Dazana encamî ya Komcivîna HAK-PARê ya 7-mîn

Dazana encamî ya Komcivîna HAK-PARê ya 7-mîn
Sazûmana dijî Kurdan jî dê rojekê hilwese
Gelê Kurd ê yeqîn bighîje azadîya xwe
Partîya Maf û Azadîyan Komcivîna xwe ya asayî ya 7-mîn bi sîara ”Wekhevî û Azadî” di roja 22ê Cotmehê de, li Enqerê civîya. Mijarên di rojevê de hilda dest xwe û li ser biryar stendin, Serokê Gistî û Meclîsa Partîyê a nû hilbijart û ev beyana encamî ya komcivînê belavkir.
Ji îradeya gelê Kurdistanê re rêz bigrin!
Gelê Kurd ê hemû parçeyên Kurdistanê ji bo mafên xwe yên mesrû rabûye ser xwe .
Gelê Kurd, ku welatê wî pistî Serê Cîhanê 1-mîn hatîye parçekirin û bê statû hatîye hîstin, di rêya azadîya neteweyî da mesa xwe didomîne.
Pêlên guhartinê yên xurt li Rojhilatanavîn bûn sedemên statuyeke erênî û dûra ew rewsa erênî xist xeterê. Bi vê yekê re rûyê sazûmana dijminîatîyê li hember Kurdan bêtir rûyê xwe nîsanda.
Hukumetên navendî yên mezheb-perest yên Iraqê pistî helwesandina rejima BAAS ketine bin bandora Îranê û welat kirin nav avzêma terorê.
Wan, zagona bingehîn dan alîyekê ew bi kar neanîn, bi vî awayî Iraq parçekirin. Bi sîyaseta xwe ya mezhebî , ji peydabûn û xurtbûna rêxistineke terorîst wek ÎSÎD re zemîn hazir kirin. Dema ÎSÎDê êris bire ser Musulê û Kurdistanê, wan çekên xwe hîstin û bazdan. Hukumeta navendî, li sûna ku herêmê biparêze, hîst ku ew der bibe gola xwînê.
Hukumeta navendî, ji butçeya dewletê para kurdan neda. Kurd ji artêsa navendî û ji burokrasîyê dûrxistin.
Di vê rewsê de, wan êrisî anîn ser gelê Kurd ê ku ji bo biryardana dahatûya xwe, di roja 25 îlonê de çûn ser sandoqan û bi 93% dengan biryara serxwebûnê pejirandin. Wan di serî de Kerkuk, dagirkirina erdê Kurdistanê dane ber xwe. Him jî bi destê rêxistina terorîst a ku ji alî Îranê ve tê fînansekirin û rêvebirin.
Di serî de DYA, Rûsya , welatên YE û Neteweyê Yekbûyî, tenê lê temasekirin. Ev yek ji bo wan rûresîyek e.
Komcivîna me, dagirkirina Kerkukê û deverên dî ku ji alî rêxistina paramiliter Hastî Sabî ya ku bi destê hukumeta navendî ya Iraqê ya mezhebperest û Îranê ve tê fînansekirin, rûres dike. Bila Hukumeta Navendî ya Iraqê û rêxistina terorîst a Hestî Sabî derhal ji Kurdistanê derkevin.
Komcivîna me, silavê li gelê Kurd dike ku bi qehremanî welatê xwe diparêze. Û yên ku bi hêzên dagirkeran re hevkarî û xîyanet kirin rûres dike.
HAK-PAR bang li hemû cîhana medenî dike ku ji îradeya milletê Kurd ya ku bi referandûma 25ê Îlonê 2017a de serxwebûn nîsandaye rêz bigrin.
Li alîyê din divê rêvebirên Tirkîyê dev ji gefxwarin, heqaret û dijminatîya li hember Herêma Kurdistana Federe berdin. Bila bizanin ku ev siyaseta neyartîyê li hember birayên me yên basûr, me 25 milyon kurdên bakur birîndar dike.
Hukumeta AK Partî ya ku pista xwe dide netewperestîyê û bi wan hêzan re sîstemeke nû sazdike, ji bo ku bikaribe li ser desthilatdarîyê bimîne.
Alîgirên desthilatê bi xwe, heta bêjî serbest in, lê yên muxalif yekser di binê zordarîyê de ne; rojnamevan, nivîskar, parlamenter tên girtin, ji belediyan re kayyum tên tayînkirin, azadîya rêxistinî, deranîna fikir û ramanan êdî tenê wek sembolîk heye. Di vê rewsê de mirov nikare ne qala demokrasîyê ne jî ya dewleta huquqê bike.
Komcivîna me bang dike ku hemû barikat û astengên li ber normalîzekirin û demokratik kirina Tirkîyê ji holê bêne rakirin û ji bo pêkanîna hoyên azadî û serbestîye berî her tistî divê dawî rejîma awarte (OHAL) bête anîn.
Tirkîye ya ku di pêwendîyên derve de bi DYA, Almanya û welatên din ên YE re dikeve serhiskîyê, roj bi roj bi tenê dimîne, bi siyaseta xwe ya hingufî Iraq û Surîyê de disimite nav macerayên nû.
Desthilatdarî, divê xwe ji paranoya ku pistî ceribandina cuntayê derketiye holê, xilas bike. Dest bavêje çareserkirina pirsgirêkên mezin; wan ne tepisîne, hewaleyî eskerîyê neke. Ew bi wî awayî mezintir û girantir dibin.
Di serê serî de pirsa Kurd û Elewîyan cî digre.
Pirsa Elewîyan dikare çareser bibe dema dewlet ji hemû bawrîyan re rêz bigre, têkilî wan nebe, hemûyan wek hev bibîne. Ango çareserîya rast tenê di sekulerîyeke durust de ye.
Çareserîya rasteqîn ya pirsa Kurd jî, tenê li ser bingehê wekhevîyê, di çareserîya federal de ye. Çaresernekirina pirsa Kurd, mîlîtarîzmê xurt dike, destê derdorên nijatperest xurt dike, rê li ber avakirina demokrasîyê digre, sîddetê derdixe pês, astîya navxweyî tehdît dike û ji cûntayên eskerî re zemîn hazir dike, û di siyaseta derve de Tirkîyê dixe nav tenêbûn û kirîzên aborî.
Divê êdî bête zanîn ku bêyî çareserkirina pirsa Kurd bi sêwekî adil, astî û aramî çêdibe û ne jî pêsketina aborîyê mimkun e.
HAK-PAR partîyeke azadîxwez û demokratîk e û tdixwaze çareserkirina pirsa Kurd bi rîya astîyane û demokratîk pêkbê.
Komcivîna me, bangî hemû welatparêzan, demokratan, rewsenbîran û sîyasetmedaran dike; Gelê Kurd di nav rojên gelek teng re derbas dibe.
Ew li tercîheke mîllî ya din, yeke cîddî, xwedî îstîkrar, biryardar, demokratik û hevdem digere.
Gelê me dixwaze welatparêzan; çi sunî, çi elewî, çi sosyalîst, çi nasyonalist yan jî lîberal, hemûyan di refekê de bibîne.
HAK-PAR, ku ji alî kadroyên hin kevnesopîyên cuda bi hevre, hatiye avakirin û heta îro hatîye, alternatifeke berbiçav a li gor vê daxwazê ye.
Werin, hîna ne derng e, em bi hevra alternatifa ku gelê Kurd lê digere xurt bikin.
22 Cotmeh 2017
Dengê Kurdistan