Nivîsar

Di 28 Saliya Mirina xwe de Cegerxwîn

Di sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê,
Bi navê siltan Sêxmûs ez çebûme ji dayê.

Heta bûm sêzde sali li gundê me`y hesarê,
Jina xwe min diborand pasê ji wê me da rê.

Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet,
Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîret.

Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda,
Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da.

* * *

Cegerxwîn kîye?

Cegerxwîn bi reng û rûye xwe va, wek gulên serê çiyayên Kurdîstane ye.

Sedan sal hatîne û çune, lê ew gul cîyê xwe da bi tîk, qeyîmî û berk maye.

Cegerxwîn ji li hunermendîya xwe da qaym bilind û serefraz maye.

Di jîyana Cegerxwîn da li nav her çar parçen Kurdîstane da gelêk rojên giran qewimîne, kustin, bi agir sotin, serjêkirin, ji welat der xistin, gelkujî (jenosid), vebirîn (qetliam) û pelçigandin bune.

Dijminen cavsor dixwast deng gelê Kurd bibirîne, ji ber we yekê bi zimanê Kurdî nivisandin û xwendin qedexe kirin.Lê Cegerxwîn ve tengasî de wek kulilkekê biskivîye û dilê keç û Xortên Kurd sakirîye.

Ji rojhilat, ji rojava, ji Bakur, ji Basûr gelêk caran merkuj û xwînrijên mîna Cengîzxan, Kemal û Saxê Ecem Kurd û Kurdîstan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, lê nikaribûna ruha Kurdan ji bini va bigurcimînin, gelêk mêrên mîna Cegerxwîn ji nav sing û berên çiyayên Kurdîstane derketîne.

Li sedsalîya meda li sedsalîya bistanda Saîr û helbestwanê mîna Gergerxwîn nav Kurdan da tune. Cegerxwîn bi xwe va, bi ramane xwe va behra be berî û be binîye, gelêk girane meriv bizane ve behrê da çi heye. Cegerxwîn mîna lorca, mîna Neruda, mîna Nazim nav saîrên mezin yen sedsala bîstanda tê hilbijartin.

Cegerxwîn bi nave xwe ye esli Sêxmusê Hesen di sala 1903`an da li gunde Hesare hatîye dinê. Wê çaxe roj roja axa û bega, Sex û mela bû. Wana nanê gundîyan bi zorê ji destê digirtin.Sêxmus hê di zaroktiyê da dest bi kar kirîye, ber ku zikê dê û bavê xwe têr bike.

Hê emrê wi 15-16 sal bû dê û bavê xwe wenda dike. Carna li cem birayê xwe yê mezin û carna ji li cem xwiçka xwe dimîne û ji wan ra sivantîyê û rencberîyê dike.

Ewi nivisandiye û ûsa dibêje :

We ji ez kirim sivan
Tenê ji bo kinc û nan

Di salên 1918 u 1920 an da di rîya hesinda disoxile. Cegerxwîn li sala 1920 an da berê xwe dide desta Diyarbekire, bo ku biçe cem sêx û melan bixwîne.

Ewi ûsa nivisîye:

Çima ez dibim Sivan
Çima nabim xwendewan

i nu çûme xwendinê
Min çav berda vê dinyê

Dema fegetîyê Cegerxwîn li her çar perçên Kurdîstanê digere. Dema mela tiye dike ji her derê Kurdîstan digere. Di vê navberê da tevgerên serxwebûnê di nav Kurdîstanê da destpe kirî bûn.

Sex Seîd bi sere serxwebûnê rabû bû. Pistî sikandina tevgera Sex Seîd gelê Kurd hat qetilkirin, serok û rêberên Kurd hatin darda kirin, gund û bajar hatin sewitandin, van kirinên nêyar, ruhe kî nuh di seydayê me de hisyar kir; heskirina Kurd û Kurdîstane xist dile wî.

Ewi ûha nivisîye:

Ser û sewat û kustin
Dil û cîger dimistin

Ji sala bist û çara
Ketim reza hisyara

Ji bo jin û felatê
Ketim nav kefaretê

Ji çîroka Mem û Zîn
Navê xwe kir Cegerxwîn.

