Daxuyaniya partî û rêxistinên Kurdistanî li Hollanda

Kurdistaniyên hêja
Her wek hûn haydar in, Kurdistan di rewsek hestiyar re derbas dibe û dujminên me ji bona nehistina nimûneya desthilatdariya Basûr û destkevtên Bakûr û rojava ku bi xwîna hezaran ciwanên vî gelê belengaz bidest hatine, xemsariyê nakin û ji bo bêdengkirina deng û agirê serhildan û soresa Rojhilatê, dest bo her pîlanekê dibin.
Di demekê de ku gelê kurd hewcehî bi yekîtî û hevgirtinê heye me çavnihêriya lidar xistina Kongireya Neteweyî dikir, li Kêlesîn a sînorê Kurdistana Rojhilatê û Xinêre ya Basûra Kurdistanê, mixabin pevçûnek I navbera gerîlayên KK û pêsmergên PDKÎ de serî hil dide.
Pêsmergên PDKÎ ku bi armanca çûna bo hundurê Kurdistanê û mana xwe li Kêlesînê ku bi salan êvirgeh û stargeha xortên demokrat bûye, cihgîr dibin.
Lê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn dorpêç kirin û pistî du hefteyan cehd û tekosîn û pêwendiyên pêsmergeyan û Deftera Siyasî a wê partiyê ku ser dernekewe hole, mixabin bêencam ma di roja 24ê gulana 2015an de, PKK êrîs bire ser pêsmergên PDKÎû pêsmergeyek sehîd û çend ên din jî birîndar bûn.
Em xem û keserên xwe ji sehîd û birîndarbûna pêsmergeyê PDKÎ tînin ziman û jib o pêsgirtin ji ser û pevçûnên navbera hêzên siyasî û herweha pêsgirtin ji serê birakujî, ku tenê dujmin û neyarên kurdan jê bimifah dibin, em daxwaz dikin ku:
1: Bila pirsgirêka han ji riya diyalog û guftigoyê ve were çareser kirin û tu hêzekê mafê destbirina bo çekê nebe.
2: Kurdistan mala me hemûyan e û bi liberçav girtina taybetmendiyên rewsa Kurdan li her besekê de, mafê tu hêzekê nine ku deverekê pawan û qorix bike û rê ji hêzên din bigre. Mafê hêzên Kurdistana Rojhilatê ye ku ji sînorên Rojhilata Kurdistanê ji bo kar û barên xwe mifahê bistînin.
3: Pistgiriya Lêjneyekê bi serperestiya Parlemana Kurdistanê û nûnerên Feraksyonên Parlementoya Herêmê bo lêkolîna ji çawaniya qewmîna bûyerê û encamên teqeya hêzên PKK ji pêsmergên PDKÎ dikin û û em daxwaza sermezarkirina aliyê tawanbar dikin û dibe hemû aliyek biryarên Parlemantoyê birêve bibin. Ji van pêgavên ku bi armanca dubare nekirina kiryarên weha kirêt û bi zirar ku derbê ji xebata gelê kurd bo rizgariyê didin, em pistgiriya xwe tînin ziman.
03. 06. 2015`an
-Partiya Demokrat a Kurdistanê
-Partiya Azadiya Kurdistanê
-Tevgera Goran
-Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-Komeleya Soresgir ên zehmetkêsên Kurdistanê
-Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
-Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dengê Kurdistan