Dengê Kurdistan: Wefata Wezîrê Eso ji bo ziman û çanda kurdî xesareke mezin e

Gelê Kurd rewsenbîrekî xwe yê hezkirî winda kir.
Nivîskar, rojnamevan Wezîrê Eso îro li Brukselê çû ser dilovaniya xwe. Wezîrê Eso hosta û xebatkarekî gelekî berbiçav ê ziman û çanda kurdî bû. Ew di nav Kurdên çaralî Kurdistanê û cîhanê de mirovekî naskirî û hezkirî bû. Wefata bi xwe re xemgînîyeke mezin xiste nav dost, heval û hezkirîyên wî.
Wezîrê Eso di sala 1934-a de li bajarê Tiblîsê hatiye dunyayê. Li Ermenîstanê li gundê Sîpanê mezin dibe û di xwendigehên Ermenîstanê de xwendina bilind diqedîne. Wek dersdar, rojnamevan (di rojnameya kurdî Riya Teze de), nivîskarê edebiyatê û werger dixebite û berhemên gelek hêja pêskêsî ziman û çanda kurdî dike.
Wezîrê Eso wê di nav dîroka pêsxistina ziman û çanda kurdî/kurmancî de herdem bê bîranîn û ciyekî bi rêz û qedir wergire.
Wefata Wezîrê Eso xesareke mezin e ji bo ziman, çand û jiyana rewsenbîrî ya civata kurd.
Em ji malbata wî re sebir û sersaxiyê dixwazin.
Bila sere gelê Kurdistanê sax be.
Dengê Kurdistan, Wesanên Roja Nû û KOMKAR -Swêd
Dengê Kurdistan