Cegerxwîn bi çave xwe belengazîya gundîyên Kurd, parçebun û bindestîya gelê Kurd dibîne, Dibîne ku wekî Kurdîstan çawa cî, çawa ax heye le Kurdîstan ne Kurdîstana Kurdane, Kurd li wir ne xwedi hebûna xwe ne xwedî xwelîya xwene, welat liser nave Kurdane, lê kurd teda be cînin.

Cegerxwîn ji wek hozanê nemir Ehmedê xanî, derd û kul, kovan û nexwesîyên gelê Kurd pir xwes kifs û nas kir, dît ku milet nezanî û be îtifaqî bindest maye. Ji bo wê berê dixwast sex û mêlan ji berpirsîyarîya wan hîsyar bike.

MELA RABE

Mela rabe ji xew îro,
Heta kengî miriso bî

Bi destê dijmine millet,
Ne sermê, ko tu kaso bî ?

Tu xwendaye, tu zanaye,
Xulame sex û axaye,

Dixwazim ko li pes millet
Tu ronî bî wekî ro bî.

Li dema dît ku sex û melan çav daye xwarina male millet û bindestîya wî, xîreta seyda qebul nekir nav wê refê da bimine. Radibe cibe û sasikê davêje û dadikeve nav sere netewi û welat perwerîye. Navê xwe Sexmuse Hesen diguhirîne datîne Cegerxwîn. Ji ber halê milletê Kurd, ji ber derd û kulê gundiyan, pale û xebatkarên Kurd ew dilges bûye, hergav bûye ax û zare wi, dil û cîgera wi xwin girtîne, ser wê yekê ewi nave xwe kiriye Cegerxwîn.

Ser Sex û axan ûsa nivisîye:

Destê sex maçî mekin ew sêx ne qutbê razî ye;
Tac û sewket tev xebata destê sar û tazî ye.

Ev ne dîn e, dîn mebe, dîn serxwebûna milet e;
Ser mebe ber lingê sêx, kengê Xwedê jê razî ye.

(Diwana Yekan S, 26)

Pistî ku Cegerxwîn melatê berdide, diçe du gundan ava dike. Dixwaze rewsa gundan li ser esasên wekhevîyê, pêsbîne. Le pir naçe, gundî li hev nakin û Cegerxwîn dest li gundîtîyê berdide.

Ji 1932 pey helbestên Cegerxwîn Kovaren ‘HAWAR’ û ‘RONAHÎ’ û ‘ROJA NÛ’ da derdikevin. Wan kovaran Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan çapdikirin.

Di wan kovaran da Sair û hozanên Kurd yên mezin hebun. Ji wan ra yek ji Cegerxwîn bu.

Tema seren Cegerxwîn tema Kurd û Kurdîstanê, tema sores, serxwebûna Kurdîstanêye, pirsa xwendin û pesketîne, neyar û dijminê gel (dijmine der û hindir), dijmine der dewletên kolonyalis dijmine hindir ji xulamen kolonîstan axa, Sex û begin, pirsa dostîye û biratiya hemû gelên cîhan, tema internasyonaizme û asitî ye ye.

Ewi li ser disiminên hindir usa nivisîye:

Dijminê milet, û ji dijmin re hun pak in
Yeke çê li dinê ji xwe re hun nakin

Rojê bi hezaran dewlemend û sêx û beg û axa
Dengê dora pirê dibhîzin û diçin û dey nakin

Li ser dijmine der ji uha nivisîye:

Kurd û ecem bira ne, dijmin tenê koledar
Tirk û Ereb hevalin dijmin Seîd û Bayar

Em hatîne firotin bi cinêh û dolar
Divê serê van bikê, bi karker û bi cotkar

(SevraAZADI S.331)

