Nivîsar

Dersên dîrokê

Ji hukumê Ebdil Kerîm Qasim girtî heta bassyên nijarperest, çi cara deshilatdarên dewleta Iraqê li bin giraniya serkariya Kurdên Basur da diskestin di hêzên Kurdan ra diketin tekîlî – lihevhatinê, hivî dikirin ku Kurd serhildana xwe rawestînin, soz û gumanên çareserya pirsgirêkê didan Kurdan. Lê dema tengasyê derdiketin dîsa siasya xweye hisk – nijarperest hindava Kurdan da berdewan dikirin. Sala 1970 î êdî mecbûr man bo otonomiyê Kurda ra rûnên, kurda ji sozê wan bawar kirin, serkariya xwe rawestandin, demeke dirêj hîvya sozê wan man /du sala zêdetir/. Wê navberê da wan bî Welatê Sovêtê ra ziman dîtin „Peymana dostanî û hevkariye„ girêdan…

Sozê bêbexta wusa jî soz ma…Tevgera kurda demeke dirêj derbeke mezin xwar. Eyane peyra çi anîne serê gelê kurd, heta…

Van paswextiya, nizanim çima buyarên wê demê têne bîra min u difikirim…

Ji bo Kurdan hukumdariya Bexdayê ya îro ji ya Bexda Sedem Huseyn u pêsyê wî çêtir nîne. Haqasî hê bêtaqet, bê hêz u bê çar in. Eger qewat a Sedem bi Malîkî yan Ebadî ra hebuya niha Kurdistana Basur bubu gola xunê, di nav serekî xunrêjî mezin da bu…

Hîvyê ne, çawa ku me jorê bîr anî, bibine xweyî hêz, hêja wê bajon ser Bakurê welêt- Herêma Kurdistanê, ku kurdên „bira ‘ bi zorê kerkin’.

Kîjan ereb jî bê dewsa Sedem /Sihî be yan Sunî, xweyê çi bawaerya sîyasî be/ ji min bawar bikin, wê hindava Kurda da ji Sedem xêrtir nîbe. Ji bo ew jî wek tirkan u eceman hazirin her qetilê, wesîtiyê serê gelên weletê xwe bikin, gelê welêt giskî bikine qurban tek ‘yekparebuna’ dewletê wan nekeve bin qeziyê.

Kurd jî gerekê weletparêzyê ji wan hîn bin…

Wusan e Kurd, çiqas zu serxwebuna xwe elamkin, ji wan wesa xilazbin, ewqas xêr…

Pêwîst e

Ev cihan al-vêre, bazirganiye, berjewandî ne…

Maqulî, rastî, amintî, helalî, hevaltî, heqî heta dîn u îman jî qalibê vala ne , bi berjewandiyan karin bi hezar rengî bên guhestin, bên kirrîn, bên firotan.

Berjewandî jî ji Hêzê tên.

Cihanê da gelê Kurd îro buye HEZEKE mezin. Evê yekê dostê Kurdan jî dibînin, neyarê Kurdan jî…

Çavê giska wê hêzê ye… Dixwezin bo berjewandiyên xwe kêr bînin…

U dewsê jî… xêncî sozên valaye derew, bi xapandin u dumanê pêçayî heta niha tistekî erênî li ser textê siyayiyê nîne. Dixwezin bo berjewendiyên xwe Kurda bidine kêranîn u pasê, bo berjewwendyên dagerkiran, bo yekparebuna dewletên wan, çawa dîrokê da buye, kurda dîsa li bin zulma wanda destevala bihêlin.

Serokên Kurdan gerekê xweyî Hêza gelê xwe derên, hêza ku bi xuna Kurdan, bi jiyana seda hezara keç- xortan, bi hezara gundên wêranbuyî, mîlyonan evdê cîsihitî, axîna xerîbên serê rêyên nenas, komkujiyan, unfalan, hezara penaberên derya da xeniqî hatiye destanîn, arzan u sivik nefrosin.

Kurd gerekê nebin lîstokê siyasiya dewletan.

Serokên Kurdan gerekê nîsanî zorbê cihanê bidin, ku bê Kurdan Rojhilata Navîn da tu pirsgirêk nikare çareser bibe.

Ku ew jî ji bo berjewandiyên xwe Serxwebuna Kurdistanê ra bibin alîkar.

27.11.2015

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button