Nivîsar

Demsal û Civak…

Derbna meriv li ser civak û urfadetên bav û kalên xwe binivîse basdibe. Ji bo ku ji bîra meriv neçe û ji zarokên meriv û nevîyên meriv jî civaka û urfadetên bav û kalên xwe bisopînin. Bêguman her yekî ku dinivîse li ser civaka xwe û urfadet, dîrok û zmanê bav û kalên xwe, pir hindik di lêkolînê de dikarin yek ji yêdinê bastir kiribe, li gor zanînê. Lê miletek ku bi sedê sala bindest mabe weke gelê Kurd, ez dibêjim gundî, esîr, malbat û êlên Kurdan zman, civak, urf û adetên xwe, demsal û hinik jê jî ne bi hawayeke ilmî zanînê be jî, dîroka xwe dizanin û li cem wan maye, ev rastîyeke meye.

Civata gelê Kurd, civateke pir bi reng û denge zengîne û pir cûreyên xwe gelekin. Serpêhatîyên gelê me ewqas hene ku bi hezaran filîm û sano/tîyatro dikarin çêbibin. Bav û kalên me di pêsgotinên bav û kalên xwe de, yanî gotinên pêsîyên xwe de, gelek xwes li hevdû anîne û her gotinikê de gelek bi mane têne gotin. Merivê ku qala wan gotinan dike herkes digre ser xwe, yê himber dibêje ev li ser min gotîye, yê dinê dibe je li ser min gotîye.

Weke ku bav û kalên me gotine, ‘herkesek dire ber maka xwe’ bi gotinek dinê, ‘xwedîyê fisê bi xwe dihis e’ filankeso, ‘ji sîya xwe dixeyî de’ bêvankeso, ‘ne germ lêtê û ne sar’ ev hemû gotinên ser girtî ni.

Lê di civakê de û bi teybetî jî civaka gelê Kurd de, wexta ku çîrok û meselok têne gotin, yan jî bêne nivîsandin, te dît filankesî bêvankesî ew meselok yan jî ew çîroka hana gird ser xwe.

Îca bav û kalên me gotine, keseke ku ji xwe bi sik be, daw sil be, ji xwe wê bigre ser xwe û xwe bixeyîde û werhasilî.

Di salê de, çar demsal hene:

Di van herçar demsalan de, hinik tebîetên wan û rewsa wanî hewayê û sermê, germê, hênkaya wan nêzî hevin disibin hev. Demsalên ku nêzî hevin,tebîetên wan disibin hev ev in.

Zivistan:

Mesele dema zivistanê û hinik ji biharê û heta ji payîzê disibin hev.
Îca mehên ku di van demsalan de hene jî ev in;

Bihar:

Rewsa biharê, havînê ji gelek tistên wan disibin hevdû. Lê biharê der û dor sîndibe gul û çîçek vedibin, pez û dewar dizên dengê kar û berxan or ora çêlekan û gayan, hîs hîsa hesapan, me mebûna mîh û bizina. Heta deyîr û tûrên ku cîhê xwe dugherînin, zivistana dirin welatên germê û bihara bi pasde vedigerin serxaka ku jê çûne, weke legleg, gambelek, hechecîk, zerdole, teyîrê simirmir, bet, ordek û qaz hwd.

Havîn:

Gohertin di meha havînê de têye kirin, germ û germ meriv li hinik herêmên Kurdistanê, weke mînak, li basûrê Kurdistanê desta Hewlêrê, Silêmanîyê, Kerkûkê û derdora wê, bakurê Kurdistanê Desta Dîyarbekrê û berîya Mêrdînê, herêma Ruhahê ewha her Entabê, Adîyeman, Maras, Meletya û Batmanê, basûrê biçûk Kurdistanê, Qamislo, Hesekê û Amûdê û meriv dikare bêje, hemû basûrê biçûk yê Kurdistanê germe, û rojhilatê Kurdistanê Mihabat û gelek bajarê rojhilatê kurdistanê gelek germdibe.

Payîz:

Dema demsala çaran de jî hewa têye guhertin, hewa hêdî hêdî berbi hênkayêve diçe, nêzîkaya zivistanê dibe. Pelên daran zerdibin, rengên dar û beran têye guhertin ji sênkayê derbasî bi ser zervayê û sorbûnêve diçe. Herkes amadekirina meha zivistanê dike. Qurmik, êzing resîk/komirê ji bo zivistanê amededikin. Qûtê zivistan çi hebe hemû herkes li got quweta xwe û hebûna xwe amadekarîya xwe dikin. De bila evjî weha be…

Balkêş e ?
Close
Back to top button