Pisti ku helbestên Cegerxwîn di kovarên ‘Hawar’, ‘Ronahî’ û ‘Roja’ nu da derdikevin Tirkiye li du wi digerin. Ji ber we yekê Cegerxwîn diçe Surîye. Li Amudê bi hevalên xwe va hevra komela “NADIYA CINWANÊN KURD’saz dikin. Le pir naçe, kolonyalîsten Franse vê nadî ye digrin. Di derheqa karê nadîyê Cegerxwîn ûsa dinivise: “Ev cara yekeme ku Kurdên Cîzîrê, xorten Kurd Zimanê xwe dixwinin, dîrok û rewsa gel dibîzin. Cara yekeme ku stranên xweswanenkurdi bi denge bilind li nav bajaran tên gotin. Jin bi lîlan û mer bi demanca bersiva me didin.”

Cegerxwîn ji bo serxwebûn û azadîya Kurdîstan, xwendin û hîssyarbuna xort û qîzen Kurd pir giring girt.

Di sala 1946 anda Cegerxwîn dikeve xoybûne û kardike. Navê xoybûnê diguherin dikin “Civata Azadi û Yekitiya Kurdîstan.”

Bi bawerîya Cegerxwîn Kurdîstan tu car serbest nabe heta xort û qize wê xwendewan nebin, Kurdîstan azad nabe heta xort û qize wê soresgernebin, Kurdîstan nikare serkeve heta nava xort û qiza da nava milet da yekbûn tunebe.

Ewi usa tini ziman:

Îro rija xwendewana
Roja mêran, roja sêran,

Kurdên hêja xortên zana,
Roja Kurd û pehlewana.

Yekîtî û pêsweçûn,
Rabin ser xwe kurdino.

(Dîwana Yekan S.118)

Di Sala 1946 anda li mehabate Cumhuriyeta Kurdîstana Demokrati sazbû. Çi mixabin Cumhürîyet da sala 1947 an da xirab bu serokê Çumhürîyete Qadi Muhamet, Seyid Qazi û Seyfi Qazi hatin dardakirin. Cegerxwîn ji bo biranîna Qadi Mihemet usa nivisiye:

Ey Tirûman kustina Qadî mihemed ka çi ye
Qey edalet tim wisa ye, hukmê dimuqratî ye
Lê bi kustin û bi zindan milletê kurd namirî

Aferî, aferî
Qadi mihemed aferî

(Sewra AZADI S.438)

Di meha hezîranê da li Bexdayê bi deste hikumeta Nuri Seîd çar lawe kurda hatin kustin. Cegerxwîn ji bo bîranina wan sere xwe “Gernase Mamos Xosnav Navxes” nivisî.

Sala serê Cihanê duduyan Cegerxwîn li ser sehiden serxwebuna Kurdîstan

Poemek bi sernivisa “Sehnama Sehidan” nivisi .

Ewi nave 42 merxasên Kurda hildide, yen ku jina xwe dane bona serxwebûna Kurdîstan. Xwendewan bercave xwe renge Xalit Cibril, Kemal Fevzi, Usiv Ziya û yen din dibinin.

Dilo jaro, ji xalid beg re bêje;
Bi serbestî tu yek nitqê birêje.

Ji wê rabe here bêje Fiad beg;
Ji kurmanca re rêzan î, tu b^ê sek.

Dilo bêje Kemal fewzî tu kanî
Tu dilxwes be, bi van rojên ciwanî.

Dilo Usif Zîya rake ji gore
Berê kustî bi carek bidne dorê.

Riza rabe cihan bûye serefraz;
Di dinya mane tenha em belengaz.

Were ey sêx Seîdê pir minewer;
Bese rabe tu îro ey dilawer.

(Diwana Yekan S.88)

Cegerxwîn emre xwê da du serê cihanê dit. Ewi birçîbun, hesîri, kustin, rew û bez, gund û bajare hilsîyayî bi çavê xwe dit.

Wi ditina xwe li ser sere sîira xwe ya bi navê “Em Wêr naxwazin” da ani ziman.

Di sala 1949 an de Cegerxwîn dibe hevalê Koministan. Ve gave girtin û lêdan ji bi serê wî da tên barandin. Heta sala 1957 an bi xurtî bi koministan ra xebitiye û serokatiya komîta asitî li Qamislo kiriye.

