Nivîsar

Dema ku res û sipî ji hev nehate cuda kirin

Gazindeyekê min Ji Dr. Musa Kewal re.

Ji bo rastî gotin û parastinê, ne tenê zanîn her wusa xîret û mêranî û hîmet û keramet hewce ye.

Rosenbîr û hunermend ew kes in ku bê tirs, rastîyan jî gel ra destnîsan bikin.

Ewana ala hilgirê rastîya ne, gefên kustin û xusar û zîyanên mezin, canî û malî û karyarî wan jî rêka wana pasgez nakin.

Gelek mixabinî hêjmara wan kesana gelek kemin û jî tiliyên destan derbaz nabin.

Lê belê tevgera wana, gelek kargêr e li hemberî tevgera asbetalker û buxtankeran da.

Bas e eger em derbazbûyîna xwe, nezanî bin û ji bona hesabdanê her tim li hemberî gel û dîrokê amade nebin, em ji bo çî derkevtine rê û rola me wê çi be?

Gotineke me Kurdan heye.

Tirar ji sorbê gerimtir e.

Dema ku hine kesên wek Serefedîn beg rabin û berevanîyê li kustar û gef û kiryarên birakujîya PKKê, bikin, ma nabe hindek camêr jêra bibêjîn: Hêdî bajo Serefedîn beg hêdî bajo!

Ji bo kursîyekê, jî bo meqam û pileyekê, ji bo berjevendîyên kesayetî, ma mirov ewqas xwe nizim dike.

Heyfa mirovên ku di demekî wusa da xwe bikine destmala jêr destên tarî û dijî demokratîk da. Bi gotineke zelaltir xwe bifrosin.

Hem jî gelêk bi erzanî hita bî belesî.

Di vê navberê da hindek camêrên dinê jî hene, di navberê da dengê xwe bilind dikin û kulmên dilsozîyê li singê xwe didin û namên vekirî û peyamên siret û nesîhetan didine wan alîyana û bi gora dilê xwe misyonekê jî xwe ra ditirasin.

Yêk jî wan kesana kêkê Dr. Musa Qewal e.

Nameyeke vekirî ji bo rêzdar Kemal Burkayî û Elçî û rêberên dinê rêdike, daxwaz dike ku dest jî vê alozîyê bikîsînin û nekevine talika dijmin. Kekê Musa nameyeke dirêj nivîsandîyê û hewce ye ew kesana bersîva rêzdar bidin.

Lê belê ji ber vê ku ez Kekê Musa bi nêzîkî nas dikim û ew jî rewsa PKK û her wusa kesatîya Serefedîn jî bas nasdike. Me qederê çend salan li jêr banê yêkitîya hêzên Kurdistanê (Bakurê) kar û xebat jî kirîye û ew helwêsta Serefedîn Beg jî bas dizane.

Kekê Musa bas dizane kû tabût û termê HEVBENDIyê her di nava mala PSK ê da maye û mohra wê jî li mala Kekê Musa da maye.

Sedemê wê jî bas dizane!!!

Dîyar e ku kekê min, Xalê Musa ev meseleye jî bîr kirîye, ez bi rêka vê nivîsa xwe bi bîr tînim.

Niha jî cenabê Kekê Musa nameyeke vekirî dinivîse û ter û hisk tev hev dike.

Ev na karekî aqilane ye û ne jî digel wujdan û kerameta mirovekî xudê tirs û dîroknas û welatperwer da ye.

Çawa helwêst û xweragirîya rêzdar Burkay, tev helwêsta xweperest û helperst û tirsonekan dike.

Heyf sed cara heyf û mixabînî.

Eger ku min ev name bi xwe naxwandiba û hindeka ji min ra gotiban, bawer bikin ku min bawer nedikir.

Dibê we jî her wekî, rêzdaran Mîroglo,Güçlü,ku tu bi xwe jî sahidê gelek bûyeran î, destê xwe dirêjî nav çavê rastîpêçan kiriba û bersîva xulqîner û sedem û hoyên van alozîyan dabane.

Lê her wekû min di serê gotara xwe da jî gotibû: Ji bo rastî gotin û parastinê, ne tenê zanîn her wusa xîret û mêranî û hîmet û keramet hewce ye.

Rosenbîr û hunermend ew kes in ku bê tirs, rastîyan jî gel ra destnîsan bikin.

Belê her wek Sehîdê nemir û pêsrêvê demokrasî û astîyê Dr. Qasimlo digot: Sîyaset hûnera mumkun e.

Di dumahîya gotara xwe da, ez vê rastîya ku lê Bawer im dubare bikim.

Xwezî jî xêra xudêra me hejmareke berçavê kesên wek Rêzdar Kemal Burkayî heban.

Rastgoyî netirsî, camêrî û merdayetî di karektera her kesekê da cihgîr nabe. Ew xasyetana di kesatîya rêzdar Burkay da hene û her tim di xizmeta gel û welat da ye, loma bi hêviyên mezin, singê xwe daye hemberî êrîsên dagîrkerên Kurdistanê, bi zanyarî û bi sebir, berxwe dide.

Duhunê çi digotin û çi dixwastin îroke jî her li ser wê bawerîyê ye.

Strana xwe bî dengekî bilind distêre.

Lê hindek kes jî bo gora dilxwazîya axayê xwe miqama xwe diguhorin.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button