2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Partiya Saadetê bi şandekî li Diyarbekirê serdana HAK-PARê kir
2024-03-04 16:54


Şanda Partiya Saadetê ku ji Serokê Bajêrê Diyarbekirê Abdurrahman Ergîn, Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Mezin a Amedê Sabîr Firat û cigirên serokê bajar ên Saadetê pêk dihat, li avahiya HAK-PARê ya Amedê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê û namzedê Şaredariya Mezin a Amedê Mehmetşah Eren, Serokê HAK-PARê yê Amedê Wasif Kahraman, Berpirsê Disîplînê yê Navendî Ahmet Cemîl Arcan (Îbrahîm Arcan) û rêvebirên bajarê Diyarbekirê uên HAK-PARê ve hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Mehmetşah Eren, behsa helwest û polîtîkayên Partiya xwe kir û da zanîn ku HAK-PAR, daxwaza bi awayekî wekhev pêkvejîyanê dike û rêya çareseriyê jî wek pergala Federasyonê destnişan dike.

Li ser modela rêvebiriyên heremî yêm HAK-PARê jî bal hat kişandin ku HAK-PAR, parastin û bipêşxistina ziman, çand, huner û nirxên gelê Kurd ji xwe re kiriye armanca serekî.

Namzedê Şaredariya Mezin a Amedê yê Saadetê Sabîr Firat jî da zanîn ku ew jî wek Partiya Saadetê HAK-PARê nêzîkî xwe dibînin û wek partiyeke ku di pêşerojê de bikarin pêkve kar û xebat bikin dibînin.

Serokê Şaxa Amedê yê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn jî balê kişand ku herdû partî HakPar û partiya Saadetê jî bi helwesteke bibiryar li ser doza xwe mane û divê partiyên wiha ji bo wekhevî dadweriya ciakî mil bidin hevdû.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê
Print