Desthilanîn
Dibê merivek bi navê Brahîmê Bilalo heye, xalê Brahîm mirovek bi nav û deng bûye li hêla herêma Mêrdînê bi mêrxasîya xwe, bi camêrîya xwe bi nav û deng e di herêmê de. Bi tena serê xwe rojik ji rojên xwedê, diçe binya xeta ferensawî ji xwere alava bîne, ji binya xetê ji Amûdê, Qamislokê alavên qaçaxê bîne, derxîne ser xetê. Xalê Brahîm, dixwaze ku bi sev derkeve rê, ji ber ku karê qaçaxê bi sev dibe.
Xalê Brahîm, hespa xwe bardike bi alavên qaçaxê û bi sev ji Amûdê derdikeve, berê xwe dide newala gorzelê û ji wir derbasî zinarê bibe, wê di wir re here Rismilê û wê here herêma zinarê. Sev nîvê sevê ye û xalê Brahîm bi tena serê xwe ye, li hespa xwe siwar e, tifinga xwe li ser çongên xwe danîye û hespa wî hêdî hêdî dimese. Ji niskêve yek jêre dibêje, ‘Min te kust, hespa xwe bihêl here!’
Xalê Brahîmê bilalo ku ji tukesî natirse, ji pola û piling natirse, mêrê bi sed mêrî, wexta ku ev deng dirêyê ji desthilandî dikeve, tu deng jê dernakeve, heta çend sanya. Pistî çend sanîya tê ser hisê xwe û nav dixwe dide, ‘Ez Brahîmê Bilalo û ketime vî halî…’ Wexta ku xalê Brahîm nav li xwe dide, ew kesê ku ketîye pêsîya xalê Brahîm, bangî xalê Birahîm dike, dibêje: ‘Xalê Brahîm, ez ketim bextê te û xwedê min kir tu nekî, li qusîra min nenere, min sasitî kir, min di vê seva res de te nas nekir, heger min kêmasîyek kirîye jî min efû bike.’
***
Îca ez bême ser desthilanîna li ser merivan, sexsan, di sîyasetê de, di malbata de û kesan de. Di sîyasetê de bi programek rast û durist û destûrek rasteqîn hebe ew siyaset rojik wê bê ku wê bi serkeve, bila sika tukesî tunebe, dikere wext biksîne, lê divê ku meriv bi deshilanîn be, li berxwe bide, serê xwe nizmneke ji siyaseta sas û mas re. Ji meriva re seqsiyet û desthilandin gelek girîng e, malbatî jî divê ku îdara wê zana û durist be dikarin bi hizûr durist bin
Tu garantîya tu tistekî tune ku meriv pê rabe û bi teybetî jî di siyasetê de, ku meriv wê bêje wê bi weke siyaseta min nabe. Lê meriv dixwaze ku weke meriv bibe, lê divê ku meriv li siyaseta xwe ku daye pêsîya xwe xwedî lê derkeve, ew herî pîroz e, ne ko meriv li siyaseta xwe xwedî dernekeve, ev sasitîyeke gelek mezin e.
Hemû kesên ku serê xwe nizm nekirine û nebûne zilamê der û dorê yanî yê dijminê xwe, hertim bi ser ketîne Di siyasetê de û di karê bazirganîyê de divê ku meriv sîyaseteke bê leyan û ne bi tirs pê rabe, heger girêdayî be, ew sîyaset û bazirganî bi tucarî wê meriv bi ser ne xîne. Divê meriv realîst be, li gor demê rû bide xwe, lê sîyaseta bingehîn ya xwe hertim bingehîn bibîne .
Mesele, Partîya Sosyalîst a Kurdistan wexta ku hate damzrandin û rêbaza wê wêdemê di programa xwe de, du rîyê serkeftin di programa xwe de, bicîh kirin.
‘Yan gelê kurd cûda dibe û dewelta xwe ya teybet ava dike, yan jî gelê Tirk ra yekitîyeke demokratîk çê dike. Di siklê duduyan de, yekitî divê bi federasyona du komarên weke hev be. Ango , Kurdistan jî wek komarekê bi rêz be, hukumet û parlamena xwe ya teybet hebe û qasî komara Tirkîyê xwedî heq be. Kengî ji bo heqê çarenûsî rews kamil bû, gelê kurd dikare ji van herduyan yekî hilbijêre. Herdû sikil jî serxwebûn e’. Îrade ev e, desthilanîn ev e, birano!…ez bawerim ku wê ev sîyaset wê bi serkeve.
Divê dema ku em têde nin û bi teybetî jî li rojhilatanavîn, rêbaza ku Partîya Sosyalîst a Kurdistan danîye û bi teybetî jî rêbaza Kemal Burkay ku li ser fedarasyonê raya xwe gotîye 38 sal berê gotîye ji vê dema ku em têdenin û bi teybetî jî li welatê me Kurdistanê ji bo ku em Kurd bi wan walatê ku Kurdistan perçekirine û xistine bin destên xwe derbas dibe û herî maqûl e. Û ana jî li basûrê Kurdistanê komarek federal hatîye damzarandin.
Di programa Partîya Maf û Azadîya de, HAK-PARê de jî de, federasyon derbas dibe, êdî mana xwe û îlegalîzmê-nehînbûnê nemaye, dema legalîzmê ye, em Partîya Maf û Azadîya (Hak-Parê) xurt bikin. Em desthilandinê bikin û di rîya de xwe berdewam bikin.
Yanî desthilanîn nabe nesîbê herkesî, mesele di jiyana Komara Tirkan de û desthiledarîya hikmeta Tirkan de, ku rabin serleskerên Tirkan bêne dadgekirin û ku ji bo kesên hatine kustin ne dîyar, ‘faîl mehçûl’ têne dadgekirin, ev jî bûye nesîbê partîya AKP yê û bi desthiledarîya serokatîya Receb Tayîb Erdoxan. Divê meriv vê rastîyê jî bibîne û bêje. Kesê ku tistên bas bike dijminê meriv jî be divê ku meriv heqê wan bide û bêje.
Di talî de, desthilanîn fereca xêrêye, divê ku meriv xalê Brahîmê Bilalo ji xwere bike mînak, û em li ber xwe bidin, dem dema me ye, desthilanîn ji ser nizmbûnê bastir e