Nûçe
Di Radyoya ”Ria taza” de, nasandina Kurdistanê bi nivîseke Kemal Burkay

Di bernameya Radyoya Malpera ”Ria taza” (http://krd.riataza.com/ ) da, bernameyeke nû bi sernavê ‘Ji rûpêla dîroka Kurdistanê’ hatîye zêdekirin. Di besa yekem da, gotarbêja Radyoyê Bêlla Stûrkî Kurdistanê bi xwendina nivîseke Kemal Burkay dide nasandin.
Em bawer dikin ku nasandina welatê me, bi kurmanciyeke zelal û vegotineke hostatî ya ji qelema Kemal BURKAY û ji dengê Bêlla Stûrkî, wê bi dilê xwendavanên Dengê Kurdistan be.
Dengê Kurdistan