2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR li Hewlêrê serdana Partiya Azadiya Kurdistanê kir
2024-01-26 21:20


Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê ku ji Serokê Giştî Düzgün Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û Cîgirê Serokê Giştî û nûnerê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr pêkhatî, li Hewlêrê serdana Partiya Azadiya Kurdistanê kir.

Li Partiya Azadiya Kurdistan, Serokê Giştî Huseyîn Yezdanpena û rêvebirên wê partiyê pêşwaziya şanda HAK-PARê kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên partiyên xeta netewî ya Kurd girîng hat nirxandin û bal hat kişandin ku mafên neteweyî yên gelê Kurd hêj di bin metirsî û xetereyan de ye.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, di hevdîtinê de; di der heqê rewşa siyasî ya bakurê Kurdistanê û helwesta HAK-PARê de agahî da.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Huseyîn Yezdanpena jî kêfxweşiya xwe ji serdana HAK-PARê ragihand û da zanîn ku bihêzkirina xeta neteweyî erkê her Kurdekî ye.

Di hevdîtinê de herdû partiyan tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan kir. 26.01.2024

Bûroya Çapemenî HAK-PAR
Print