Nûçe

Di salvegera 40-emîn ya wefata Dr. Nûrî Dêrsimî de em wî bi rêz bi bîr tînin

Haluk Öztürk – Dengê Kurdistan

Dr. Nûrî Dêrsimî rewsenbîr û siyasetvanekî gelê kurd ê bîrewer û dilsoz bû. Çawa ku ji navê wî jî dîyar dibe, xelkê Dêrsimê ye. Di sala 1892 (an jî 91 ?) li gundê Axzûnka Hozatê ji dayîk bûye. Di sala 1899àn de li gundê Sorpiyan dest bi dibistana seretayî dike. Dûra li bajarê Xarputê dest bi “Dibistana eskerî” (rustîye) dike, lê pasê dest ji wê berdide diçe mekteba îdadî (lîse), li wir xwendina xwe didomîne.

Pistî xilaskirina lîsê, di sala 1911`an de diçe Stenbolê, li Sultan Ahmedê Xwendegeha Veterînerîyê dixwîne. Nurî Dêrsimî, li Stenbolê bi gelek xwendekarên kurd û rewsenbîrên kurd ên welatparêz re wek; Bedirxaniyan, Dr. Abdullah Cevdet, Sêx Abdulqadir û gelekên din re dibe heval, besdarî xebatên siyasî dibe. Dêrsimî dibe endamekî çalak ê Komela Xwendekarên Kurd – HÊVÎ. Dûra dibe endamê “Kurdistan Tealî Cemîyetî”. Di wan salan de ciwanên kurd li Stenbolê di nav lêgerîn û tevgereke mezin de nin. Ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê bi sev û roj dixebitin. Nûrî Dêrsimî jî di nav vê tevgêrê de xortekî zana, siyar û bawermend e.

Hîna wî xwendina beytariyê neqedandibû Serê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir. Wek hemû hevalên wî, ew jî sandin xwendingeha eskerî, pistî xwendineke du mehî, ew wek subay (serbaz) sandin Erzincanê. Pistî xilaskirina erkê eskerî, di sala 1916`an de dîsa vegeriya Stenbolê û xwendina xwe domand. Di sala 1918`an de dîploma stand. Ji wê rojê sûnda di nav heval û hogirên xwe de bi navê “Beytar Nûrî” hat naskirin. Pistî ku ser xilas bû, li “Kurdistana Tealî Cemîyetî” doz hat vekirin û endamên wê dane Dadgeha Herbê (Divan-î Harp) yek ji wan jî Nûrî Dêrsmî bû. Lê ji ber ku serokê dadgehê Nemrut Mustafa (Mustafa Yamulkî) bû ew ji vê dozê hatin azakirin.

Wan salan, di nav brokrasiya Osmanî de, karmendên erkên bilind yên kurd hebûn, ku gelek caran dibûn alîkar dema tengezarî çêdibû. Di sala 1919`an de, li ser pêsniyaza Seyîd Ebdulqadir, Wezareta Çandiniyê Dr. Nûrî Dêrsimî ji bo beytariya navçeyên Kangal; Divrîg û Zarayê bi serokê esîrateke Koçgiriyê Heyderê Mustefa Pasa va diçe hêla Sêvazê. Dêrsimî, Heyder (Mustafa Pasazade), birayê wî Alîsan û katibê Alîsan, Alîsêr (ê bi nav û deng) li gundê Boxazviran a Umraniyê biryara avakirina rêxistinekê didin. Salekê sûnda Nûrî Dêrsimî tê girtin û diêxin hebsa Divrîgê. Hingê Mebûsê Dêrsimê Hesen Xeyrî dikeve navberê û Nûrî Dêrsimî tê berdan.

Nûrî Dêrsimê tevlî bûyerên Koçgiriyê dibe. Pistî ser û tevkujîya Koçgiriyê diçe herêma Dêrsimê. Dewlet dixwaze wî û Alîsêr bigre. Ew li nav esîrên Dêrsimê de ji bo hevgirtin û yekîtîya wan hewl didin. Bi serokên kurdan re têkilîyên bas dikin. Bi Seyîd Riza re li dijî planên Komara Kemalîst rê û çareyan digerin. Dewleta tirk bi hemû cureyên zulm û barbariyê diçe ser Dêrsimê. Qetlîamên mezin çêdibin. Berxwedana Dêrsimê diskê.

Dr. Nûrî Dêrsimî neçar dibe, ji welat derdikeve. Diçe Sam, Halep û ji wir jî diçe Qirixanê (Kirikhan) ba axayên kurd/alewî Koco Elbîstan û M.Alî Göçmen. Hingê Kirikhan a Antaqyayê di bin destê Fransizan de bû. Li mala Koço Axa, bi navê Huseyîn Mazlûm dimîne heta sê roj berî dagirkirina Antakyayê ji aliyê Tirkiyê ve. Pistre derbasî Helebê dibe. Li wir jiyaneke nû dest pê dike. Hêvî û daxwaza Kurdistanê li ba wî qet venamire. Dîsan di nav hewldan û tevgera kurdinîyê de cî digre. Dibe Endamê Xoybûnê. Di salên 60-70`yan de alîgiriya tevgera Barzanî dike.

Dr. Nûrî Dêrsimî nîvê zêde yê temenê xwe li surgûnê derbaskir û di sala 1973 22’ê Tebaxê de ji cî û warê xwe dûr, li Helebê wefat kir. Gora Nûrî Dêrsîmî li goristana Xanen ya li nêzî Efrînê ye. Bi Ferîde Xanim re zewicî bû. Bi navên “Kürdistan Tarihinde Dersim” û “Hatiratim” du kitabên Dr. Nuri Dersimî hene. Pirtûka wî “Hatiratim” cara pêsîn di sala 1986`a de me li Stockholmê di nav Wesanên Roja Nû de çap û belavkir.

Destnivîsa “Hatiratim” bi tirkîya kevn û bi herfên erebî/osmanî bû. Ew bi destê xanima Dr. Nûrî Ferîde Dêrsimî û xwûska wê Saniye Çaglar ji tîpên erebî bo latînî hatiye veguhastin. Ji ber ku ew çapa yekemîn bû, Roja Nû zimanê nivîskar wek xwe hîst, neguhartibû.

Di salvegera 40-emîn ya wefata rewsenbîr û xebatkarê doza azadiyê, Dr. Nûrî Dêrsimî de, em wî bi rêz bi bîr tînin.

Dengê Kurdistan

Back to top button