Daxwaz ji Yekîtiya Miletan: Êrîsa hovane ya li ser Êzdiyan wek jenosîd bipejirînin!

Ji Bo Sekreterê Yekitiya Netewan
Birêz Sekreterê Hêja Ban Kim-moon
Wek hûn jî agahdar in; ev nêzîkî salekê ye ku rêxistina terorîst DAIS, êrîsî Basûrê Kurdistana Federal (Iraqê) dike û ev erîs hîn jî berdewam e.
Rêxistina terorîst a DAISê, di roja 03.08.2014’an de êrîsî herêma Singalê kir û wek hûn jî agadar in Kurdên Êzîdî rastî komkujîyeke mezin hatin.
Pistî êrîsa DAISê, bi hezaran Kurd hatin qetil kirin û gelek kes hatin serjê kirin.
Bi sedhezaran ji bo canê xwe xelas bikin, mal û milkê xwe berdan û koçber bûn.
Zêdeyî 100.000 kes xwe li Çîyayê Singalê girtin û zêdeyî heftîyekê, di kele kele germa havînê de bê nan û av man.
Di vê êrîsa hovane da li çiyê asê bûn û nikarîbûn li serê çîyê bêne xwarê.
Ji ber ku çiya bi alîyê hovên DAIS’ê ve hatibû dorpêç kirin.
Heta ku riyek/korîdorek hat vekirin, bi sedan zarok, pîrejin, kalemêr û kesên nexwes ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Êrîsa ku bi destê DAISê li Singalê pêkhat, trajedî û komkujîyeke mezin a însanî bû li dijî gelê Kurd.
Tenê li gundê Koço/Kocho 1800 Kurdên Êzîdî dijiyan. Gava ku DAIS hat gund, du rê dan ber Kurdên Êzîdî: Divê yan bibin misilman, yan jî divê bêne kustin!
Dema ku Êzîdîyan sert û daxwazên wan qebûl nekirin, DAISê zêdeyî 600 mêrên gund qetil kirin û bi sedan jin, zarok, kalemêr û pîrejin jî revandin, li gel xwe birin.
Di heman demê de DAISê êrîs bir li ser herêma Kurdên Êzîdî li Basîka û Bahzanê jî û gelekî nêzîkî Musilê ne.
Li wir jî bi dehhezaran Kurdên Êzîdî dest ji mal û milkên xwe berdan û koçber bûn.
DAISê, li Singalê li ber çavên jin û zarokan mêrên Kurd gulebaran kirin an jî serjê kirin.
Bi hezaran zarok, keç, jin û kalemêrên Êzîdî, dîl (hêsîr) girtin û revandin.
Keç û jinên Kurdên Êzîdî, ji xwe re wek koleyên seksê bikar anîn û di bazar û sûkên koleyan da li Iraq û Sûrîyê firotin dewlemendên Ereb û welatên Xelîcê.
Berîya ku DAIS, êrîsî Singalê bikê, li gor texmînan sênîyên (nifûsa) Singalê, di ser 450.000 kesî re bû.
Îro tenê derdora 10.000 kes li serê Çîyayê Singalê mane û li wir jîyana xwe di bin çadir û konan da derbas dikin.
Bi sedhezaran jî li Basûrê Kurdistanê, 10.000 li Rojavayê Kurdistanê û zêdeyî 20.000 Kurdên Êzîdî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û li wir gund û kampan de dimînin û jîyanek pir dijwar da dijîn.
Li gor hejmarên ku li ber destan e, DAISê 5000 Kurdên Êzîdî, ku piranîyên wan keç û jin bûn, revandin.
Heta niha 1628 kes hatine rizgar kirin an jî bi riya nas û dostan ji DAISê wekî dîl (kole) hatine kirîn.