Cegerxwîn ji bo azadîya gelên bindest û bo asitîya cîhanê ji nivisi.

Ji bo Mihricana Berlinê, mihrîcana ciwanen dinye ku ji bo asiti çebu.

Helbesta xwe ya ‘Herin Mihricane, nivisî.

1950 e eskere Amerika tevî leskerên Li-Sin-Man eris ser Korea Demokratiye kirin.

Cegerxwîn bist ku, hikumeta Tirk ji lesker sandiye Kore. Di Nav leskera da Xortên Kurd ji henin. Diji emperyalistan û dagirkeran “neçin xerba Kore nivisî.

Di Sala 1945 anda gelê Vîetnami serê azaya xwe dikir, le kolonyalîste Fransa nedixwast Vîetnam azadbe. Merxasên Vîetnam qela Diyan-Biyan-Fu da serekî giran kir. Bi wî awayî navê kela Diyan-Fiyan-Fue dine bela bû.

Cegerxwîn ji bo we Serê ”Diyan-Biyan-Fu” nivisî.

Diyan ‘biyan-fû, diyan-biyan-fû!
Lingê koledar ji ser te rabû,

Kurên te gernas xwe dane kustin,
Navek pir bilind ji bo te histin

Tipên azadî kustin koledar
Nosîcan bî, te xwîna wî vexwar

Dema ko serê koledar diskî
Nizanim çima dalas dipiskî

(Sewra Azadi S. 350)

Pistî ku, hevkariya Cegerxwîn û Komînistan diqete, Cegerxwîn bi hevalen xwe va rexistinê azadî saz dike. Di Sala 1958 an bi partiya Demokrat a Kurd va dibin yek. Partî sala 1959 anda Cegerxwîn disine Kurdîstana Iraqê. Cegerxwîn li wir li Baxdaye di zaningehê da dersa Kurdî, zarave Kurmanci dide xortên Kurd. Pisti ku navbera hikumeta Iraq û Kurda xirab dibe, Partiya Demokrat xwe dikisîne sere çîya, sala 1962 an Cegerxwîn vedigere Kurdîstana Basûr arojava.

Di sala 1969 anda Cegerxwîn cardin diçe Kurdîstana Basûr di nav soresê da nêzikî salekî dimîne.

Qîza Kurd Leyla Qasim li beqdaye bi destê hikumeta Baas te darde kirin. Cegerxwîn ji bo Leyla Qasim hîsen xwe usa tîne ziman:

Sêr, sêre, mêre yan jine,
Nîsan bi dest, Leyla mine.
Polaye dil wek asine !..

Leyla kîye?

Leyla jine.

Leyla mine,

Leyla mine…

Leyla mine, Leyla welat,
Wê dil li min kir ar û pêt!
Mizgîn li Kurd roja me têt,
Dijmin ji tirsan ,aye sêt!..

( Sefaq )

Sala 1973 an ji ber sitemkariya hikumeta Suriye dice Lubnanê û heya sala 1975 an li vir dimîne. Ew Dîwana xwe ye sisîya ‘KIME EZ’ li Beyrude çapdike. Em dika rin bejin helbesta wi ya herî bi nav û deng ‘KIME EZ’ e..’K1ME EZ’ mîna manîfestoye ye.

Kîme ez?

Kurdê Kurdîstan
Tev sores û volqan

Tev dînamêt im
Agir û pet im

Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn

Gava biteqim
Dinya diheqî

Ev pêt û agir
Dijmin dikujî

Kîme ez ?

Cegerxwîn li ser rewsa kurd û Kurdîstan, ser diroka Kurdîstan, li sere serxwebûna Kurdîstan, li ser armanc û xwastina gelê Kurd ditîn û hîsên xwe anîye ziman.

Saire Kurd e nemir Hejar di axaftinêk xwe da gotibû ku ‘ger her Kurd rojek sê

car ji xwe pirs bike, beje kine em, di nava gelên dinye da cîhê me kuderê ye.

