Nivîsar

Di bîranîna nexwesnêrekî jîr û zana de (Mûsayê Melek)

Ev sala neha ye ji koça dawî ya berdestê bijîsk Qasimê Miqdad nexwesnêrê Xwedê jê xwes Mûsayê Melek e, yê ku roja semiyê di 12.11.2005 an de, demjimêr 11.30 ê sevê li bajarê Qamislê û di nexwesxaneya alwetenî de (Nistimanî) çû ber dilovanya Xwedê.

Ew sagirt û berdest û nexwesnêrê jîr Mûsayê Melek, di navbera salên 1970 ‘ 1980 yî de li bajarê Qamislê li ber destê bijîskê Kurd yê bi nav û deng bijîsk Qasimê Miqdad kar kiriye û ew ji wî fêrî bijîskiyê bûye.

Nexwesnêr Mûsayê Melek yek ji wan mirovên jîr û zana dihat naskirin, tevî ku wî bijîskî li ti zanîngehên bilind nexwendibû jî, lê xelkê bi navê bijîsk bandikirinê.

Wî ne tenê ês û jana nexwesiyên mirovan bi derzî û dermanan pêsçare dikir, lê wî bi zimanê kurdî, tirkî û erebî jî zanî bû bixwîne û binivîse, û raçête jî ji nexwesên xwe re bi tîpên latînî dinivîsand, ji ber ku wî çend salan xwedina destpêkî li dibistanên Tirkiyeyê xwendibû, ji lewra bijîskgehek tenê jêre divabû, ta ku bi rengekî fêrmî karê xwe wek hemû bijîskên xwedî fêrname bike.

Pistî sala 1980 yî nexwesnêr Mûsayê Melek sagirtê jîr û hezkerê karê xwe, dev ji berdestiya mamoste û bijîskê xwe Qasim berdide û dest bi karê bazirganiyê dike, lê careke din jî jîrbûna xwe di wî pîse yê nû de tekez dike, û di heman demê de ji bo wî karê xwe yê nû dev ji Qamisloka xwe berdide û çend salan li bajarê Helebê dimîne.

Mûsayê Melek welatparêzekî dilsoz bû û dilbêjê mûzîka kurdî bû, û wek pismamê xwe Xidir û Hisênê Omerî tembûrjenekî bas bû, û pir ji stiranên lawik û heyranan hez dikir, carinan jî bi xwendina helbestên helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn dilê guhdarên li civata xwe xwes dikir.
Lê meriv û dost û hevalên wî, yên ku ew ji nêzîk ve nas dikirin, dev jê bernedidan, û dema nexwes dibûn, diçûn hawara xwe dighandin wî, ji bo ku êsên wan binase û pêsçariyan ji wan re bike, û dawî jî amojgarî ji bo xweparastina tendirustiyê li gor nexwesiyê dida wan, li gel nivîsandina navê dermanan li ser raçêtekê (peleke sipî ye), û bi wî rengî ew nexwesiya wan çareser dikir, ev berdestî hemû jî bê beramber ji wan nexwesan re dikir.
Pistî sala 1990 an bijîskê me Mûsayê Melek timî ji serê xwe gazin dikir, û dawî li bajarê Helebê bijîska bi birînbaziyekê serê wî vekirin û hêviyek dane wî ku ew ê ji wê ês û janê rizgar bibe.

Nexwesnêr û bijîsk Mûsayê Melek ji ber wê nexwesiya serê xwe debar nedikir, û di pêcî û ses saliya xwe de bi sedema wê serêsandinê ji vê cîhana xapînok bar kir.

Di roja yeksemê de li goristana Hilêliyê, xaka Qamisloka evînê ya pîroz giyanê kurekî xwe yê din hembêz dikir.

Mûsayê Melek li herêma Omeriya di sala 1949 an de li gundê Zorava ji dayik bûye, bi wê koça xwe ya dawî, wî hevjîna xwe Xanima Ibahîmê Hebîsî û ses qîz û çar law li dû xwe hist.

Belê, di nav miletê Kurd de bi sedan kesên zana û jîr hene, tevî ku pirên wan ne li dibistanan û ne jî li zanîngehan xwendine, lê ew xwedî bîr û his û bawer in, û kengî delîvek ji wan re were, ew jîrbûna xwe bi kartînin û di wî karên xwe de serkeftî dibin, û pasê civat û mirovantî ji karên wan sûdeyên bi nirx digrin, û nexwesnêr Mûsayê Melek jî nimûneyek ji wan kesa ye, yên ku hejaya miletê me wan jibîr nekin û timî wan bi bîrbînin.

Sersaxî ji malbata wî û gelê Kurd re, û Xwedê wî bi dilovaniya xwe sad bike.

12.11.2014
Bawere-Omeri@hotmail.com

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button