Ji van 552 zarok, 765 jin û 311 mêr bûn. Di van demên dawî de li devera Telaferê jî hinek hatin rizgar kirin, lê berîya çend rojan xeber hat ku DAISê zêdeyî 500 mêrên Kurdên Êzîdî, ên di destên wan de li hev kom kirine û dixwazin wana jî bikujin. Îhtîmaleke mezin e ku ew jî niha hatibin qetlikirin.
Li hêla din jî DAIS, bi sedan zarokên Kurd bi zorê kirine misilman û mêjîyê wan sûstine û wan wek cihadîst ji bo serên xwe ên pêserojê amade dikin.
Eva jî bi serê xwe xetereke gelekî mezin e ji bo pêseroja hemû cîhanê.
Wek ku tê zanîn, rews gelekî xerab e û xetereke mezin li ser jiyana Kurdên Êzîdî û bîr û bawerîyên wan yên olî û dînî heye.
Ji ber ku Kurdên Êzîdî ne misilman in, ewana herdem di çavên Îslamîyên radîkal û fanatîk de wek kesên kafir neyar û dijmin tên hesibandin û dibine armancên êrîsan.
Heta vê gavê jî tevayî herêma Singalê nehatîye rizgar kirin û Êzîdî hîn jî ji ber tirsa DAISê newêrin vegerin herêmên rizgarkirî.
Erebên ku li herêmê dijîn malên Kurdan talan û wêran kirine û ne mal û ne jî xanî mane.
Di hemî waran de pêwistî bi alîkarîyeka mezin a navnetewî heye ji bo Kurdên Êzîdî. Îro bi sedan zarok sêwî, bê dê û bav mane û ji ber ku gelek tirs û kustin bi çavên xwe dîtine, derûnî û nefsîya wan/psîkolojîya wan têk çûye û di zûtirîn wext de pêwîstîya wan bi alîkarîyê heye.
Her weha bi hezaran keç û jin hene ku DAISê destdirêjîya wan kiriye an jî kustina keç, kur, bav, bira, mêr û mirovên xwe bi çavên xwe dîtine.
Ew hemî jî alîyê derûn, nefsî ango pskolojîyê da serûbinî bûne û pêwîstîya van bi alîkarî û pistgirîyeka bi lez heye!…
Em, weki rêxistin û komelên ku navên wan li jêr hatine nivîsandin, bang li Yêkîtîya Netewan (YN) dikin ku li Kurdên Êzîdî xwedî derkevin û wan biparêzin.
Ji bo vê yekê jî em daxwaz ji Yekîtîya Netewan dikin:
– Jenosîd û komkujîyên Kurdên Êzîdî li Singal’ê qebûl bikin!
– Alîkariya koçberan bikin da ku ew vegerin li ser cîh û warên xwe!
– Ji bo wan bingeheke aramî bê ava kirin da ku Kurdên Êzîdî ji êrisa îslamîyên radîkal bêne parastin û her waha zextê li ser dewletên misilman û Ereb bê danîn da ku keç û jinên Kurdên Êzîdî yên di destên DAISê de ne, bêne rizgar kirin.
Rexistinên ku imza Kirinê:
Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR /Elmanya
Senterê Kultura Kurdi li Elmanya SKK-Elmanya,
Komelê Mala Êzdiyan li Oldenburg /Elmanya
Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD)
Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN /Elmanya
Komela Kurd li Helsingborg-Swêd,
Yekîtiya Ciwan û Zarokên Kurdistan-KOMCIWAN /Elmanya
Komela Pisgiriya Kurdên Rojava-Frankfurt/Elmanya
Komela Kultura Kurdistan-Karlsruhe /Elmanya
Komela Kaniya Sipî li Helsingborg/Swêd
Komela Kurd Mîdya li Helsingborg/Swêd
Bingeha Lalish li Helsingborg/Swêd
Komela Kaniya Sipî li Bielefeld/Elmanya
Komela Kultûrî a Êzdiyan li Danîmark
Komela Êzdîyan Al Zaytun li Lund/Swêd
Dengê Kurdistan