Em ji dibejin ger her Welatparez sîîra Cegerxwîn ya ‘Kîme ez’ bixwîne û bide xwendin.

Di sala 1957 an di kongra Partiya Demokrate Kurd li Suriye da Cegerxwîn tê hilbijartin ji bo komîta navendî ya partîyê. Heta roja mirin ji Cegerxwîn endamê komîta navendî a Partîya Demokrate Kurden Pêswerû li Suriye bu.

Di sala 1979 an Cegerxwîn diçe Swede. Ew jîyana xwe ye mayîn li Swedê derbaskir û hetani roja mirinê nivisandina xwe domand.

Cegerxwîn li Lubanê rewsa gelê Filîstin ji dibine. Gele Filistinê ye merxas welatê xwe mihacir bûye û ketîye deran.

Ewi rewsa gelê filistin sîîrên xwe “Deryasi “û” Telzater”
de tîne ziman.

Di dîwanên Cegerxwîn yên pesinda serên evinê tek tek hene, lê di sîîrên wî piranî li ser Jîyan, ayin û hale Kurdan, dîroka Kurdan, serên nav xwe û pesberî dagirkeran, disminên derva û hindir hatine nivisandin.

Mesela Sêda sîîra xwe ya “Hestê adare cejna Jinên Demokrat” da diji kewneperestî ya civata Kurdîstan, diji Edetên xelet dinivisi.

Sîira xwe ya “Sair û Hozanen Kurd” da li ser dîrok û dewlemendiya edebîyata Kurdî dinivisî.

Yekî di heye rêberê kurdê Xanî
Di xosxwane de Firdewsê sanî

Yekî di heye Feqîyê Teyran
Li solan her dem girtiye seyran

Yekî di heye seyda Siyahpos
Di welatê me de wek çerxa gerdos.

(Sewra Azadi S.396)

Le Cegerxwîn sîirên evîndarîyê ji nivisî:

“Duriya Yare”, “Pir bûm dil pir nabi”, “Derde Durini”, sîirên wî yên dildariye ra çend mînakin. Di wan sîirên xwe ye evîndarîyê da Cegerxwîn ax û zar dike, ax û zare wî li ser welat tê kirin. Evîna wî ax û zara wi, miraze wî serbestî û serxwebuna Kurd û Kurdîstanê ye.

BILBIL Û GUL

Dilgirê, wek bulbilê,
Herdem bi nalîn û girî,

Girtîyê benda evînê
Dil di benda sunbile.

Dilbijê bêçare çibkî,
Bil ji qêrîn û girî

Girtîyê benda dilrevînê,
Kî nizanî bê dile?

(HÊVÎ S.63)

Sîir û helbestên Cegerxwîn, yen Kurdperwertîye, yên dostiyê û hevkariya mileten bindest ji gelêkin. “Deste xwe paqijke ji xwine”, “Rewsa Welat”, “Bi ser çîyan ketim”, “Ki hilgiri vi bare min”, “Ez nizanim Çi bejim”, “Welat perestî”, ji wana çend tenenin. Di wan wîiran da Cegerxwîn ba li palan, rencberan’ xebatkaran,xwendewanan, zana û hozanenkurdan dike, dibeje kurdno hisyarbin xwe nas bikin, hûn kîne, yekbin bi sêranî derkevin mêydanê serê serxwebûne welat, Kurdîstan bindeste zulimkarên Iran, Iraq,Suriye û Tirkiye rizgar bikin.

Dijmin ku em derxin bi zor
Avên çeman em bibine jor
Zaz û Hekar û Bext û Lor

Pir xwes bikin vî warê min

Avabikin xan û sera
Em têde rûnin wek bira
Da xurt bikin zêr û pera

Vî bingehê diwarê min

(RONAK S . 296)

Cegerxwîn bere tene Kurdperwer bû, zedetir ji bo Kurd û Kurdîstane xebatkir, lê pistra rizgarîya Kurdîstan ser reça sosyalîzmê da dibîne. Îlmê Markis dixwîne Dîalektîk xwe ra dike reyber. Edî sîirên xwe bi ruhe materyalist û îlme dialektîk dinivîse. Dibe hevale gelên bindest internasyonalîstê mezin. Dengê gelê Kurdîstan dibe digihijîne gelên dinye. Cegerxwîn dibeje, ku gundi û xebatkarên Tirk, Ereb û faris ji mina gelê Kurd bindeste qata jorin, axa û kapitalistanin. Pêwîste hemû qatên jer bibin yek.

