi qedrê xwedê ev ne henekê xwe em bi xwe û miletê xwe dikin. Xwedê giravî kesên ku besdarî vê konferansê bûne, ji sedî not û pêncê wan Kurdin û bi Kurdî ne axaftin, di bawerîya min de ji bo civînek weha dîrokî û bi zmanê xwe, ne axaftin xwe, xapandineke û zmanê Kurdî jî em xwe asimilye dikin…

Lê heger civînek weha di sertên îro yê tirkî de, meriv bê cem hevdû, divabûya berhemike gelek hêja, jê derketina û sûdeke berhemek jê bi hatina girtin. Lê heyîf û mi xabin konferanseke weha di sertên weha de, ku hate amadekirin, ku divabûya gelek biryarên balkês bihatina girtin. Heger çiqas jî di daxuyanîya konferansê de, li ser çend xala hatîye dîyarkirin, ev daxuyanî gelek qels û feyda gelê Kurd têde pir qels û xerabe. Li gor ku bav û kalên me gotine; ‘seva res ji êvar de, xuyanî bû’. ‘ Evdila hate mesûrkirin û partîya wî’ bi destên mesûlê Hak-Parê jî ve hate xwendin ew daxuyanhîya konferansê, de li ser xêrê be.

Ji xwe Hak-Parê di hilbijartinên meha Hezîrana 2011 an de, ji rîya programa xwe û destûra xwe, xet saskirîye, ev derba dudaye ku vê rêçikê xelet dike. Ji Hak-Parê re ma yek, li gor ku b av û kalên me gotine; ‘ qana nebî sê care’, ma kongra pênc emîn ya Hak-Parê, ku di virde jî biryarê bistînin, Hak-Par xwe fesex bike ew jî têkeve nav BDPê, ev ma ye, ji pêve em çi bêjin…

Heger meriv ji derbasbûnên xwe derzan dernxe, heger meriv derzê jî hîn dernexistibe, pêseroja meriv tarîye. Di civata her miletî de, hinik tistên pîroz hene ji bo civatê. Bi teybetî jî weke civata Kurdan. Heger ahlaq, terbîye hezkirin, mezin, biçûk, urf û adetên merivan rabe jî holê, sexsiyeta merivan jî kêm dibe. Hemû tist li ser bingeha derew û xapandinê bêne kirin ew kar rojik, duroj, mehik, salik du sal der tên holê, rûçikên merivan derdikevin û zelal dibe, meriv wana bas nasdike.

Axaftinên serokên yên ku ev konferansa kurdistanê amadekirine;

Serokê, DTKê û parlementerê Mêrdînê Ehmed Tirk jî di axaftina xwe de, qala rewsa heyî ya Kurdan kir û da zanîn ku Kurd, li gor berê di qonaxeke hêj bastir în û divê vê rewsa xwe ya heyî ber bi statoyeke siyasî veguhêzin. Yanî Ehmet Turk dibêje, statoya ku dixwaze ya Evdila ye, îradeya Îmralyê ji wîre di ser hertistîre ye, vê dibêje serokê DTKê, ser girtî raya xwe camêr dibêje, divê ku em jî fembikin.

Serokê KADEPê û parlementerê Amedê Serafedîn Elçî jî balkisand ser çareserkirina pirsa Kurdî û yekitiya Kurdan ku çawa bandorekî erênî di navbera hêzên Kurdan de afirandiye. Yanî ev camêr jî ‘Serafedîn’ dibêje, yekitîyeke Kurdan jî çêbibe, di bin banê partîyeke weke BDPê û ew jî bibe serokê wê, Evdila îradeya Îmralyê jî, ji bo wî ewqas ne mihûme, ji xwe temenê xwe tije kirîye…

Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadyan -HAK-PARê Bayram Bozyel jî di axaftina xwe de girîngiya di navbera hêzên kurd û kurdistanî de ber bi çav kir û dazanîn divê kurd, ji bo çareserkirina pirsa kurdî serî li rê û rêbazên ser û tundiyê nedin, ji bo vê yekê jî divê Dewleta Tirk, operasyonên leskerî rawestîne û PKK jî dev ji serê çekdarî berde û tekosîna siyasî bide. Ev camêrê kurê camêra jî ‘bayram bozyel’ ‘derbna ne destê wî ji dêrê dibe û ne jî, ji mizgeftê dibe’ di eslê xwe de, raya Bayrem Bozyel, Ehmed Turk û Serafedîn Elçî, di bingegê de weke hevdû difikir in. Lê kekê Bayram Bozyel hinik hesabê wî hene!.. ‘ew jî em û wî zanin’.

Ji min re ev konferansa bi navê Kurdistanê ku li Dîyarbekrê hatîye amadekirin, ronîye û dîyare, ji xwe min raya xwe li jorê daye xuyanî kirin. Xwezî û sed xwezî, ev konferans ne di vî wextê ku ev tevlihevîya ku li basûr têye kirin, di nava PKKê leskerên tirkan de û komara îranê û PJKê de, ku çêdibe û ser êsandinê ji desthiledarîya basûrê Kurdistanê re derdixîne.

Konferansa Kurdistanê ku çêbû, pistî çend mehên dinê bûna û bi teybetî jî, pistî kongera Netewî ya ku li basûrê Kurdistanê çêbibûna bas tir dibû. Ji xwe Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyî vê xwe de got, kongra ku li basûr çêbibûna êdî çê nabe, ji ber ku ev kongra çêbibûna divê ku asitî hebe û xwesî hebe, ku ev kongra çêbbibûna, weha xuyanîye ku ev kongre çênabe.

Di vir de, xuyanî bû ku konferansa Kurdistanê ku li Dîyarbekrê, di 17-18 êlonê de çêbû, bi zanebûn ev konferans çêbû. Yên weke, Hak-Parê û KADEPê û rêxistinên din hatin xapandin, ez weha dibêjim û rastîyeke. Ji ber tevlihevîya li herêmê ‘rojhilata navîn ku îroj têye kirin gelek plan û projeyên mezin hene’. Heger em Kurd jî, hayê me ji van plan û projeyan ve tunebe, ji bo çi em sîyasetê dikin. Konferansa Kurdistanê li dîyarbekrê çêbû, durojan nan xwarin û axaftin, hinik kesan dora axaftinê negha wan, hinikan jî di bin simbêlan de dikenîyan, me mesûriyeta Evdila û Îradeya Îmralyê bilind kir, her bijî ji vê konferansê re. Lê ez dibêjim, em dîsa hatin xapandin…

Balkêş e ?
Close
Back to top button