2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR, PWK, HEREKETA AZADÎ: Gêlê Kurdistanê li himber êrîşên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne
2024-01-16 18:17


Di 15ê Çileya 2024an de saet 23.30an de, Sûpaya Pasdarên Dewleta Îranê bi gelek firokeyên bêmirov û mûşekên balîstîk êrişî gelek cihên sivîlan ên Hewlêrê kirin.

Di van êrîşan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes birîndar bûn, di encama şewatê de xisar li malan bû.

Em van êrîşên hovane, dijmirovî û bêperwa yên li dijî Hewlêra paytexta Dewleta Federe ya Kurdistanê şermezar dikin.

Bi taybetî ji sala 2020an û vir ve bi dehan caran Pasdarên Îran ê Terorîst bi hincetên bêbingeh ên weke “Em baregehên komên dijî Îranê dikin armanc”, bi mûşek û balefirên bê mirov êrîşî Kurdistanê kirine. Her tim kesên sivîl bûne armanc.

Welatên Dagirker ên cîranê Kurdistanê, bi taybetî jî Tirkiye, dem bi dem bi hincetên cuda êrişan li dijî axa Kurdistanê pêk tînin.

Em dizanin ku ev êrîş ji dijminatiya gelê Kurdistanê û li dijî îradeya gelê Kurd tên kirin.

Lê li gel hemû pursgurêkên heyî jî, Kurdistan herêmeke bi îstîqrar e, gurava pêkvejîyanê û demokrasîyê ye.

Êrîşa li ser Hewlêrê binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Divê Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî li hember van êrîşên li dijî herêma Kurdistanê bêdeng nemîne.

Pêwîste Netewên Yekbûyî, civaka navneteweyî li dijî rêveberiya hov a Îranê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û can û mal û milkên sivîlên bêguneh, hem li welatê xwe û hem jî li herêma Kurdistanê tehdîd dike, dengê xwe bilind bikin û divê demildest van êrîşên hovane bide rawestandin.

Gêlê Kurdistanê li himber êrîşên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne

HAK-PAR, PWK, HEREKETA AZADÎ
Print