Ewi ditîna xwe sîîra xwe ya bi navê “Hewal Pol Robson” de uha tîne ziman:

Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Pasmêrê selam zana û insane

Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re

Rengê te ê res tê ber çavê me
Dengê te ê xwes, xwes tê guhê me

(Sewra Azadi S.396)

Cegerxwîn ne tene hozan bû. Her usa ji zana û zenyar bû. Wî li ser zimanê Kurdî, Folklora Kurdi û Dîroka Kurdîstan ji nivisi.

Însan nek wek xwe dimîne, her bi ramnê xwe va, bi bîr ûbawerî ya xwe va diguherê. Kesên hûnermend, zana û rewsenbir hin zedê diguherin. Gava li ser Saîr û niviskarên mezin lekolîn tên çêkirin; xuya dike berhemên wan ne yek kategorîyê da lê cure cure kategirîyan da dikarin werin analîz kirin.Cegerxwîn ji wek însan Cegerxwîn, wek Hozan Cegerxwîn û wek Polîtîkwan Cegerxwîn her tim xwe guherandîye û pêsva çuye.

Ew guherandina wî li ser sîirên wî tesîr kiriye. Cegerxwin berê Mela bû, yanî mirovêk oldar bû. Lê mixabin sîirên wî vê demê me nexwendîye, ji ber wê ji em nikarin li ser ew dema Cegerxwîn tist bêjin. Pistra Cegerxwîn dibe Kurdperwer, dixwaze Wêx û Melan hîsyar ke. Vî demê da hêdî hêdî mîstîzîsma olî derdikeve dikeve li ser rêça materyalîzmê.Sîirên ku li vê demê nivisîye hinek bîhna Vulger-Materyalîzmê didin. Gor bawerîya min ji ber demêk Bi Komînîstên Surî va karkiriye di vê demê da pir bin tesîra Komînîstên Ereb mayî ye.Gava mirov bas li ser wîirênwî yên vê demê bisekine, tê dîtîn ku sîirên wî yen vê demê zêtedir diji Axa , sêx û Mela nin. Helbet divê rewsenbirêk sosyalîst li ser nakokîyen hindir ji bimîne, lê vê demê Cegerxwîn ji nakokîyên dervê (nakokîyên ji nav Netewa Kurd û Metîngeran) zêdetir li ser nakokîyen hindirîn (nakokîyên navbera gundi , palê û Axa sêx û melan) dimîne. Kesên oldar ku nû xwe diguherînin, meyla materyalîzmê dikin di pîranî wan da rengêk Vulger-materyalîzmê rû dide. Ji bo wan nakokîya herî mezin navbera modernism û olî da ye. Bi gotinêk dingor wan di civatê da problema herî mezin ol ê, dogmatîzma olî hembera guherandina civatê, pêsweçûna cibatê astengê. Mirov dikarê bêje ku sîirên ewilîn yên Cegerxwîn da ji ew piçêk ew hawa heye.

Dîsa dema ku Cegerxwîn hevalê komîstên Erebe di bin tesîra pro-Sovyetîzmê da ye. Li vê demê Pesnên sîstema Sovyetê û bi taybetî pesnên Stalîn dide. Gava em îro li ser gengesî bikin ji alîye Cegerxwîn va pesndayîna Stalîn qebulkirin zore.Çimkî îro em dizanin ku Stalîn qasî hezaran mirovên sosyalîst û bi taybetî ji hevalên xwe kustine, ruxandina Cumhurîyeta Mehabat de rola wî heye û henbera Mustafa Barzanî û hevalên wî ku di SSCB da penaber bûn tewra wî ne pozîtîfe. Lê biyarên dîrokî divê gor rewsa wan ya taybetî bêne gengesî kirin. Gava Cegerxwîn li ser Stalîn sîir nivisîye,wê gava Stalîn hembera Hîtler sêr dikir û wek serokê cepha demokrasî dihat naskirin. Gava Stalîn dimire ji Nazim Hîkmet pirsdikin dibên ‘Li gor te Stalîn mirovêk çawa bû.’ Nazim Hîkmet dibê „ Bawe ku min li ser wî sîir nenivisîye’. Ez dibem xweza Cegerxwîn li ser Stalîn sîir nenivisaba.

