Nivîsar

Dem û Dewran Zû Diguhere…

Berî çelûpênc sala li gundê me nîv xelîfeyek mala sêxê Xiznewîyê binya xetê, rojavayî Kurdistanê hebû. Navê wî nîvxelîfî Ûsê bû, jina wî jî li alîyekî oda malê êvara suhbeta mala sêx dikir, bi jinên gund re. Ûsê jî li alîyekî malê suhbetên dînî olî û qala mala sêx dikir, wexta ku qala mala sêx dihat kirin, sofî û mirîdên sêx wekû tu serê wan jêkî, bi sur diketin, dibû hey hey heya wan, deng ji hinikan dihat kirin or, or ora, weke gayan, hinikan dirîyan hew, hew weke heywanan, ji hêla jinan dengên kar û berxa û hîs, hîsa wan dihat. Jinkê radihist simka xwe elo elo Tilmerûf, xwedêgiravî diaxifî bi mala sêx re. Jina jî digotin, ya masele, ya masele, xwedê daye vê xanima Ûsê. Jinên gund ji xanima Ûsê bawer dikrin, weke kesên nezan û cahil.

Îca wexta ku sofî û mirîdên sêx heta sevbihêrk xelasdibû diçûn malê, hingî ku dibetilîn bisur-cezmê diketin, pir dibetilîn diçûn mala xwe û hema diketin nav livînên xwe û radizan, sibehê mêja xwe dikirin li camîyê û êvarê jî dîsa sofî û mirîdan berê xwe didan mala nîvxelîfe Ûsê. Dîsa nîvxelîfe qala sêx û mezneya wî dikir, sofî û mirîd bi surdiketin xwe gêjo mêjo dikirin, bawerî anîbûn bi sêxê xwe û xwedê û ne filan û ne bêvan…

Derba leskerî-muhtira di sala1961’an de, çêbû nîvxelîfê gundê me jî hate girtin, û sofî û mirîdên sêx yeko yeko, xwe li vîyalî û wîyalî xwe dan alî, hinik ji wan bûn zilamên muhtira û hinik jî man hevalên sêx bi dizî û heta ana jî hinik ji wan sax in. Lê pir hindik ji wan sofî û mirîdan manin. Îca ev dewr û dewran xwe diguherîne, sûna dema zivistanê bihar tê, sûna biharê havîn digre û sûna havînê jî payîz digre. Ev dewrane ev dinya ji tu kesîre namîne, lê tenê navê wan qenc ya xeraba dimîne. Bav û kalên me dibêjin, ‘însan dimre nav dimîne, ga diçe-dimre ayar dimîne’.

GUL Û FIRÊZ, AZADÎ Û SEROK

Gul û firêz herdu jî nebat in. Lê yek bi kêrhatî ye, ya dinê bi zirar e. Gul baxçe û bostanan, dora malan dixemilîne, bîhneke xwes belav dike, sebra merivan tîne û dilê merivan pê ges dibe. Lê firêz cîyê ku bibe nahêle gîya, gul û dar bas bisuxule. Firêz bela ye. Gul bi zehmet digihîjin, ji bo wan gelek kar, xebat û huner divê. Lê bo firêzê ne usa ye. Ew di bin axê da bi rehetî disuxule, kok û riçalên xwe belav dike, di demeke kurt da tewna xwe çêdike, erdê dipêçe. Paqijkirina wê gelek zehmet e. Di sîyatê da jî carina usa ye. Tu dibînî tistê bas gelek bi zehmet çêdibe, zeman dixwaze; lê tistê xirab wek firêzê bi hêsanî zêde dibe..

***

* Pirbûn tistek e, basbûn tistekî din.
* Pirbûna bêserefan ji bo gel û welatekî ne dewlemendî ye ne jî serbilindî ye.
* Risqê derewinan di saya ehmeqan da ye.
* Ji kerê pirsîn: “Tu çima ker î?”
Got: “Ku min sebep bizaniba, dibûme ker?”

***

Qefleyeke mirov bi rê ketibûn, bi dû hev rêz bûbûn diçûn.
Hal û rewsa wan, qiyafetê wan bas xuya ne dikir.
Di rê da yek rastî wan hat û pirsî:
“Serokê we kî ye?”
Yekî ji wan lê vegerand:
“Ewê har û dînê pêsîyê..”
Mirov serê xwe hejand û xwe bi xwe got:
“De keremke, ku ewê serî har û dîn be, yê bi dû wî diçin çawan in?!.”

***

Yek çû bajarekî biyanî. Dît ku xirêbe ye; xelk perîsan e, birçî û betal e, di bin zulmê da dinale. Pirsî:
“Gelo hûn bê hukumet in?”
Yekî lê vegerand:
“Çawa, welatê bê hukumet dibe!.”
“Lê halê we çima ewqas xireb e?”
“Hukumet ne ji me ye, dijminê me ye..”

“Haa, hûn ne azad in… Xuya ye yekitîya we û serokê we jî tune û hûn ber xwe nadin..”
“Na, yekitîya me jî heye, sorokê me jî heye û em gelek ber xwe didin…”

Vêcar biyanî sas û metel ma, got:
“Bas e, hûn çima hîn jî bindest in?”
“Ji ber ku serokê me jî xulamê hukumetê ye!..”

***

Min dît, bi hezaran kes bi dû dîn û bodelekî diçin
Diz û derewînan ra çepik lêdixin, xwe didirînin
Sas nebe bavo, metel nemîne, halê dinyayê ev e
Ew mirov in ku pûtê ga çêdikin, li ber secde dikin…

***

Ez dibêjim, ev çarînên kekê Kemal hemû yeko yeko, bi sere xwe bi naverok in û bi mane nin, wexta ku meriv dixwîne, tu dibêjî qey li ser filankes û bêvankesî hatîye nivîsandin û heta ku meriv xwe jî têde dibîne. Bawerim wê di pêserojên welateke azad Kurdistanê de, ev çarînên kekê Kemal Burkay wê di dibîstanan de û di nav gelê Kurd de yeko yeko sirove bêkirin û wê dersên gelek hêja û nûmûnên delal jê bê standin.

Têbinî;
Ev nivîsa ku bi navê ‘Gul û Firêz, Azadî û Serok’ e, yek ji nivîsên Ferhat Can e (Kemal Burkay) ku di diquncika bi navâ Nivîsên Semîyê, di sala 2000î meha 9an 15ê wê hatibû çapkirin, ev 12e sal derbas bû, lê tu dibêjî qey ji bo vê dema ku em tê danin hatîye sirovekirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button