Di dema Rûhanî de 200 Kurd hatine darvekirin

Siwan Berzencî (Hewlêr): Pisporekî karûbarê Komara Îslamî ya Îranê da zanîn ku di 11 mehên desthilatdariya Hesen Rûhanî de nêzîka 200 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.
Di vê derbarê Pisporê Karûbarê Îranê Elî Kerîmî ji Ajansa Nûçeyan a Nevxwe re got: ”Ji dema ku li Îranê Hesen Rûhanî desthilata wergirtiye, cîbicîhkirina cezayê darvekirinê zêde bûye, ji wê demê ve heta niha nêzîka 600 kesî ji neteweyên cuda hatine darvekirin. Derbarê darvekirinan de daneyên rast li ber dest nînin, ji ber hinek bi nehênî tên îdamkirin, lê ji wan hemû kesên li Îranê hatine darvekirin, 200 jê Kurd in.”
Di hezîrana 2013’ê de Hesen Rûhanî wek serokê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin. Yek ji pirsgirêkên di navbera Îran û welatên Rojava de binpêkirina mafên mirov e ji aliyê desthilatên Îranê ve bi taybetî jî darvekirin. Heta niha civaka navdewletî çendîn car hisyarî daye Îranê lê bê sûd bûye.
Pisporê Karûbarê Îranê Elî Kerîmî tekez kir ku piraniya wan Kurdên li Îranê hatine darvekirin, bi tohmetên siyasû bûye, lê dosya wan ji aliyê dadgehên Komara Îslamî ve hatine guhertin.
basnews
Dengê Kurdistan