Nivîsar

Dengê xwe nede hêzê bi de rastîyê

Xebata hilbijartinên deverê destpêkir.

HAK-PAR ê berendamên xwe dane nasandin û ji bo na kar û xebata xwe dest bi kar buye.Navê HAK-PAR ê di nava lîsta kû partîyên dikevine hilbijartina di rêza 18 daye.

Bê guman kar û xebat ji bo endamên HAK-PAR ê gelek dijware.Bi kêm imkanî û di hel û merce^n dijwar da xebata xwe didomînin.Cceka here mezine wan bawerî û rêxistina wana ye.Rêbaza wana ya rast û welatperwerîyê ye.Endam û rêveberîya HAK-PAR êrast bînin, ne xiyalperset û ressbînin.Dizanin kû rikeberên wan hem li nava mala Kurdanda hem jî partîyên netewê serdest û desthelatdar gelek bi hêz û xudan imkanin.Di rewsseke wusa da komek mirovên li xwe û dozaxwe û gelê xwe bawer dakevtine nava qada meydanê û di xwazin rêbaza xwe bi civatên xwelkê bidin nasandin û bawerîya wan û pisstgîrîya wana wergirin. Belê her wek,me got ev ne karekî hêsan e.

Cend rojeka berîniha li bajêrê Licê da buyerek di navbera endamên DBP û HÜDAPAR ê derkevt.Her wekû têzanîn demê messandina kar û xebata hilbijartina da , her rêxistin û bir û hizrek, taqe kesî yan jî bi civatî mafê wanne ku bi rêkên maqul dur ji sser û ssidet û terorê bikevine nava civatên xelkê û bir û bawerîya xwe bi wana bidene nasandin û dengê wan ji xwe ra bidestvê bînin.Em dibê mafê her alîyekê biparêrzin. Eger kû em ne tev bîr û bawerîya wana jî bibin, lê mafê wanaye kû deng ji xelkê bixwazin û xwe bidene pêss.Bê guman kî û cci alîyek jî wê rewssê keyfxwessdibe, berî her tisstekê dewleta dagîrker û hêzên tarî û ajewegerên rejîmê. Her wusa ew rêxistinên ku bawerîbi Demoqrasîyê û rêzli mafê hevdu girtinî nîne û di xwaze bi destê zoremilîyê û dîktatorîyê hêzbuna xwe biparêze û ne hêle dengek jî dengê wana cudatir, rengek ji rengê wana cudatir derkeve holê.Ev jî belyake gelek mezine. Xusareke mezin dide gel û welat .

DBP, bi gotineke zelaltir û bê hêreve û wê ve PKK duhunê û îro û sibê jî naxwaze û eger ku bikare nahêle rengek û engek jî wana zêdetir derkeve hemberê wan û pêssrevîya gel bikin.Ewan di bêjîn Kurdistan di bindestê me daye û em ci bixwazin her wusa dib e.Bigotineke dinê “Serok ” ci bifermît her wusa dib e.Serokê DBP Sabahatin Demirtas li ser buyera Lîcê dibêje: “HÜDA PAR denen parti, neredeyse bir tek üyesinin bile olmadigi bir ilçeye gidip esnafa bildiri dagitiyor. Esnafin kendisi tepki gösteriyor. Esnaf, burada ‘Bu bildiriyi dagitmayin’ diyor. Esnaf ne partimizin yöneticisidir ne partimizin üyesidir. Yani halkin dogal tepkisi gelisiyor.”

Em wek hevalbendên PSK ji van ccirokana têrin û ew nikarin me bixapînin.

Dibê DBP û hevalbendên wê hizrê vê rastîyê qebul bikin, mafê partî û rêxistinên dinê jî yê ku bêne nava xelkê belavokên xwe belav bikin.Bese dest jî wê tekelxwazîya xwe berdin. Kurdistan mala her kurdekê ye. Tirsa we jî cciye. Eger kû wan partîyana endemekî wana li wêderê nîne hun jî ci ditirsin bila bên belavokên xwe belav bikin û bê sser û ajewe vegerne mala xwe.Gef û sser ccareserî nîne û buyeran aloztir dike û rewssê xirabtir dike.

Bê guman her du alîjî dibê meydanê nedine ajawagêran û dinava hewayekî birayêtî û dostan rikeberîya xwe bikin û biryarê ji gelra bihêlîn û dengê ji sindoqan derdikeve binasin.

Durussma HAK-PAR ê di cihdaye, ji gel dixwazin û dibêjîn dengê xwe nede hêzê bi de rastîyê.

Her ev kû hêzên hêzdar ji rastîya ditirsin.Rastî wekî tîjkên roja ges sîbera wan li wana dike dijmin û wana har û hov dike.

Bê guman HAK-PAR, DBP û HÜDA PAR ji nava xelkê Kurdistanê li bakur derkevtine û mafê bessdarbuna hilbijartinên herêmî û seransserî bi destve anîne. Mafê wan hersê Partîyên Kurdin bê hêreve û wêve kar û xebata xwe bi azadana bikin û ji bona bi destve anîna serkevtinan berxwe biden. Di vêderê da em ter û hissik bi hevra nessewitînin. Di hemî deman da hizra PKK û hevalbendên wê rêxsitinê hertim berê cceka xwe dayîne singê welatperwerên kurd û hertim ji wana ra bune asteng.Ewan her tim ala hilgirên sserê birakujîyê bune û niha jî her wê nesaxîya xwe didomînin.Tirsa min eve ku dîsa xuna kurda bi destê kurda bê rijandin.Buyera Lîcê û helwêsta DBP wê alozîyê mezintir dike.

Buyerên Rojavaya Kurdistanê ragihandina desthelatîya PYD armanca wana bastir dide berccavan. Ewan hizr û rengekî dinê layiqî gelê Kurd nabînin û bi tinê dadisepînîn ku her kes bi bercacavka wan, di pencera wana da li jîyanê û rastîyên heyî mêze bikin. Eger kû wusa nekin mafê jîyana wana nîn e.

Belê loma min di serîda got karê heval û endamên HAK-PAR ê gelek zehmete, lê xebateke bi rûmete.

Her partî û hizir û bawerîyek ji hewcedarîyê pêyda dibe. Niha bakura Kurdistanê hewcedarî bi vê hizr û bawerî ya HAK-PAR ê heye. Ji ber kû ew partî pir dengîyê û pir rengîyê diparêz e.Kes nikare birahîka wan rastîyana bigir e.Ji ber kû ew rastîyên jîyan ê ne.

Werin deng bidine rastî yê ne hêzê.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button