Nûçe

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Seva derbasbûyî artêsa Tirkiye baregehên PKK ê li çend navçeyekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Pistî wê bombebaran kirinê, demjimêr 09.30 xuleka berî nîvroya îro semî 25.07.2015 birêz Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye, li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û bi dirêjî behsa rewsê kirin û sedema gihîstina rewsê ya asta vê pêsketina niha rûn û zelal kir.

Li beranber da Serok Barzanî dilgiraniya xwe nîsan da ku rews gihîstiye vê asta metirsîdar û tekez jî kir ku me gelek daxwaz kir kêse negihînin asta girjiyên zêdetir, ji ber ku astî take rêya çareseriya kêseyane û çendîn sal guftûgo bastire li yek demjimêr ser kirinê. Ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê hemû hewlek dide ku rews ji vê zêdetir nebe û vegerana proseya astî bastirîn rêye ji bo çareseriyê.

Serok Barzanî her wiha tekez dike ku ji bo sergirtina proseya astî li gel hemû aliyan hemû hewlekî daye û niha jî ji bo nehistina vê girjiyê her çi li siyana wî de hebê dike û hêvîdare hemû aliyek vegerin li ser bingeha proseya astiyê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.07.2015

http://www.presidency.krd

Dengê Kurdistan

Back to top button