Nûçe

Di salveger 30-yem ya wefata Seydayê Cegerxwîn de em wî bi rêz bi bîr tînin

Îsal salvegera 30-yem ya wefata helbestvan, nivîskar û siyasetmedarê gelê kurd ê hezkirî, Seydayê Cegerxwîn e. Wî 30 sal berê di roja 22ê Çirîya Pêsîn li Stockholmê ji nav me barkiribû çûbû dilovaniya xwe . Em di salvegera wefata wî de careke din wî bi rêz, minetdarî û wefadarî bi bîr tînin.

Seydayê Cegerxwîn, di sala 1979`a de, ji bo çapkirin û wesandina berhemên xwe, ji welat derket hat Swêdê. Ji ber sedemê qedexe û zordestiya ser gelê kurd û zimanê kurdî, wî jî bi neçarî berê xwe dabû sirgunê…

Cegerxwîn, li Evropayê, xwe li hevalên Kemal Burkay, hevalbendên Partiya Sosyalîst, komeleya KOMKARê girt û bi wan re dest bi projeya xwe ya wesandina pirtûkan kir. Li Swêdê hevalên Riya Azadî (Komkar-Swêdê) xwe dan ber vî karî. Di nav çend salan de 8 berhemên Cegerxîn hatin çapkirin û li seranserî Ewropa û gelek welatên din belavkirin.

Hest pirtûkên Cegerxwîn yên ku Komkar-Swêdê (Roja Nû) çap û belavkirin ev in:

· Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû 1980 tockholm.

· Diwan Dîwana sesem: Sefeq, Roja Nû, 1982 Stockholm.

· Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû 1981 Stockholm.

· Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû 1983 Stockholm.

· Tarîxa Kurdistan cild I, Roja Nû, 1985 Stockholm.

· Tarîxa Kurdistan cild II, Roja Nû, 1987 Stockholm.

· Tarîxa Kurdistan cild III, Roja Nû, 1987 Stockholm.

· Folklora Kurdî (Kürt Folkloru), Roja Nû, 1988 Stockholm.

Cegerxwîn li Stockholmê li Taxa Tensta dijiya. Wî pênc salên dawîn yên jiyana xwe li vî welatî derbas kir. Lê vala ne disekinî. Li aliyekî karê nivîsandinê dikir, ji aliyekê de di kar û barên partiya xwe de (Partiya Pêsverû ya Kurdên Suriyê) besdar bû, Bi kurdên Swêdê re tevli çalakiyên siyasî û çandî dibû. Di mes û mîtîngên li dijî sefaretên welatên dagirkerên Kurdistanê dibû, di komcivînên KOMKAR Almanya û Enstitiya kurdi ya Parîsê dibû. Li KOMKAR-Swêdê seminer didan. Di temenê xwe yê mezin de jî bi hêvî û evîndarîyeke xurt ji bo gelê xwe dixebitî.

Di salveger 30-yem ya wefata wî de, em Seydayê Cegerxwîn bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ew ê di çand û dîroka gelê kurd de herdem bijî.

Dengê Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button