2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Lİ FÛARA PİRTÛKAN YA AMEDÊ
2023-12-24 21:29


Kemal Burkay

Em wek Waqfa Riya Azadî bi weşanên xwe di rojên 16-24 ê Çileyê Pêşîn tevli Fûara Pirtûkan ya Amedê bûn. Hevalên me Hanefî Eren û Bawer Aslan di van heyşt rojan da pirtûkên me raxıstin û di Fûarê da hazir bûn.

Ez di rojên 16 û 17 li Fuarê bûm û min li wir nas û dost dîtin û pirtûkên xwe îmza kirin.

Hevalên me yên Amedî Avdilla Çelebî, Turan Îl, Vasıf Kahraman, Mehmet Şah Eren, Paşa Akdoğan,Mahsûn Çelebî, Semir û Dorşîn Güzel, Berîn Eren, Suheyla, Meral û Altûn Xanım, ji Hambûrgê Dîrok li wir hazir bûn û alîkarî kirin.

Gelek nas û dost û xwendekar serî li standa me dan, pîrtûk kirin û resim kişandin.

Roja pêşîn Serokê Berê yê Meclîsa Mezin a Tirkîyê Bulent Arinç jî di vekirina Fûarê da hazir bû û axaftinek kir; me hevdu dît. Di roja 17 da jî Wezîrê Çandî ya Berê Ertûxrûl Günay tevî fûarê bû, serî li standa me xist û me hevdu dît.

Dîsa Wezîrê Çandî ya Kurdistana Başûr Salar Osman jî, tevî hevalê me, Nûnerê HAK PAR’ê yê Hewlêrê, Zana Sezen, tevli Fûarê bû û me hevdû dît.

24-12-2023

Print