Nûçe

Di Salvegera 82 yî ya Komkujiya Dersimê de, em sehîdên Dêrsîmê bi rêz yad dikin

Di dawiya sedsala 18 an û destpêka sedsala 19 da, roma res zulma xwe li ser seranserî Kurdistanê, taybetî jî herêma Dersimê, ango li rojavayê çemê feratê li ser Kurdên Qizilbas roj bi roj zêde dikir. Çavkaniyên dîrokî, gelekî zelal nîsanî me didin, ku hê di dema Osmaniyan da, bingeha vê nefikirinê, êsandinê û komkujiyê hatiye danîn.

Di dema xwe da, Yusuf Ziya Pasa yê esilgurc gelek salan li Kurdistanê wezîfedar bûye. Di 1785 da li Kebanê / Madenê û di 1797 li Dersim komkujî, islahkirin (tedib), bi tûndî dûrxistin, tedayî (Tenkil) bi Kurdên Qizilbas kirin, pêkanîne.

Dîsa xeta Meres û Dêrsimê tedib, tenkil pêkanîne, her usa xeta Adiyaman, Meletî, Dersim qetliamên nemîrovane dane kirinê.

Heman demê da, rêberên esîretan vedixwîne Çemisgezekê û serê ji 100 kesan zêdetir serokesîretan didin jêkirinê, wan dide kustinê.

Dîsa li Gelyê Mercan, kurdên qizilbas kom dikin, tevaya mêran dikujin, dest didin ser keç, jin, mal û milkên wan, wek qanîmeta sêr.

Bi van çend mînakan jî tê dîtinê, ku zulma li ser Kurdan, taybetî jî li ser kurdên qizilbas, bi Dêrsimê va, bisînorkirî nîne û gor planeka bi rêk û pêk, dûr û dirêj hatiye mesandinê. Ev jî qetliam nîne, hema raste-rast jenosît e.

Niha em bêne plana dema Komara Mustafa Kemal. Ji pistî serhildanên 1921 li Koçgîrî, 1925 û Agiriyê, M.K. û hevalbendên wî dixwastin li van deverên li jor navkirî, taybetî jî li Dersimê, Kurdên Qizilbas bi tundî bîne rê, bikuje, ji welatên wan derxe û berê wan bide metropôlên Tirkiyê, gund û bajarên wan wêran bike. Wan dixwest, ku hejmara Kurdan li wê herêmê kêm bibe. Jixwe mîrovên wê herêmê, di dema Osmanî da jî serê xwe li ber desthilatdariya Osmanî danenîbûn. Ji ber vê jî Mustafa Kemal, wa devera wek birînekê xeternak navdikir. Ji bo pêkanîna van planên xwe, yên qirêj jî, di parlametoya xwe da biryarên nemîrovane dan girtin.

Bi vêmebestê M. Kemal, di 25.12.1935 an da qanûna Tuncêliyê da derxistin. Ev biryara wêrankirin, qirkirin, pêkanîna komkujiyâ Dersimê bû. Ji pistî vê biryarê di 04.05.1937 an da, di komisyona Wezîran da biryareka nû hate standin. Ev biryara, ya bi tûndî, di hemû waran da, ser Dersim û Dêrsimiyan da çûyînê bû. Bi fermana Mistefa Kemal û Ismet Inönü va, rê ji bo komkujiya Dersimê vebibû. Encam, bi hezaran va kustina Kurdên elewî, zar û zêç, keç û jinên wan, talan kirina mal û halên wan bû. Heya bêjî destavêtina keç û jinan, wek berdestî zarokên kurdan ji bo xwe birin, di rojeva wan da bû.
Iro bûye 82 sal ku, ev jenosîda li ser Kurdên Dersimê hatîye mesandin. Seyîd Riza yê nemir û hevalên wî hatin darda kirinê. Heyanî îro, cîhê ku lê hatine binaxkirinê ne dîyar e.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR tevaya qurbaniyên serê Dêrsimê, taybetî Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û qetilkarên wan bi tûndî rûres û sermezar dikin.

HAK-PAR dibêje:

-Divê dewleta Tirk vê bûyerê wek jenosid bipejirîne!

-Divê merzelê Seyîd Riza û hevalên wî bêne eskere kirinê!

-Lêborîn ne bese, lazime gavên pêwîst werin avêtin.

Di Salvegera 82 yî ya Komkujiya Dersimê de, em sehîdên Dêrsîmê birêz yad dikin.

Nivsîngeha Rageyandin û Çapemenîya
Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button