Nûçe

Di 100 salîya Serê Cîhanê yê Yekemîn de li Munîhê konferansek çêbû

Komela Komkar-Munîhê û Platforma Kurd, di 100 salîya Serê Cîhanê yê yekemîn de li Munîhê konferansek lidarxistin. Wek raya gistî jî dizane îsal sedsala salvegera Serê Cihanê yekemîn e. Serê Cihanê yekemîn ji bo mirovatiyê bi gistî û ji bo gelê bi taybetî karesateke mezin bû. Di encama vî serê parvekirinê de Kurdistan di navbera çar dewletan de hat parvekirin, û di van sed salan borî de gelê kurd di binê nîrê zordestiya çar dewletan de gelek ês û azar kisand, welatê Kurdan hat talankirin, ziman û çanda wan kete ber çerxa helandin û tunekirinê.

Di van sed salên derbasbûyî de gelê kurd li dijî kolonyalîzmê, ji bo mafên xwe yê neteweyî bi dehan car agirên serhildanan vêxist, berxwe da û heta roja îro hat. Kurdan ji bo azadîya xwe bi sedhezaran sehîd dane û didin. Sênorên ku di encama vî serî de bi neheqî li ser axa Kurdistanê hatine kisandin îro jî li ciyên xwe ne.

Ji bo balkisandina raya gistî li ser vê neheqîyê û zordestiya ser gelê Kurdistanê, bîranîna vî serî û encamên wê giring e. Loma Komeleya Komkarê û Platforma Kurdan li Munîhê di roja 28.09.2014 a de civînek lidarxistin.

Konferans li salona Dêra Westend de hat derbaskirin. Civînê bi axaftina vekirinê ya serokê Komkar-Munîhê Ali Dogan va dest pê kir. Wek gotarvan di civînê de, lêkolîner û dîrokzan prof. Celîlê Celî û sekreterê gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê birêz Mesut Tek besdar bûn.

Birêz Tek li ser rewsa îroyîn li Kurdistanê axift û bîr û raya xwe û partiya xwe li ser bûyerên dawî ku li Kurdistana Basûr û Rojava çêbûne anî ziman. Her wisa jî birêz prof.Celîlê Celîl li ser diroka kurda û li ser Serê Cîhanê yê Yekemîn axaftina xwe kir. Her du birêzan pistî axaftina xwe da, pirsên besdaran bi bersiv kirin.

Rênas Sütcü
Dema Nû/ Munih

Dengê Kurdistan

Back to top button