Dema Cegerxwîn ya herî efektîf û dirêj di nav refên welatperwer da derbaz dibe. Cegerxwîn berhemên xwe yên pîranî û bas vê demê da afirandîye.

Hozanên Kurd yên hevdema me gelêk helbestên Cegerxwîn kirine kilam.

Hozanên mina Sivan Perwer, Serîn. Feqiyê Teyra, Ali Baran, Said Gebarî, Sexo û yen din sîirên Cegerxwîn ra muzîk çekirîye û distren.

Heta niha 16 afirandinen Cegerxwîn hatîne çapkirin.

1. Divana mi Derde milete (Diwana yekan)

2. Cin û Gûlperi

3. Sewra Azadî (Diwana 2 a)

4. Resoyê Dare

5. Gotînen Pesiyan

6. Ziman û Gramera Kurdi

7. Ferhenga Kurdi

8. Kime Ez (Diwana 3 a)

9. Mîdya û Salar

10. Beyten Ahmedê xanî

11. Zend-Avista (Diwan 5 a)

12. Sefaq (Diwan 6 a)

13. Hevî (Diwan 7 a) I l

14. Gulîstan (Kovarek)

15. Tarîxa Kurdîstan (Cilt 1, 2)

16. Folklora Kurdi (Cilt 1)

17. Asitî (Diwana 8 – Stokolm , 1986

18. Bîranînen min ‘ Stockholm

Yên ku nehatine çapkirin:

1. Tarixa Kurdîstan (Cilk 2,3, 4)

2. Ziman û Gramera Kurdi

3. Ferhenga Kurdi (Cilt 2,3)

4. Folklora Kurdi (Cilt 3)

5. Ozan û Kilamen Kurdi

6. Diwana Cîzîrî

7. Beyten Ahmede xani

8. Tehre helbesten Waîrên Kurda

9. Zargotînen Kurd! (Cilt 2,)

10. Hesenê Musa (Cirok)

11. Pirtika Minorskî ”Kurd’- vergerandin

12. Cumburtyeta Mehabate – (vergerandin)

13. Diroka Hanadane SeUdate – (vergerandin)

14. Diroka KurdênYemen- (vergerandin)

15. Çîroka Sofore Taxsiya sor

16. Xec û Siyabend

17. Soresa Kurdîstana Iraq

18. Rapora mifetisê umumî

Hozan û Rewsenbire Kurd e nemir Cegerxwîn di 82 saliya xwe da di22 meha çirîya pesin 1984 an li Stokholme çûli ser heqiya xwe.

Malbata wî û hevalên wi li Stokholme qasi heftekî mîvan qebul kirin.

Cenaza seyda 11 e çirîya pasîn li gor wesyeta wi sandin Kurdîstana Basûr arojava û bexçê mala wi li Qamisli ye da vesartin. Li vir navbera Hesiçe û Qamislo bi mirovan va, bi tomofîlan konvoyêk mezin çebû Qasi 100 – 200 hezar meriv top bibûn. Ji her çar parçên Kurdîstan welatparezên Kurd ji bo wacibe xwe ye pasîn hatibûn.

Ne tene gelê Kurd her usa ji peswerîyên Ereb, Ermeni, Suryanî ji li vir basdar bûn.

Hemû bi dengek bang kirin : Cegerxwîn namire! biji Cegerxwîn!.

Seyîdxan Kurij

Balkêş e ?
Close
Back to top button