Nûçe

Di deh saliya kustina Anna Lindh de em wê bi rêzdarî bi bîr tînin

Di 10-emîn salvegera mirina Wezîrê Derva ya Swêdê, dosteke hêja ya gelê kurd Xatûn Anna Lîndh de em wê bi wefadarî bi bîr tînin.

Anna Lindh di roja 11`ê îlona 2003`a de li bazareke Stockholmê ketibû ber êrisa kujerekî serseri û bi derba kêrkirinê hatibû kustin.

Anna Lindh di sîyasetê de gelek jîr û jêhatî bû. Di pênc salên dawîn de wek Wezîra Derva ya Swêd di cîhanê de jî wek siyasetmedar û dîplamateke xuyayî hat naskirin. Dosteke ji dil ya astî û azadiyê bû. Lindh dihat hesabkirin ku wek serokê Sosyaldemokratan ê bere Olof Palme di siyaseta cîhanê de bibûya xwedî rol. Eger nehata kustin wê bibûya seroka Sosyaldemokratan.

Di sala 1998`a de dema bu wezîra derva, got; heta ku Tikîye pirsa Kurd çareser neke, nikare bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Anna Lindh di seredana xwe ya Tirkiyê de çûbû Diyarbekrê jî.

Bi mirina Anna Lindhê gele kurd dosteke ji dil, têkosereke astî û azadiyê winda kiribû. Ciyê sanazîyê ye ku hukumeta Herêma Kurdistanê navê Anna Lindh li dibistaneke navîn ya keçikan kirîye. Gelê kurd dostên xwe yên wek Anna Lindhê tu car ji bîr nake.

Dengê Kurdistan

Back to top button